AYM'ê sêrledana Fîgen Yuksekdag red kir

Serlêdana Hevseroka Giştî ya berê ya HDP’ê Fîgen Yuksekdag a li Dadgeha Destûra Bingehîn ji bo girtina wê ya duyemîn a sala 2019’an, bi îdiaya “bêbingeh” û “nayê qebûlkirin” hat redkirin.

Navenda Nûçeyan- Dadgeha Destûra Bingehîn der barê serlêdana Hevseroka Giştî ya HDP’ê ya berê Fîgen Yuksekdag de ku cara duyemîn di 20’ê Îlona 2019’an de ji aliyê 1’emîn Dadweriya Cezayê Sulhê ya Enqereyê ve hatibû girtin, bi hinceta “Ji ber ku tedbîra binçavkirinê ne qanûnî ye mafê azadî û ewlehiya kes hatiye binpêkirin” biryara xwe eşkere kir. Dadgeha Destûra Bingehîn di biryara xwe de serlêdan wekî "bêbingeh" nirxand û got "nayê qebûlkirin."

Parêzera Fîgen Yuksekdag di serlêdana xwe de wiha got; "Tevî ku gumana sûc tune ye û delîlên vê yekê rewa dikin tune ne jî der barê wê de biryara girtinê hat dayîn. Xeteriya reşkirina delîlan û gumana revê di dosyaya heyî de nîn e. Biryara binçavkirinê û biryara berdewamkirina binçavkirinê ya li ser îtîraza wê ya li dijî vê biryarê hat dayîn. Di biryara girtinê de tu hincet nîn e. Tedbîra binçavkirinê ya di 4’ê Mijdara 2016’an de ku berî niha dihat sûcdarkirin, li ser rastiyên ku divê di çarçoveya azadiya ramanê de bên nirxandin hene. Ew ji ber mebesteke siyasî hatiye girtin û ev rewş ne lihevhatî ye. Wekî din gihandina wê ya ji dosyaya lêpirsînê hatiye sînordarkirin. Biryarên der barê binçavkirina wê de temînatek îtirazê ya bi bandor nîn e, ji aliyê dadweriyên cezayê sulhê ve ku li dijî prensîbên dadwerên serbixwe û bêalî ve hatiye dayîn.”

Di serlêdanê de hat destnîşankirin ku "mafê azadî û ewlekariya şexsî" û "azadiya derbirînê" hatine binpêkirin û hat gotin ku binçavkirin dema maqûl derbas bûye û lêkolîna binçavkirinê bêyî ku derxin pêşberî dadger/dadgeh hatiye kirin.

AYM: Girtin rewa ye

AYM'ê di biryara xwe de der barê mijarê de cih da nêrînên wezaretê, diyar kir ku biryara binçavkirinê ya ji bo Fîgen Yuksekdag hatiye kirin armanceke rewa ye û bi pîvan e. Di biryara AYM'ê di beşa "nirxandin"ê de ev daxuyanî cih digrin:

"Serlêdanek takekesî ya ku bi îdiaya girtina demê maqûl derbas kiriye yan jî di dema lêkolînên binçavkirinê de tedbîrên prosedurê nehatine mîsogerkirin an jî girtina serlêder di dema ku lêpirsîn an dadgeha yekem berdewam dike divê di her qonaxe ku piştî biryara berdewamkirina girtine hat dayîn de hemû riyen sêrledanê hatin tunekirin. An jî bi serbestberdanê di heyama serîlêdanê de bê kirin (Mehmet Emin Kiliç, B. No: 2013/5267, 7/3/2014, § 28). Li gorî vê yekê, serlêdera ku hîna dadgehkirina wê li Dadgeha Cezayê Giran a 22’emîn a Enqereyê berdewam dike, der barê wê de bi berdewamkirina dadgeha yekem, piştî bidawîkirina tedbîran di her qonaxek de ku biryara berdewamkirina girtina wê tê dayîn.

Dadgeha Destûra Bingehîn tenê di vê rewşê de dikare di çarçoveya bendên heftemîn û heştemîn ên xala 19 ya Destûra Bingehîn de lêkolînê bike ka girtina serlêder ji dema maqûl derbas dibe yan jî der barê giliyên din ên prosedur de lêkolînek bike. Bi van sedemên hatine diyarkirin, der barê van gilî û gazincên ku paşê serlêder anîne ziman de tu nirxandinek din nehatiye kirin.

"Bêparhiştina ji azadiyê ne mijara gotinê ye”

Di berdewamiya biryara Dadgeha Destûra Bingehîn de hat îdiakir ku Fîgen Yuksekdag ji ber biryara di sala 2019’an de hatiye girtin nehatiye binçavkirin û got; “Ji ber biryara girtinê ya di 20’ê Îlona 2019’an de ne mijara gotinê ye ku bi awayekî fizîkî ji azadiya xwe bêpar hatiye hiştin. Der barê biryara girtinê ku wekî encam bi awayekî şênber bûye mijara sêrledanê de, tu mudaxele li mafê azadî û ewlehiya şexsî yê serlêder nehatiye kirin.”

Di beşa "hikûm" a biryara Dadgeha Destûra Bingehîn de, "mafê azadî û ewlekariya kesane hatiye binpêkirin" ya di serlêdanê de hatiye gotin, diyar kir ku "bi awayekî eşkere ye ku bêbingeh e" û serlêdan "nayê qebûlkirin" hat dîtin.