Bi hêviya dîtina hevjînê xwe di nava lêgerînê de ye

Erwa yek ji jinên ku bi salan e li hevjînê xwe digere, li ser vê yekê dibêje; “Min her dem dibihîst ku hevjînê min ji zindanek vediguhezin zindaneke din. Hin kesan ji min re digotin ku heya demekê bi wan re maye.”

NÛS SIRÎB
Yemen - Hejmarek mezin ji jinên Yemenê li bakur, başûr, rojhilat û rojava li kur û hevjînên xwe yên ku hatine windakirin digerin. Ew qurbanên pevçûnên ku bi salan didome ne, xewna wan ew e ku li mala xwe vegerin an jî çare ji wan re were dîtin.
Şerê ku rewşa gelê Yemenê gelek xirab kir, zirara herî mezin da jinan. Gelek jinên li yemenê bi salane li zarok û hevjînên xwe yên windayî digerin. Hin kesan hêviyên xwe qut kirin ên din jî hê bi şert û mercên şer re li ber xwe didin û hêviya xwe nebirîne.
Mînaka jinên têkoşer
Erwa Fidil Mihemed Salih yek ji jinên bajarê Edinê ye ku di dema şer de jiyana wê serûbinî hev bûye. Erwa dibêje; “Pênc sal in û ez li bendê me ku hevjînê min vegere malê, pênc sal in ku ez li her cihî û li her zindanê li wî digerim. Jiyana min, zarokên  min û zarokên hevjînê min veguherî dojehê. Min tu kar nedikir, dema ku hevjînê min li kêleka min bû ez tu carî neditirsiyam lê niha jiyan zehmet bûye. Ez niha berpisyariyeke mezin hildigrim ser milên xwe. Her du zarokên min û çar zarokên hevjînê min ketine stuyê min. Ez di çarçoveya hişmendiya civakê ya der heqê mafên mirovan de dixebitim û min serdana gelek saziyan kiriye. Dixwazim ku derfeta kar hebe ez bixebitim. Rewşa aborî ya welat gelek tevlihev û zehmet bûye.”
Erwa Saliha dibêje; “Ez tenê bi karê malê û xwedîkirina zarokên xwe re mijûl dibûm, min karê derve qet nedizanî lê di dema lêgerîna hevjînê xwe de min gelek kes nas kirin û êdî min sînorê tirsê derbas kir. Bêyî ku şerm bikim derbasî wargehan dibûm û min wêneyê hevjînê xwe digirt destêm xwe û ji leşker û fermandaran pirsa wî dikir. Min li deriyê hemû rêxistinên hiqûqî da û heta niha jî berdewam dikim.”
Erwa Salih tenê li hevjînê xwe nedigeriya li kêleka wê bû aktîvîsteke civakî û di Komeleya Dayikên ku bi zorê hatin revandin de ku di sala 2016’an de hatibû damezirandin bû endam. Ev komele alîkariya kesên ku li zarok û hevjînên xwe digrin dike. Wan digihîjîne saziyên hiqûqî û giliyên wan dişopîne. Erwa dibêje ku wê biryar daye bi kesên din re alîkar be ji bo wê ji jinan alîkarî girtiye. Dema ku pê hesiyaye di zindanan de çi diqewime biryar daye ku destê alîkariyê dirêjî jinan bike.
Hêvî her zindî ye
Erwa Salih bi baldariyeke mezin nûçeyan dişopîne, ji kesên ku ji zindanan derdikevin pirsa hevjînê xwe dike. Erwa dibêje; “Her cara ku komeleya jinên revandî agahî didan min digotin ku yek ji wan kesên revandî ji zindanê hatiye derxistin ez diçûm û min wêneyê hevjînê xwe nîşanî wan dide. Di wê hêviyê de bûm ku tiştekî der barê wî de bibihîsim. Min her dem dibihîst ku hevjînê min ji zindanek vediguhezin zindaneke din. Hin kesan ji min re digotin ku heya demekê bi wan re maye. Ji destpêka sala 2021’ê heta niha hîn tu agahî der barê wî de tune ye, ev yek gelekî min ditirsîne. Birayê hevjînê min wefat kir, dayika wî jî nexweş ket. Ew hêvî dike ku rojekê kurê xwe bibîne yan jî agahiyekê jê bigre.
Tevî lêgerîn û têkoşîna ku Erwa Salih dest pê kiriye heta niha tiştek nebihîstiye her wiha diyar dike ku ew xema hemû girtî û windahiyan dixwe. Erwa banga li hikûmeta Yemenê kir ku xwedî li malbatên girtiyan derkeve û bi riya ajansa me nameya xwe dubare kir û got; “Erka hikûmeta Yemenî ew e ku li kêleka malbatan bisekine û piştgiriya wan bike ji ber ku malbatên girtiyan di rewşeke xirab re derbas dibin û hûn ji vê yekê berpirsyar in.”
Tevî hemû dijwariya rewşên ku Erwa Salih tê re derbas dibe jî hêviyên wê her zindî ne û bi mafê xwe yê qanûnî hewl dide şopa kesên ku hevjînê wê rivandine bibîne û wiha dibêje; “Ev êşa ku ez û zarokên xwe dijîn ne hêsan e. Çiqas dem derbas bibe jî ez ê wan kujeran bidim cezakirin.”
Erwa Fidil Mihemed Salih û gelek jinên weka wê, li zarokên xwe yên ku bûne qurbaniya şer digerin. Li gorî daxuyaniya Komeleya Jinên Revandî 744 kes hatine revandin.