“Dewleta tirk bi êrîş û komkujiyên li ser gelan amadekariyên pêvajoya piştî Lozanê dike”

Hevseroka Encûmane Rêveber a Herêma Cizîrê Nezîra Gewriya planên dewleta tirk a dagirker li ser gelê herêmê nirxand û behsa komkujiyên ku li ser gelê Xirîstiyan bi destên dewleta tirk pêk hatine kir û got: “Dewleta tirk bi êrîş û dagirkeriya xwe ne tenê herêmêkê dagir dike, îradeya civakekê hedef digre. Niha amadekariyên piştî peymana Lozanê dikin, ji bo wê jî asta komkujî û êrîşan wê dijwartir bibe.”

ROJ HOZAN
Qamişlo-Dewleta tirk ji dirêjahiya dîrokê ve hemû gelên ku ser axa Mezopotamyayê dijîn di êrîş û komkujiyan de derbas kiriye. Hemû neteweyên ku li ser xaka xwe ya resen dijîn ji Kurd, Ereb, Xirîstiyan, Aşûr, Ermen û Keldan êşa komkujiyên dewleta tirk kişandine. Dewleta tirk bi alîkariya dewletên xwedî berjewendî, ev komkujiyên li ser gelan nixûmandin û niha jî bi rêbazên cuda êrîşî vîna gelan dike û xaka wan dagir dike. Her çiqas ev komkujî hatibûn veşartin jî îro rastiya wê ji tevahî cîhanê re derketiye holê.  Bi dewamiya dagirkerî, êrîş û komkujiyên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dewleta tirk nema dikare rûreşûya xwe binixumîne. Têkildarî plan, êrîş û dagirkeriya dewleta tirk li ser Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê her wiha komkujiyên di dîrokê de li ser gelê Xirstiyan pêk hatine, Hevseroka Encûmane Rêveber a Herêma Cizîrê Nezîra Gewriya nirxandin kir.
Komkujiyên dewleta tirk ên li ser gelên Rojhilata Navîn 
Nezîra behsa komkujiyên ku li ser gelên Rojhilata Navîn ji aliyê dewleta tirk ve hatine pêkanîn, kir û wiha dest bi axaftina xwe kir: “Dewleta tirk li ser axa Rojhilata Navîn gelek komkujî, xerabî û dagirkerî bi xwe re anî. Ger em vegerin dîrokê em ê bibînin ku hemû gelên li ser vê axê dijîn êşa komkujî û dagirkeriya dewleta tirk kişandine. Hemû pêkhateyên di herêmê de dijîn gelên wê yên resen in û êrîşên ku li ser civakên wan hatine kirin armanc ji wan ew bû ku erdnîgarî, nasname û çanda wan bide guhertin û tevli împaratoriya Osmanî bibe. Heya niha komkujiyên ku li ser gelên Xirîstiyan, Ermen, Aşûr û Keldan hatine meşandin di bîra me de ne. Dewleta tirk di navbera salên 1914-1015’an de komkujiyek li Torabdîn a Tirkiyeyê li ser gelê me yê Xirîstiyan pêk anî. Ev komkujî bi biryara Osmaniyên xwînmij li ser gelê aram pêk hat. Armanc jê ew bû ku gelek ji holê rabikin û çanda wan were helandin. Ev komkujiyên di dîrokê de  ji Ermeniyan dest pê kir û heya Yona, Torabdînê berdewam kir û nêzî 150 milyon mirov hatin qetilkirin. Van komkujiyan jî bandorên pir neyînî li ser civaka me kirin, îradeya wan şikand û yên ji komkujiyan jî xelas bûn koçberî gelek welatên din bûn. Di 7’ê tebaxa 1933’an de komkujiyeke din li ser gelê Xirîstiyan li herêma Sîmêlê ya Iraqê pêk hat, sedema wê jî ji ber êdî gelê me ji desthilatdariya hikûmetê neçar mabû û daxwaza mafê xwe kirin, bersiva wê jî komkujiya Sêmêlê bû.”
Berdewamiya êrîşên li ser gelan
Nezîra destnîşan kir li ser berdewamiya komkujiyên li ser gelê Xirîstiyan di dema niha de û wiha axaftina xwe domand: “Komkujiyên li dijî îradeya gelan bi pêşketina demê re bi dawî nebûn. Di 3’yê Tebaxa 2014’an de çeteyên DAIş’ê êrîşî civaka Êzidî li şengalê kirin, wekî berdewamî ji vê komkujiyê re di 7’ê Tebaxa 2014’an de di heman demê de li ser gelê Xirîstiyan li Nînowayê dîsa komkujî pêk hat. Em dibînin ev dîrokên ne tesaduf in, ji ber ku di mijara qirkirina gelan de hemû dijminên me dibin yek û civakên me di komkujiyan re derbas dikin. Ew dixwazin reseniya me bihelînin, nasnameya me bidin bişaftin û serweriya xwe li ser civaka me bidin ferzkirin. Di roja me ya îro de ev êrîş û komkujî nerawestiyane, heya niha rojane êrîş li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji aliyê dewleta tirk ve tên meşandin. Dijminên me neguherîne û plan hîn ew in lê belê teknîka ku pê êrîşî mirovan dikin bi pêş ketiye û navên wan hatine guhertin. Komkujiya ku çeteyên DAIş’ê li gundewarên Xabûrê yên girêdayî Kantona Hesekê di sala 2015’an de li ser Aşûriyan de pêk anîn ji van komkujiyên din ne cuda ye, ji ber DAIş rûyê duyemîn ê dewleta tirk e.  Gelê me pir êş ji van komkujiyan kişandine û heya niha jî li dijî wê ber xwe didn.”
“Dewleta tirk bi mijandina xwîna gelan împaratoriya xwe ava kiriye”
Nezîra bal kişand ser plan û hevpeymanên ku dijî îradeya gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tên meşandin û wiha pêde çû: “Xeteriyeke pir mezin li ser hemêmên me yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê heye, dewleta tirk heya niha armancên xwe li ser axa me bi dawî nekirine û ev êrîş wê hîn jî berdewam bikin. Dewleta tirk împaratoriya xwe li ser mijandina xwîna gelan ava kiriye. Berê di navbera me de sînor tunebûn, dewleta trik bi hevpeyama Lozênê berjewendiyên xwe berfireh dike û axa me dagir dike. Berî dagirkeriya dewleta tirk gelê me bi hemû neteweyên xwe bi hev re di nava aramiyê de bûn û li ser vê erdnîgariyê hevpariya jiyanê pir li pêş bû. Îro dewleta tirk nikare bi hêsanî dest bavêje nirxên gelan, ji ber ku em xwediyên vê axê ne û dewleta tirk dagirker e. şaristanî, dîrok, çand û nasnameya me dewlemend e û ev rastiyên ku nayên înkarkirin. Dewleta tirk ji hevgirtina gelan ditirse, îro em qebûl nakin dewleta xwe ya şofînî bi civaka me bide qebûlkirin. Em nikarin bêjin têkoşîna me li dijî dijminên me bi dawî bûye, ji ber hîn planên demdirêj li ser îrade, rêxistin û xaka me hene. Siyaseta dewleta tirk nehatiye guhertin û heya ji destên wan bê wê berî bidawîbûna hevpeymana Lozanê her êrîşî xaka me bike.”
Planên dagirkeriyê li ser axa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê
Nezîra da zanîn ku planên dagirkeriyê li ser axa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi dawî nebûne û niha ew amadekariyên pêvajoya piştî peymana Lozanê dikin û wiha dirêjî da gotinên xwe: “Dewleta tirk bi êrîş û dagirkeriya xwe ne herêmêkê dagir dike lê belê îradeya civakekê hedef digre. Zîhniyeta 4000 sal zehmet e bê guhertin. Niha amadekariyên pêvajoya piştî hevpeymana Lozanê dikin û dixwazin erdnîgariyeke berfireh dagir bikin û qezenc bikin berî bi dawîbûna wê. Ev hemû di plana wî de ne û pêwîst e em şiyar bin. Projeya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a ku îradeya hemû neteweyan dipejirîne, bersiva van planan e. Armanca me ew e ku em destûreke demokratîk di Sûriyeyê de ku mafê hemû pêkhateyan tê de hebe, were nivîsandin. Rûmeta gelê me ji rûmeta me ye, mixabin bihara gelan tiştek ji me re neanî, ji ber berê xwe ji rê guherand û bû şoreşa berjewendiyên kesayetî li ser hesabê gelên Sûriyeyê. Civakên azad, xwedî nêrîn, fikir, nasname û hebûn dikarin xwe birêve bibin. Helbet temenê vê yekê jî heye û em ê hîn bedêlên pir giranbuha di ber de bidin. Pêwîst e em ji dîroka xwe hîn bibin, ji ber şopa êşên berê me ji bîr nekirine û êşa wê nayê kewandin. Pêwîst e ji niha û pêve stratejiya me jî li pêşerojê mêze bike da ku em mafên xwe hemû pêkhateyên herêmê di civaka nevneteweyî de bi dest bixin û mirovên me yên koçber jî vegerin bi rûmet ser axa xwe bijîn. Hebûna mirov li derveyî axa wan nabe.”
“Bi projeya xwe ya demokratîk em ê Sûriyeya demokratîk û azad misoger bikin”
Nezîra got ku pêwîst e dewleta tirk ji ber van komkujî û êrîşên ku li ser gelan pêk aniye bê cezakirin û wiha bi dawî kir: “Pêwîst e dewleta tirk ji ber van sûcên li ser gelan pêk aniye bê cezakirin. Em ê her ji bo vê mijarê dengê xwe bigihîjînin civaka navneteweyî. Ya din jî divê em li derdora rêveberiya xwe bibin xelek, destkeftiyên xwe biparêzin û dijminên xwe bi hev re têk bibin. Tişta ku ji civakê û gelê me tê xwestin hevgirtin û têkoşîn e. Em ê bi projeya demokratîk Sûriyeya demokratîk û azad misoger bikin her wiha mafê hemû gelan tê de biparêzin.”