Kanî Barzan: Bihuştek di hembêza mirinê de
Krîza kêmbûna avê û rêveberiya xirab a rayedarên hikûmetê, Kanî Barzan ku wek ‘bihuşta çûkan’ a Îranê tê zanîn û li gel bi dehan cureyên çûkên xwecihî û koçber, gelek lawir û nebat, di hembêza mirinê de hatine hiştin.
IYAD RAD
Mahabad – Tirsa bêavbûnê di qelşên ziviyan de bi eşkere tê dîtin. Êdî dengê çûkan ê bi kêf nayê bihîstin, dema ji dûr ve were mêzekirin, ne dîmenê avê, manzereyek ya çolê tê dîtin.
Zeviya Kanî Berazan ku bi temamî hişk bûye, wek ‘Bihuşta Çûkan’ tê zanîn, 30 kîlometre li bakur rojhilatê Mehabadê û başûrê Gola Urmiye cih digre. Ev qada yekem a Îranê ku ya çavdêriya çûkane, rûberê wê hezar û 50 hektar e û ji 75 cureyên çûkên avî û peravê re maluvaniyê dike. Ji vane 13 cûrên wan di bin xetereya tunebûnê de ne.
Gelek çûk neçar mane koç bikin
Lêbelê, îsal, qazên gewr, qazên dûvik-pink, kêvroşkên bêaqil, qazên serî-spî, kêvroşk, çûkên kêm ên wekî grebe, kakolên sing-reş û pelîkan Zeviyê Kanî Berazan terikandine, neçar man koçî bendav û zozanên din ên wek Hassanlo û Neqadeh bikin. Zindiyên din bi taybet kevzên avê ji hişkesaliyê bandor bûn û tune bûne.
Ev qad berê jî rûbirûyî krîza bê avêyî bû, lê belê ji nîvê Îlona îsal ve di asta avê de ketinek cidî hate jiyîn û di meha Cotmehê de bi temamî hişk bû.
Pisporan sedemê hişkbûnê wek guherîna avhewayê û rêveberiya xirab a rayedaran nîşan dan. Diyar kirin ku di temînkirina ava çandinî û ava vexwarinê de zilên alarmê lê didin.
‘Av gelek kêm bûye’
Pispora jîngehê Rojîn Mihemedî têkildarî sedema hişbûnê û çareseriya ji nûve vegerandinê wiha got: “Îsal nêzî ji sedî 90’ê ava Çemê Mehabadê kêm bûye û di heman demê de, depoya avê ya Bendava Mehabadê jî li gorî sala borî 13 milyon metrekup kêm bûye. Ji ber vê krîzê tesîsa ava ku ji bo çandiniya bihara sala 2026’an hatiye veqetandin hate betalkirin. Di salên berê de, beşek ji ava embarkirî ya Bendava Mehabadê ji bo sererastkirina qadên zeviyan dihat berdan; lê îsal, ji ber kêmbûna zêde ya bendavan, para qadên zeviyan hate rakirin. Her çend gelek kes hêvî dikin ku sererastkirina qadên zeviyan bi destpêkirina baranê re ji nû ve dest pê bike jî, lê belê baran vê pirsgirêkê çareser nake. Divê gavên rêveberiyê û stratejiya çareseriyê bên pêkanîn.”
Kêmbûna avê dê bandorê li tenduristiya mirovan bike
Tê gotin ger ev pêvajoya hişkbûnê bideome, ji ber kapasîteya sînordar a bendavên derdor û zeviyên avî, di nava cûreyan de reqabet, di rêjeya zêdebûnê de ketin û di windahiyan de zêdebûn were jiyîn. Ji bo çûkên li bakurê rojavayê Îranê, li gel hişkbûna qada herî girîng a jiyanê, ji derveyî koça neçarî ya çûk û zindiyên peravê, wê bandorek nerênî li jiyana gundiyên derdor, çavkaniyên debarê û tenduristiya wan bike.
Di nava 20 salan de, gelek zeviyên avê yên li Îranê, rû birûyî kêmbûna asta avê û hemû xeteriyên mirina ekolojîkin. Li gorî raporên saziya Parastina Jîngehê, ji zêdetirî 80 qadên zozan ên qeydkirî, nêzî ji sedî 70’ê di astên cûda de hişk bûne, an kêm bûne û ev rewş jî ziyanên cidî yên hawirdor bi xwere tîne.
Çolbûn zêde dibe
Zeviyên avî ne tenê qada jiyanê ya bi hezaran cureyên nebat û ajalan, bi taybet çûkên koçber, di heman demê de ji bo civakên herêmê jî çavkaniyek girîng a jiyanê ye. Ji derveyî vê depokirina karbonê, xwedî rolên girîng ên wek sererastkirina germahiya herêmê ye û tunebûna wan di asta herêmî de wê pêvajoya germahiya gerdûnê leztir bike. Di heman demê de hişkbûna zeviyên avî, kalîteya ava ser erd û binerd kêm dike, wê erozyona xakê û çolkirinê zêde bike.