Çima hinek kes nasnameya xwe vedişêrin û tiştan parve dikin?
Di demên dawî de di platformên medyaya dîjîtal de, gelek agahiyên ku bûyerên tacîzê û tacîza zayendî eşkere kirin hatin parvekirin. Bi van parvekirinan armanc ew e ku binpêkirina mafên jinan werin dîtin.
ESMAA FETHÎ
Qahîre – Pêla eşkerekirinên dawî yên derbarê tacîzê de bêyî behskirina navan an jî bêyî girtina rêyeke qanûnî ya fermî pêk hatiye, ku ev yek jî pirsên li ser sedemên ku hin kesên saxmayî neçar dikin ku bi eşkerekirina giştî razî bibin li şûna ku biçin dadgehê, derxistiye holê.
Pêla eşkerekirinên dawî aliyekî din ê pirsgirêkan jî eşkere kir, ji ber ku şahidiyên ku kesên ku wekî beşek ji çemberên piştgirî an ewlehiyê yên ji bo rizgarbûyan dihatin dîtin tawanbar dikirin, di nav xwe de digirt, ku ev yek fikarên li ser xwezaya têkiliyên di nav qadên piştgiriyê û sînorên wan ên pîşeyî de derxist holê.
Demxebûna civakî û zexta malbatê
Demxebûna civakî, li ser mexdûrên şîdeta zayendî dibe sedema fikarên mezin. Gilîkirina binpêkirinê tenê bi pêvajoya zagonî re bi sînor namîne, dibe sedem ku kesê ku rastî êrîşê hatiye bi pêşdaraziyên civakî, guman û sûcdariyan re rûbirû bimîne. Ji ber vê hinek jin, bi veşartina nasnameya xwe tiştên jiyane vedibêjin.
Parêzer Hiyam Cennaynî, diyar dike ku gelek jin li cihê serlêdana saziyên fermî daxuyaniyên li ser rûpelên destekê yan jî yên şexsî tercîh dikin û dide zanîn ku ev tercîh ji ber fikarên civakî yên der barê sûcên şîdeta zayendî ye. Ji ber ku kesên weke êrîşan tên ji aliyê civakê ve rastî bertekan tên. Bi taybetî ger kesên rastî êrîşê hatibin wan kesan nas bikin an jî berê têkiliya wan bi kiryar re hebe serpêhatiyên wan tên lêpirsînkirin. Gelek kes ji ber ku dê werin sûcdarkirin û berpirsyariyê bavêjin ser wan newêrin eşkere bikin.
Her wiha tirs tenê bi bertekên giştî bi sînor nîn e; carna di nava malbatê de jî rastî bertekan tên. Hinek zarokên keç, ditirsin ku dema bûyer were bihîstin, malbatên wan bertek nîşan bidin û şîdetê li dijî wan bikin. Bi taybetî ger berê têkiliya wan bi êrîşkar re hebe.
Dane û tevliheviya pêvajoya darazê
Bi zextên civakî re, kesên rastî tacîzê hatine, bi zoriyên zagonî re jî rûbirû dimînin. Bi taybetî di sûcên ku îsbatkirina wan zor e de. Barê daneyan gelek caran dikeve ser milên kesên ku rastî êrîşan hatine. Ev rewş, dibe sedem ku hinek jin nexwazin serî li riyên zagonî bidin.
Hiyam Cennaynî, da zanîn ku di dozên şîdeta zayendî de, ji ber bûyer li cihên girtî û dûrî çavan diqewimin, îsbatkirina wan zor e û got: “Ji ber kêmbûna daneyan, kesên rastî êrîşê hatine nikarin îsbat bikin û pêvajoyên zagonî hem dirêj didomin hem jî zextên civakî û derûnî çêdibin.”
Kesên ku reşîd nebûne û binpêkirinên mezintir
Di daxuyaniyên dawî de bûyerên têkildarî zarokên keç ên reşîd nebûne balê dikşînin. Zarokên di bin 18 salî de, ji aliyê zagonî ve, ji ber ku xwedî statuyeke cuda ne, ev bûyer hem ji aliyê hiqûqî ve hem jî mirovî ve hesas in. Hiyam Cennaynî, diyar kir ku zarokek ji 18 salî biçûktir zarok tê dîtin û têkiliya zayendî yan jî helwestên bi wî rengî rastî cezayên giran tên. Her wiha bal kişand ku zarokên di wî temenî de gelek caran, ji ber ku xwedî tecrube nîn in, zêdetir di bin bandora tiştên jiyane de dimînin.
Stratejiyên parastinê yên bersûcan
Bertekên hinek bersûcan êdî tenê bi înar û bêdengiyê bi sînor namînin; serî li stratejiyên ku parvekirinan lêpirsîn dikin û çarçoveyek ji bûyeran re çêdikin didin. Hiyam Cennaynî, diyar kir ku hinek bersûc bi parvekirina peyamên taybet an jî bi daxwaza lêpirsînên navxweyî hewl didin rewşê manîpule bikin û wiha domand: “Ev stratejî nîşan didin ku barê delîlan heye û îsbatkirin zor e. Her wiha dibe ku derbasbûna demê û îsbatkirina hinek bûyeran zortir bike û di hinek rewşan de ji aliyê zagonî ve bikeve ber demboriyê.”
Pêdiviya bi zagona parastina şahîd û kesên rastî êrîşan hatine
Hiyam Ceneynî da zanîn ku di rewşeke ku van zoriyan didomin de, ji aliyê zagonî ve parastina kesên rastî êrîşê hatine, yek ji hêmanên bingehîn e ji bo teşwîqkirina gilîkirinê û wiha domand: “Ji bo parastina daneyên kesên rastî êrîşan hatine divê temînatên zagonî hebin. Ev yek di jinan di warê serlêdana zagonî de bi cesaret bike. Zagoneke taybet a ku şahid û pisporan biparêze, tenê bi parvekirina bi sînor a daneyan pêkan e. Hebûna çarçoveyeke wiha zagonîw, dibe ku baweriya kesan bi pêvajoya edaletê zêdetir bike û wan teşwîq bike ku tiştên jiyane ragihînin.”
Daxuyaniyên dawî nîşan didin ku jin dema difikirin sûcên şîdeta zayendî ragihînin rastî gelek rewşên tevlîhev tên. Tirsa demxebûna civakî, barê delîlan û kêmasiya parastina zagonî, gelek jinan ber bi pêvajoyên zagonî yên zor ve dibe. Çareseriya van pirsgirêkan tenê bi teşwîqkirina giliyê ya kesên rastî êrîşan hatine bi sînor nîn e; divê ku çarçoveyeke hiqûqî û prosedurî were pêşxistin, mekanîzmayên parastina şahidan werin bihêzkirin û di nava civakê de hayjêbûn zêdetir bibe.