‘Daxwazên gelê Suweydayê parastina bajar û bihêzkirina ewlehiyê ye’
Aktivîst Necva et-Tavîl diyar kir ku cîhadîstên girêdayî Heyet Tehrîr el-Şam bi komkujiyên li dijî gelê Suweydayê pêk anîne bûne sedema şikestinê da zanîn ku îro daxwazên bingehîn ên gel, parastina bajar û bihêzkirina ewlehiya hundirîn e.
ROŞÊL CANYOR
Suweyda – Piştî ketina rejîmê, bajarê Suweydayê ku dikeve başûrê Sûriyeyê ket demek hesas a ewlehî û siyasetê. Bajarê ku bi jin û mêrên aktivîst beşdarî tevgera neteweyî ya bi daxwaza dewletek azad û bi rûmet bû, piştî bûyerên bi xwîn ên hatin jiyîn, neçar ma pêşekiyên xwe ji nû ve diyar bike.
Aktivîsta sivîl û femînîst Necva et-Tavil ji ajansa me re axivî û diyar kir ku tiştên hatine jiyîn ne tenê lihevnekirineke siyasî ye, krîza ewlehiyê ya hebûnê ye û vê ewlehiya civaka xwecihî bûye mijara yekem.
Necva et-Tavil îfade kir ku komkujiyên li peravê heta bûyerên Sehneye, Eşrefiye û Sûra, ji wê jî pêvajoya bi xwîn a heta komkujiyên Suweydayê didome, bi otorîteya derbasbûnê re di têkiliyan xwe ya xala şikestinê de ye û got: “Li bajar ji bo beşek berfireh, pirsgirêk êdî ne tenê siyaset e, bûye tirsa hedefgirtina ewlehiya fîzîkî û nasnameya olî.”
‘Fikar zêde bûne’
Necva et-Tavil da zanîn ku piştî çek hatin radestkirin, li hinek herêman binpêkirin hatine jiyîn û îdiayên revandina jinan, di mijara entegrasyona avabûnên leşkerî ku nasnameyên wan diyar nebûye, fikar zêde kirine û got: “Ji ber vê meseleya radestkirina çekan, hesas e. Di heman demê de gotinên nefretê yên li dijî Durziyan û bûyerên tundiya li dijî xwendekarên Durzî li zanîngehan, fikaran kûr kirin.
Veqetîna hestiyarî û windabûna baweriyê
Necva Et-Tavil behsa girêdana bi erdnîgariyê, hestiyariyê xeyalên ku hatine şikestin kir û got: “Ev ne tenê ji bo otorîteyê ye, yên li dijî binpêkirinan bêdeng mane û bêbaweriya li hemberî hinek beşên civakê ye. Vê rewşê ewlehiya neteweyî ya di salên têkoşîna hevpar de ava bûbû lawaz kir.”
Rêveberiya Xweser û pergala ewlehiya xwecihî
Necva Et- Tavil da zanîn ku Suweydayê, ji ber saziyên dewletê kar û barên bingehîn bi cih neaniye, ji 2015’an heta niha bi fiîlî bi nîv rêveberiya xweser tê îdarekirin û got: “Aktorên xwecihî, hewl didin ji bo hêzên ewlehiya hundirîn pergalek zelal ava bikin. Tevî mûçe nayên razandin, polîs û yekîneyên ewlehiya edlî erkên xwe didomînin. Di heman demê de rêxistinkirina pergala ku weke muhafizên neteweyî tên zanîn û komên xwecihî yên bi çek di nava hiyarerşiyek îdarî de kombûn, kêmkirina kaosê û avakirina otorîteriya yekî hedef dike.”
Necva Et- Tavil diyar kir ku ev gav tevî hinek kêmasiyan, li gorî herêmên din ên Sûriyeyê îstîqrara ewlehiyê pêk aniye, hêzên xwecihî beşdarî pevçûnên derveyî sînorên bajar nebûne, rola wan tenê parastina herêmê û astengkirina çûbûna şerên berfirehtir e.
Dorpêç û pirsgirêkên xizmetê
Necva Et- Tavil rewşê wek ‘dorpêçek hatiye îlankirin’ bi nav kir û got: “Astengkirina ketina ar, kehrebe û hinek malzemeyên bingehîn û ji bo tevgerên tîcarî destûrên pêwist dereng dibin. Tevî vê jî civak xizmeta asgerî û ji bo pêkanîna îstîqrara aborî, di astên mezin de xwe dispêre çavkaniyên xwe û desteka diasporayê. Tevî texrîbata giran a binesaziyan û valakirina bi dehan gundan ev hewldan didomin.”
Geşedanên siyasî û pêşeroja têkiliyên bi otorîteyê re
Necva Et- Tavil anî ziman ku weke herêmên din ên Suweydayê, bi xeyala dewletek di bingehê welatiya hevbeş de ketine rê û got: “Lê belê konferansa Diyaloga Neteweyî û danezana destûra bingehîn, bendewariyên beşek berfireh pêk neanîne. Bi taybetî çavkaniya zagonkirina fiqha Îslamê û girîngîdayîn, bêyî baweriya vekirî ya pirrengiyê bigre bin temînatê qebûlkirin, rê li ber reda siyasî vekiriye.”
‘Gavên şênber nehatin avêtin’
Necva Et- Tavil da zanîn ku bi derbasbûna otorîteyê re, pêşketinek baş nehatiye nîşandan, beşek berfireh a bajar ji ber bawerî vegerandina bûyerên bi xwîn, li dijî muzakereyan bûye. Nasandina otorîteyê, hesabdayîn û di aliyê başkirina zireran de, gavên şênber nehatine avêtin.
Necva Et- Tavil anî ziman ku ji bo çareseriya krîzê însiyatîf pêwist e, pêvajoyên siyasî encax bi tedbîrên zêdekirina ewlehiya şênber û mekanîzmaya edaletê watedar dibin.
Li ser pêşerojê nîqaşên hundirîn
Necva Et- Tavil got ku di nava bajar de rêveberiya îdarî ya berfireh di cihê xwe de ya têkiliya bi dewletê re der barê pêşerojê de, federalîzm û heman model tên nîqaşkirin. Lê belê ji ber rageşiyên ewlehiyê û gotinên kişkişandinê didomin, bijartek niha hatine taloqkirin, a esas pêkanîna îstîqrara hundirîn e.
‘Suweydayê îro xwe spartiye derfetên xwe’
Necva Et- Tavil destnîşan kir ku civaka xwecihî niha ne di bendewariya desteka siyasî ya derve de ye, bala xwe daye ser parastina sivîlan, domandina perwerde, xizmet û bi hêzkirina piştevaniya civakê û got: “Suweydayê îro xwe spartiya derfetên xwe, hewl dide xwe ji nû ve ava bike û baweriyê ji nû ve pêk bîne, pêvajoyek berfirehtir ku dewletek rast û sazî ava bikin li pêşiya me ye.”