“Divê Aysel Tugluk demildest bê berdan”

Parêzer Reyhan Yalçindag Baydemîr, bal kişand ser pirsgirêkên tenduristiyê yên giran ku siyasetmedara Kurd Aysel Tugluk ev salek e pê re rû bi rû ye û xwest ku e demildest bê berdan û bal kişand ku Serokatiya ATK’ê ya Stenbolê ku rapora "Ew dikare di girtîgehê de bimîne" amade kiriye, di rewşek neyînî de, dê berpirsiyar be. Reyhan Yalçindag Baydemîr diyar kir ku wan li hemberî vê mijarê îtîraz kirine û da zanîn ku dê pêvajoyên zagonî bên destpêkirin.

MEDÎNE MAMEDOGLU
Amed- Li gorî rapora Komîsyona Girtîgehan a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), di girtîgehên Tirkiyeyê de hezar û 333 girtiyên nexweş hene ku 457 ji wan giran in. Girtiyên nexweş ên ku tevî serlêdan û raporên ATK'ê nayên berdan jî nikarin li girtîgehan tedawiya pêwîst bibînin. Di rapora ku Saziya Tipa Edlî ya Stenbolê (ATK) amade kir, hevseroka berê ya Kongreya Civaka Demokratîk (DTK) û Partiya Civaka Demokratîk (DTP), Aysel Tugluk ku li Girtîgeha Tîpa F ya Kandiraya Kocaeliyê tê girtin, li ser rewşa tenduristiyê ya "dikare jiyana xwe bi tena serê xwe bi rê ve bibe" got. Di raporê de, hat gotin ku "ew dikare jiyana xwe bi tena serê xwe bi rê ve bibe, ew dikare darizandina xwe di bin şert û mercên girtîgehê de bidomîne bi dermankirin û kontrolên polîklînîkî yên birêkûpêk di navberên navborî de." Serdozgeriya Komarê ya Kocaeliyê jî daxwaza berdana Aysel Tuglukê ya parêzerên wê li gorî raporê red kir.
"Ji ber nasnameya xwe ya siyasî hat girtin" 
Aysel Tugluk a ku li Girtîgeha Girtî ya Tîpa F ya Kandiraya Kocaeliyê girtî bû, bi hinceta "Seroka rêxistina terorê ye" 10 sal ceza lê hat birîn. Aysel Tugluk ji 29 Kanûna 2016’an ve girtî ye. Parêzer Reyhan Yalçindag Baydemîr der barê rewşa dawî a Aysel Tugluk de ku îsal di serê salê de pirsgirêkên wê yên tenduristiyê derketin holê nirxandinek kir. Reyhan Yalçindag Baydemîr bal kişand ku Aysel Tugluk ji ber nasnameya xwe ya siyasî û xebata xwe ya siyasî hatiye girtin û bi bîr xist ku muwekîla wê Aysel Tugluk dema ku Hevseroka KCD’ê bû ji aliyê Komîsyona Destûra Bingehîn ve bi fermî ji bo parlamentoyê hat vexwendin lê îro ji bo ku bû Hevseroka DTP’ê ye tê darizandin.
ATK’a Kocaeliyê rapora "nikare di girtîgehê de bimîne"da
Reyhan Yalçindag Baydemîr diyar kir ku wan di Adara 2020’an de piştî ku cezayê hepsê yê ji Aysel Tugluk re hatiye erêkirin serî li Dadgeha Destûra Bingehîn dane, diyar kir ku pêvajo, wekî wekîlên din ên HDPê, demdirêj e. Reyhan Yalçindag Baydemîr anî ziman ku Aysel Tugluk yek ji wan siyasetmedarên Kurd e ku ji ber ku pêvajo guheriye ji azadiyê hatiye mehrûmkirin û wiha got: “Aysel Tugluk di destpêka îsal de ji ber şert û mercên girtîgehê nexweş ket û teşhîsa yekem li nexweşxaneya Dewletê ya Sekayê bû. Piştî nexweşiyê serlêdanên me yên ji bo rawestandina ceza nehatin qebûlkirin. Dûre me ji bo pêvajoya ATK’ê însiyatîf girt. Saziya Tiba Edlî ya Kocaeliyê, di encama muayene û testên ku 4 mehan domiyan de, bi yek dengî got ku mayîna Aysel Tugluk di girtîgehê de ne guncaw e, ku ew ê nikaribe bi tena serê xwe jiyana xwe bidomîne û ji ber ku nexweşiya wê nexweşiyek kronîk e û bi pêş dikeve, cezayê wê divê bi hinceta ku dermankirina wê li girtîgehê nayê domandin were paşxistin.
"Serokatiya ATK’ê ya Stenbolê biryara berevajî da"
Reyhan Yalçindag Baydemîr, da zanîn ku rapora hatiye amadekirin piştî ku ew derbasî Serokatiya ATK’a Stenbolê bû berevajî vê yekê ye û got, “Der barê Aysel Tugluk de ku rapora navborî û dosyeya tenduristiyê ji aliyê Serokatiya ATK’ê ve hatiye muayenekirin, rapora berevajî hatiye amadekirin. Lê belê komîteya pispor a ku rapora Tiba Edlî ya Kocaeliyê amade dike ew komîte ye ku 4 mehan xwe dubare dike, muayeneyan dike û ji nêz ve dişopîne. Lê belê rapora ku Serokatiya ATK'ê berovajî amade kir, ji aliyê desteya ku Aysel Tugluk ve carekê muayene kiriye amade kir. Ev rapor raporek e ku bi xwe nexweşiyê înkar nake, berevajî wê piştrast dike lê dibêje ew ‘dikare di girtîgehê de bimîne.”
"Ji rewşên neyînî yên ku werin jiyîn dê Serokatiya ATK’ê berpirsyar be" 
Reyhan Yalçindag Baydemîr got; "Ev biryar, mîna dosyayên girtiyên nexweş ên siyasî, ji objektîvîteyê dûr e û li dijî wijdan e." Reyhan Yalçindag Baydemîr destnîşan kir ku ger rewşa tenduristiya muwekîla wê xirab bibe dê berpirsiyar Serokatiya ATK'ê be û got;"Îtiraza ku me li dijî raporê ji Desteya Bilind a Tipa Edlî re kir, hê bi encam nebûye, komîteya serbixwe ya pispor li ser mijarê nêrînek amade dikin." 
"Em ê hemû pêvajoyên qanûnî bidin destpêkirin" 
Reyhan Yalçindag Baydemîr diyar kir ku divê Aysel Tugluk demildest bê berdan û axaftina xwe wiha domand: “Ji ber ku di girtîgehê de nexweşiyek bêderman heye her demjimêr ji bo wê bi xeter e. Ji ber taybetmendiya nexweşiya ku ew dijî, ne mumkun e di girtîgehê de were dermankirin yan ji pêşketina nexweşiyê were sekinandin. Serokatiya ATK’ê her dem ne tenê li Tirkiyeyê, di heman demê de di hemû prensîbên ku bi rêveberiya demokratîk re pirsgirêk hene de jî bûye pirsgirêk û ew hevkarê neqanûniya hukûmetê ye. Dema ku ez gazî wan dikim vê carê ji vê xeletiyê vegerin, ez di heman demê de diyar dikim ku ger îtiraza me ji Desteya Bilind were redkirin, em ê der barê ATK’ê de hemû pêvajoyên din ên dadrêsî bidin destpêkirin."