‘Zuhabûna çemê Xabûrê herêmê ber bi karesetan ve dibe’

Rêveberên meclis, sewaldarî, tenduristî û çandiniyê yên bajarê Til Temirê dewleta Tirk ji qutkirina ava çemê Xabûrê berpirsyar dibînin û dibêjin ku rojên li pêş dê bi xwe re karesetên jîngehî, aborî, mirovî û tenduristî bînin.

SORGUL ŞÊXO

Hesekê – Xabûr li Cizîra herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çemekî stratejîk e. Ji ber jêdera wê ji Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê ye, bi destpêkirina aloziya Sûriyeyê û Şoreşa 19’ê Tîrmehê re dewleta Tirk çem qut kir. Çem car bi car diherike, sedema herikandina wê ya demkî jî xwe dispêre carên ku lehî radibe û ava baranê, yan jî helîna berfê ji ser çiyayên Bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê di demsala biharê de çêdibe ye. Bi hatina havînê re, niha çem bi temamî miçiqî ye. Li cihên ku golên biçûk lê mane jî vediguherin zongav û masiyên biçûk ên mezin û mirî dixwin. Zongav jî dibe jêdera nexweşî û çêbûna gelek cureyên mêşên zirardar.

Li ser bandorên qutkirina çemê Xabûrê li ser rewşa giştî ya herêmê, bandorên li ser sewaldarî, çandiniya şînahiyên demsalî weke fêkî û zebzeyan her wiha bandora wê ya li ser tenduristiya mirovan jî me nêrîna rêveberên saziyên pêwindîdar girt.

Cîgera hevserokên meclisa bajarê Til Temirê Madlên El-Ibêd, ji beşa sewaldariyê ya Rêveberiya Çandinî û Avdanê Izedîn Hewas, her wiha ji Nexweşxaneya Zau Seng a Heyva Sor a Kurd Nalîn Yûnis, di heman wextê jî dayika ku ji ava çem baxçeyên xwe yên fêkî û zebzeyan av dida, ji ajansa me re axivîn.

‘Krîz û karesetên ji ber qutkirina çemê Xabûrê zêde ne’

Madlên El-Ibêd qutkirina stasyona Elok û Çemê Xabûrê wekî sûcekî şer pênase kir û wiha domand: "Ji Til Temirê heta Hesekê em krîzeke avê dijîn, berpirsê yekem ê vê krîzê jî dewleta Tirk a dagirker e. Qutkirina stasyona Elok zirarê da milyon û nîvek mirovan. Herêm piştî dagirkirina Serêkaniyê û qutkirina stasyona Elok, krîzeke peydakirina avê dijî, ji ber bîrên avê yên li vir hatine kolandin hemû jî şor in û ji bo vexwarinê nayên bikaranîn. Ev zirar dide civakê. Bi taybetî di mehên havînê de ava zêde ji mirov lawir û xwezayê re pêwîst dike, da ku her zindî bimîne. Nebûna ava paqij û bikaranîna ava bîr û sahrîcan bandorê rasterast li tenduristiya mirovan dike. Çemê Xabûr ku zêdetirî 80 hezar donim erdê li dora çem bi zêrê zer genim, zêrê spî pembo û zebzeyên demsalî diçînin, av dide; niha êdî zirarê dibîne. Qutkirina çemê Xabûrê kareseteke mirovî çêdike, bandorê li jîngeh û lawiran, li tenduristiya mirovan û avhewayê jî dike."

‘Nebin alîgir bi helwesteke mirovî li krîza avê binêrin û pêşî li vê yekê bigrin’ 

Madlên El-Ibêd bal kişand ser hevpeymanên navdewletî yên der barê çemên di navbera dewletan de û wiha anî ziman: "Ava herêmî û navdewletî, bi taybetî ew çemên di navbera dewletan de hevpar in nabe ku ji hêla tu dewletekê ve were qutkirin, an jî weke çekê li hemberî hev were bikaranîn. Qutkirina ava çemê Xabûrê jî sûcekî nû yê şer e li dijî gelê herêmê. Ji bo ku tî bimînin û her der veguhere çol û pêleke nû ya koçberiyê çêbibe vê yekê dike. Ji lewra Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê berpirsê vê yekê ye divê ku di asta yekem de ew xwe berprisiyarê çareserkirina vê krîzê bibîne, sûcên ku li dijî jîngeh û mirovan, bi qutkirina avê tên kirin cidî bigre dest û demildest bikeve tevgerê. Krîza avê û karesetên mirovî, jîngehî, aborî û tenduristî li ber deriyên herêmê ne. Em ji Rêxistina Tenduristiyê û rêxistinên mirovî yên ku av kar û berpirsiyariya wan e re dibêjin; nebin alîgirên aliyekî û berjewendiyên civakê bidin ber çavan, bi helwesteke mirovî bikaribin krîza avê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bi taybetî çemê Xabûrê û stasyona Elok çareser bikin."

‘Miçiqîna çem bandoreke mezin a neyînî li sewalkariyê dike’

Izedîn Hewas da xuyakirin ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê sewalkarî girîng û stratejîk e û wiha dirêjî da gotinên xwe: "Sewalkarî di salên dawî de ji ber nebarîna baranê, zûhabûn û bihabûna êm, gelek bi bandor bû. Beşek ji şivanan jî gelek pezên xwe ji dest dan û bi buhayekî erzan firotin. Qutkirina çemê Xabûrê bandoreke neyînî li sewalkariyê dike, ji ber qiraxên çem weke mêrgên xwezayî yên pez tên hesibandin. Qutkirina çem rûberên mêrgên xwezayî li herêmê kêm dike."

Izedîn Hewas wiha domand: "2023-2024 ji sala 2022-2021’ê baştir bûn, baran zêde bû mêrgên xwezayî dorfireh bûn û êm çêbû. Ji bo parastina sewalkariyê ji nexweşiyên cuda jî niha em vakslêdanê ango lêdana derziyan didomînin. Niha havîn e û çemê Xabûrê jî miçiqî. Bêguman ev bandorê li avhewayê dike û rewşeke zuhabûnê çêdike û ev rasterast bandorê li beşa sewalkariyê dike. Ya ku niha sektora sewalkariyê li ser piyan hiştiye jî ava bîran e. Dema pez nexweş bikeve divê ku yekser bigihîjînin ba beyteran û wan derman bikin da ku nexweşiyên wan belav nebin û bandorê li lawirên din nekin."

‘Mirovan didin qetilkirin çeman diçikînin ev Tirk çi dixwazin ji Xweda natirsin?’

Fehîme Ebdilrehman yek ji jinên bajêr e ku ji zarokatiyê ve şahidî ji xweşikbûna çem re kiriye, bi çend gotinan guherîna di çemê Xabûrê di navbera duh û îro de çêbûye anî ziman: "Xabûrê me tijî av dar û ber bû, kêliyeke li ber çem berdêla emrekî bû. Berê ava henefî, stasyon û torên avê nebûn, me ava çemê Xabûrê ji bo vexwarin, şûştin û paqijiyê heta avdana zeviyan bi kar dianî lê niha! Çem miçiqî ye, erdên me yên kesk veguherîne çolê. Em nikarin baxçeyan jî biçînin û tenê em ava şor bi kar tînin. Mirovan didin qetilkirin, çeman diçikînin ev Tirk çi dixwazin, ji Xweda natirsin? Masî di avê de dimrin, ma ev ne sûc e? Erdogan êdî bes e jê re, şerê ku li dijî me dike nebes e, hatiye şerê avê jî bi pêş dixe. Êdî bes e, bila ava me biherike û rijandina xwînê raweste. Ka ev rêxistinên navdewletî yên rewşa gel ji nêz ve dibînin çi dikin? Çima di çareserkirina pirsgirêka ava Elok û çemê Xabûr de rola xwe nalîzin?."

‘Bi herikîna çemê Xabûrê pêlên wê û bayê li rûyê me diket me hîs dikir em li buhiştê ne’

Fehîma ya ku gihayê şifelihê kom dike wiha dibêje: "Ji ber ku gihayê şifelihê bê av û xwezayî çêdibe, em hatine wê berhev bikin. Eger bibûya dê Erdogan ava binerd jî li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê qut kiribûya. Bi herikîna çemê Xabûrê, pêlên wê û bayê ku li rûyê me diket, me hîs dikir ku em di buhiştê de ne. Em sal 12 meh di biharê de bûn, niha ev faşîstê Erdogan li me kiriye havîna hişk lê em di wê baweriyê de ne ku dê careke din çem biherike û em ê dîsa welatê xwe kesk bibînin."

‘Zuhabûna çeman dibe sedema nexweşiyan’

Di warê tenduristiyê de jî Nalîn Yûnis da zanîn ku ji ber qutkirina çemê Xabûrê wan di sala 2022’an de zêdetirî 30 hezar kesên pêketiyên laşmaniyayê derman kirine û ew bi tirs in ku heman rewş careke din dubare bibe. Nalîn wiha dirêjî da gotinên xwe: "Av pêwîstiyek her wext e, kêmbûna avê bandorê li tenduristiya mirovan dike, tew ku çemên heyî neherikin nexweşî jê çêdibin û belav dibin. Ji goleke biçûk ewqas mêş çêdibin û ev bandorê yekser li mirovan dike ku wan rû bi rû yê pêketina heba salê ango laşmaniyayê dihêle. Sedema laşmaniyayê ku li vir zêdetirî 30 hezar kes di sala 2022’an de pê ketin, golên çemê Xabûrê bûn. Niha em heman rewşê dijîn, çem dîsa miçiqî lê ji bo ku careke din ev hejmara bilind a pêketiyan çênebe me semînerên hişyariya tenduristiyê ji nexweş û komînan re zêde kirine. Niha weke alternatîf em dikaribûn di nava du salan de civakê hişyar bikin, rê û rêbazên tedbîrgirtinê nîşanî wan bidin. Ev jî bû sedem ku di nava du salan de pêketiyên laşmaniya kêm bibin. Ji ber laşmaniya di payîzê de li ser laşê mirov xuya dibe, em ji havînê ve dest bi hişyarkirina civakê û belavkirina biruşoran dikin."

'Çareseriya ji bo gelek nexweşiyên çerm û laşmaniyayê herikandina çem e'

Li ser çawaniya tedbîrên ku divê civak bigrin jî Nalîn ev agahî dan û got: "Dema derketina mêşa laşmaniya ji dema roj dibe ava heta saetên sibehê ye, di vê wextê de jî divê ku kesên li ser banan radizên berî roj biçe ava kulekên xwe bigrin. Perdeyên ku qulên wan pir hûr bin li derî û pencereyên xwe bixin. Pêwîst e her kes baldar be îsal û bi tedbîr bin. Ji golên di çemê Xabûrê de gelek nexweşiyên çerm çêdibin. Ji lewre pêwîstiya hemû mirovan bi paqijiyê heye û ji bo paqijî hebe divê ku av jî were peydakirin. Herikandina çemê Xabûrê wê rê li ber gelek nexweşiyan bigre."