Bêdengiya Duqatîn: Çîrokek li ser cudakariya jiholêrakirina li dijî jinên girtî

Di kûrahiyên dîwarên sar ên girtîgehên Îranê de, dengê jinên ku qet nayên bihîstin vedide. Ev jin ne ji ber sûcekî mezin, ji ber xizanî, deyn, diziyek biçûk an jî bêhêvîtiyê hatine hepskirin; ew bê parêzer, parastin û nav, di tariyê de winda bûne.

ŞÎLAN SAQZÎ

Li kêleka wan jinan, zarokên ku di qefesan de tên dinê, nefes digrin; bê perwerde, bê ewle, bê hêvî, ne dewlet û ne jî civakê wan nabihîze; yekane mîrateya wan travmaya kûr a di qefesê de ji dayîkbûn e. Her çend jinên siyasî, di bin zextan de bin jî, xwedî platformek ku dikarin carna dengê xwe bidin bihîstin in ev jin. Û di bin zexta cudakariya zayendperest, çînî û dadwerî de di bêdengiyek tam de tên veşartin. Li vir ne edalet heye û ne jî rehabîlîtasyon; tenê ji nû ve hilberandina cudakarî û tundiyê heye. Ev tundî bi qanûnê re rewa bûye, lê di rastiyê de li dijî çînên jêrîn rûyê herî eşkere yê bêedaletiya bipergalî ye.

Bi gelemperî ji mafê parastinê bêpar in

Di aliyê xizaniya civakî de, rewşa jinên ku bi sûcên sivik hatine mehkûmkirin, yek ji mînakên "jêbirina bêdeng" a avahiya dadwerî û civakî ya Îranê ye. Ev jin, mexdûrên ku piranî caran rastî cudakariya zayendîperest, xizaniya kronîk, nexwendin û tundiya navmalî ne. Hesibandina sûc a tevgerên ku ev şert û merc bûne sedem, bêyî piştgiriya civakî û hiqûqî jinan di çerxek zirav a bêedaletiyê de dîl dike. Xizaniya kronîk û nebûna piştgiriya civakî, dibe sedema windakirina xwebaweriyê, bêçaretiya fêrbûyî û di encamê de dibe sedema sûcdariya navxweyî û hesta şermê. Ev jin bi gelemperî ji mafê parastinê” jî bêpar in û bêyî parêzerek tenê bi pergala edaletê ya ceza dike re rû bi rû dimînin; li şûna rehabîlîtasyonê, neçarî xebata bi zorê, bêdengiya bi zorê û qebûlkirina tundiya zayendî an jî derunî tên kirin. Kembûna saziyên piştgiriyê, girtîgehê ji bo wan ne mîna rêyek başbûnê, piştî mal û civakê vediguherîne girtîgehek duyemîn.

Girtîgeh ji bo zarokan dibistana ku zilm û tudiyê ye

Li aliyê din, zarokên ku ev jin li girtîgehan bi wan re dijîn, di aliyê pêşketina derûnî de, di hawîrdorek zirardar de mezin dibin. Kêmbûna têkiliya civakî ya tendurist, kêmbûna perwerde û xurek û bêçavdêriya rojane ya tundiyê an jî niheqiyê, dibe sedema xirabûna pêşketina hestyarî, windakirina xwebaweriyê û xirabûna tevgerî ya pêşerojê. Bi gotineke din, jiyana di girtîgehê de ya bi dayîkên xwe re, ji nû ve destpêkirina çerxa xizanî, marjînalîzekirin û sûcê di navbera nifşan de ye. Di encamê de, ev zarok dikevin nav çerxek xizanî, windakirina nasnameyê, nezanî û bi zirarên derûnî re tijî bûyî; ji ber ku girtîgeh ji bo wan ne cihekî başkirinê ye, dibistanek ku zilm û tundiyê fêr dike ye. Bi gotinek din, zarokên van jinan di hawîrdorek ku ji bo mezinan hatiye amedekirin de mezin dibin. Bêparbûna ji lîstik, perwerde, tenduristî û ewlehiyê, dibe sedema ku gelek zarok tûjî sendroma travmaya derûnî ya kronîk bibin û ev bandor heta mezinbûnê jî didome.

Her çiqas ev rewş di civakên din de bi tundiyek kêmtir tê dîtin jî, li Îranê pergala edaletê ya mêrên serdest, kêmbûna parêzerên dilxwaz ên ji bo "jinên bêdeng ên sûcên sivik ên ne siyasî pek tînin” û bêxemiya medyayê û aktîvîstên civaka sivîl, bi awayekî pergalî tê paşguhkirin.

Girtiyên hatine jibîrkirin: Xizanî û cudakarî jinan tîne rewşa sûcdar

Di encamê de, paşguhkirina van jinan ne tenê binpêkirina edaletê ye, di heman demê de ji bo nifşên pêşerojê tê wateya bombeyeke bêdeng a derûnî. Tê dîtin ku gelek ji van jinan, beriya bikevin girtîgehê, bi rewşên mîna zewaca zû, bêkarî, tiryakkêşiya hevjînê wê, zehmetiyên pêvajoya hevberdanê, tundiya navmalê an jî bêparastinê re têkoşiyane. Bi gelemperî sûcên vwan ne bijartinek e, hewildana domandina jiyana xwe ye. Jinekî ku ji bo zaroka xwe şîr peyda bike diziyek biçûk kiriye an jî dayîkek ku ji bo kireya mala xwe bide ji nezanî neçar maye madeya hişbir bistîne…

Di aliyê derûniya jiyana xwe domandinê de, ev jin di bin zexta xizaniyê û fikara domdar de, di bin şert û mercên ku hêza wan a hilbijartinan bi giranî hatiye sînordarkirin de, bertek nîşan didin. Em dikarin vê yekê, bi têgeha "aboriya derûnî ya xizaniyê” pênase bikin; di rewşa xizaniyê de, hiş tenê li ser "niha li jiyanê mayîn” disekine û şiyana xwe ya biryargirtina demdirêj winda dike. Ev ne tenê paşguhkirina aboriya siyasî ya xizaniyê, di heman demê de paşguhkirina bandorên piralî yên zirarên civakî di civakên li ser bingeha çînî de jî nîşan dide.

Li aliyê din, jin li şûna ku li girtîgehê piştgiriya derûnî an jî perwerde bigrin, rastî xebitandina bi darê zorê, heqaret, tundiya zayendî û etîketên sûcdar tên. Karên mîna paqijî, nanpêjiya ji bo rêvber an jî ji bo xwegihandina derfetên herî kêm firotina bedena xwe, hatin raporkirin. Ev şert û merc di nava saziyên fermî de ji nû ve hilberandina tundiya zayendî ye.

Di wêneyek mezin de, ji bilî encama xemsariya li dijî jinan û ji nû ve hilberandina tundî, sûc û zirarên di nava nifşan de, tiştek din nebe. Jinên ku bi piştgiriya derûnî û aborî dikarin ji nû ve bên avakirin, di nava pergalên edalet û girtîgehê yên heyî de, vediguherin kesayetên bêdeng ên civakî.

Di pergalek ku îdiaya edaletê dike de, jinên ku dibin mexdûrên xizanî, tundiya avahî û cudakariya zayendî, li şûna dilovaniyê, tenê dikevin çerxên ceza û zextê. Ev pergal ne tenê edaleta restoratîf paşguh dike, di heman demê de xizaniyê mîna sûc dihesîbine û di polîtîkaya cezayî de xwedîkirina nêzîkatiyek bi tevahî zayendperest, jinan ji çalakvantiyê vediguherîne sûcdaran.

Jinên di girtîgehan de, di rastiyê de sembolên hilweşîna pergalên aborî, perwerdehî, civakî û edlî ne. Nebûna sîgorteyê, nebûna xwegihandina parêzer, biçûkxistina sazûmanî û nebûna xizmetên bingehîn a zarokên wan, nîşan dide ku jinên girtî di nav vê avahiyê de mîna hemwelatî nayên dîtin û divê bi awayekî neyê dîtin hebûna xwe bidomîne.

Li aliyê din, medyaya fermî jî bi awayekî bêdeng vê komê veder kiriye. Tevî ku medya her çend bi sînordar be jî têkildarî girtiyên siyasî ji bo nerazîbûn û parastinê qadek ava dike jî, girtiyên jin ên bi sûcên sivik hatine mehkûmkirin, bi tevahî hatine bêdengkirin. Heta saziyên mafên mirovan ên herêmî jî, van jinan mîna yên ne xwedî sermayeya polîtîk” pênase dikin û di gihandina dengê wan de dudil in.

Di girtîgehan de xebitandina van jinan a bê pere û bê sîgorte, cureyekî koletiya modern e; li şûna ku divê girtîgeh bi armanca başkirinê bên avakirin, xwe veguherandiye faktorekî ku sedema berdewamiya xizanî û zirarê ye. Zarokên ku di girtîgehên Îranê de mezin dibin, ne tenê ji mafên zarokan, di heman demê de ji mafên zarokatiya xwe jî bêpar dimînin. Saziyen fermî li hember vê bêedaletiya kronîk bêdeng an jî înkarkar disekinîn,sûcdar naparêzin, dibin parêzvanên qanûnê.

Girtîgehên Îranê: Amûrkirin û xwarina keda jinan

Pirs ev e: Gelo pergala cezayî ku ji bo sûcdarên aborî, bertîlxwaran û kesên bi desthilatdariyê ve girêdayî ne, nermî, paşxistin û hêsankirinên cûrbecûr pêşkêş dike, çima jinekî ji ber diziyek biçûk bi mehan bêparêzer bê ragirtin? Û pêwîst e zarokê wê di heman hucreyê de bê mezinkirin?

Ev bêdengî ne tenê bêedaletiyek e, di heman demê de şêweyek din a tundiya dewletê ya li dijî jinên çînên jêrîn e û heta ku têgeha edaleta civakî ya li ser bingeha zayenda civakî, çîn û mafên mirovan ji nû ve neyê pênasekirin, girtîgehên li Îranê wê mîna gorên bêdeng ên mexdûrên vê pergalê xelat bimînin.

Di avahiya dijminatiya jinê û cudakar a Komara Îslamî ya Îranê de, jin ne mîna mirovek, mîna amûrekî ku tên kontrolkirin, jêbirin an jî kedxwarî kirin, tê dîtin. Ev nêrîna zayendîparêz û biçûkxistin, dema bi xizanî, çîna nizm û bêparastinê re dibe yek, li girtîgehan bi awayekî dramatîk û hovanê xwe nîşan dide. Ev jin mexdûrên xizaniya avahî, cudakarî û tundiyê ne, lê belê li şûna ku hikûmet piştgirîyek bide jinan, wan dike nava bêdengî, bêparastin û nenasiyek kûrtir.

Gelo dewletekî ku îdîa dike parêzvana edaletê ye, li hember girtiyên jin ên karker, dayîkên bêçare û zarokên ku di girtîgehan de mezin dibin bêdengiyek mirinê pêk tîne? Gelo çima nûnerên daraz, rêveber û meclîsan, li hember vê bê edaletiya rêxistinkirî bêdeng dimînin? Ev girtîgeh, li şûna ku edaletê mîsoger bikin, veguherîn laboratuarên tundiya dewletê ya li dijî jinan.

Pergala edaletê ku xizaniyê anî rewşa cezayî

Bi gotineke din, rewşa ku girtiyên jinên ên li Îranê pê re rû bi rû dimînin, ne tenê nîşaneya pergaleke edaletê cezayî ya bêbandor e, di heman demê de nîşaneya ku xizanî, zayendî û nebûna hiqûqî mîna sûc tê hesibandin û avahiyek cudakar, çînî û zayendperestî ya li dijî jinan.

Nebûna parêzeran, şêwirmendiya derûnî an jî pêvajoyek darizandinek adilane, bûye sedem ku jin bibin mexdûrên bêdeng ên tundiya avahîsaziyê. Çareseriya vê rewşê, ne guhertinên rûberî yên rêziknameyên girtîgehan e, di avahiyên hiqûq, civakî û darazî yên Îranê de avakirinek radîkal bû hewce ye.

Mînak, ji bo jinên xwedî mexdûriyeta avahî ji nû ve fikirîna rola edaleta restoratîf ango rehabîlîtasyona jinan û wan ji nû ve tevlîkirina civakê; li şûna vederkirin û demxeya sûcdarbûnê de, ji nû ve sererastkirina qanûnên têkildarî sûcên darayî yên biçûk û di şûna cezayê girtîgehê de, mîsogerkirina xizmetên civakî, dikare di aliyê din de bibe gavek bingehîn.

Gavê din ê bingehîn jî, ji bo kesên sûcdarên sûcên biçûk û dahatên kêm, avakirina pergaleke parêztiyê ya giştî û bêpere ye. Di heman demê de li şûna cezakirina xizaniyê wêdetir, pejirandina polîtîkayên dermankirin û piştgirî û bicîhanîna tedbîrên cezakirinê yên alternatîf ên mîna xizmetên civakî, wê gavekî pir girîng be. Avakirina dezgehên çavdêriya serbixwe û ji bo şopandina rewşa jinên girtî û zarokên di girtîgehê de, meşandina xebata bi rêxistinên civaka sivîl û aktorên din ên civaka sivîl re, wê bibe gavekî din ê girîng.

Heta ku guhertinek bi vî awayî neyê kirin, dê girtîgeh hebûna xwe ya mîna makîneyên êş û azarê ya ji bo jinên bêdeng û zarokên bêparastin, bidomîne; ev yek nîşaneya hikûmetek ku mafên jinan nas nake û mafên mirovan paşguh dike ye.