‘Beriya her tiştî divê zihniyet bê guhertin’
Çalakvan Sediya El-Rehmanî ya rewşa jinan a li Mexrîbê nirxand, bal kişand li ser hişmendiya kevneşop a li ser jinan xwe ferz dike û destnîşan kir ku ji bo azadiya jinan beriya her tiştî divê zihniyet bê guhertin.
HANAN HARITE
Mexrib – Çalakvan û endama Rêxistina Mexribî ya Mafên Mirovan û Hevjiyana Mirovî Sediya El-Rihmanî di hevpeyvînekê de bi ajansa me re diyar kir ku li hin deverên dûr û çiyayî, li gorî adet û kevneşopiyan, jin ji mafê xwe yê mîrasê bêpar in, ku ev jî yek ji cûreyên tundiya li dijî jinan e.
*Wek çalakvanek mafên mirovan, tu karê komeleyên ku ji bo parastina mafên jinan li Mexribê dixebitin çawa dinirxîne?
Di warê xebatên mafên mirovan ên jinan de li Mexribê, li gorî salên berê pêşketineke girîng heye. Dînamîzm û temsîliyeta komeleyên jinan ên ku mafên jinan diparêzin heye. Pêşxistina daxwaz û formên mafan ên femînîst bandora têkoşîna komeleyê û bandorên wê yên erênî nîşan dide. Dema ku jin di cihên biryardanê de cih digirin, mohra xwe dihêlin.
Jin îro ne tenê ji bo jinê têdikoşin, têkoşîna wan têkoşîna giştî ya parastina mafên mirovan û demokrasiyê ye. Tevî hebûna jinan di xebatên komeleyên mafên mirovan de, gelek astengî li pêşiya wan derdikevin, lê tevê vê yekê jî ew dev ji daxwaz û destkeftiyên xwe bernadin. Li Mexribê me îradeyek mezin hîs kir ku em li hember astengiyan bisekinin û di civakê de cihê ku jin heq dike bigirin.
*Komek jinên ku li gund û çiyayan dijîn hîna jî rastî cudakarî û tundiyê tên, em çawa dikarin alîkariya wan bikin?
Bi saya xebata xwe ya komeleyî û mafên mirovan, ez bi jinên ku li herêmên çiyayî di rewşeke zehmet de ne re dixebitim. Jin li van deverên dûr ên Mexribê ji şert û mercên dijwar êşê dikişînin, di bin barê şîdeta zewacê de dijîn û ji ber urf û edetên civakî ew nikarin eşkere bikin ku ew bi çi re rû bi rû dimînin.
Jin li wan deveran rastî her cure şîdetê tên. Jin li hundur û derveyî malê dixebitin, di saetên sibê de ji xew radibin, li zeviyê dixebitin û avê tînin, hem jî li ser mezinkirina zarokan dixebitin, ji ber ku hemû berpirsiyarî dikeve ser milê wan. Tevê vê yekê jî ew ji aliyê hevjînên xwe ve rastî tundiyê tên.
Em weke tevgerên komeleyî û mafên mirovan, bi kampanyayên hişyarkirinê bi van jinan re danûstandinê dikin û hewl didin wan bidin zanîn ku jin di civaka xwe de hêmaneke çalak e û biryardar e û divê li hemberî diyardeya şîdetê bêdeng nemînin.
*Tevgerên femînîst û mafên mirovan li Mexribê daxwaza wekheviya mîrasê dikin, di demekê de ku komek jin ji mîrasê tê bêparkirin ji me re behsa vê nêzîkatiyê bikin?
Li parêzgeha Tiznîtê û hin deverên dûr û çiyayî, jin ji mafê xwe yê mîrasê bêpar mane. Adetên li van deveran jinan ji mafên wan bêpar dihêle.
Jin di van eşîran de piştî mirina bav û hevjînê xwe ji nîvê mîrasê jî sûdê nagirin, li wir adet li ser qanûnên ku ji aliyê mirovan ve hatine çêkirin û qanûnên olî de serdest in û em li dijî vê yekê têdikoşin.
Ev neheqiya ku li jinan tê kirin, ji ber serdestiya zîhniyeta baviksalarî ya li van civakan e. Di dema xebata xwe de me dozên jinan tomar kir ku ji mafên xwe hatine bêparkirin û ti tedbîr ji bo sînordarkirina adetên hin eşîran nehatine girtin, ji ber ku eşîra ew e ya ku her tiştî kontrol dike.
Xebat û têkoşîna rêxistinên mafên mirovan û tevgerên femînîst ên ji bo parastina mafên jinan û serketina wan hê jî didome.
*Tevî astengiyan gelo jinên Mexribê destkeftiyên ku ji bo wan têdikoşin bidest xistine?
Jinên Mexribê bi awayekî nisbî, xwedî gelek mafan in, tevî zehmetî û zihniyeta baviksalarî, hewl didin wekheviyê pêk bînin.
Di asta dezgeh û erkan de nûnertiya jinan heye, lê ne di asta ku em dixwazin de ye. Jin hewildanên mezin didin, lê statuya ku ji mêran re tê dayîn ji wan re nayê dayîn û ev jî dihêle ku hebûna wan li çend navendan lawaz bibe û daxwazên jinên Mexribê pêk neyê.