Xeta madenê ya li Bamyanê pêşeroja gundiyan tarî dike
Li gundê Pay-Kotel ê Bamyanê, projeyên madenê yên Talîbanê bûn sedema qeyraneke mezin. Gundî di bin tirs û çavdêriya çekdaran de ne, ne tenê zeviyên xwe yên kartolan her wiha debar û pêşeroja xwe ya jiyanê jî winda dikin.
BAHARAN LEHÎB
Bamyan – Li gundê Pay-Kotel ê Bamyanê, bi destpêkirina xebatên madenê re erdên çandiniyê û debara malbatan dikevin bin xeterê. Gundî di bin zext û çavdêriyê de neçar in mal û zeviyên xwe biterikînin û pirsên li ser pêşeroja wan jî bêbersiv dimînin.
Li ser riya gundê Pay-Kotel, di nava xebatên madenê de erdên çandiniyê xuya dikin. Heta demek berê, ev erd ji bo çandina kartolan dihatin bikaranîn ku beşek girîng ji debara gundiyan bû. Gundî dibêjin ku ji destpêka xebatên madenê ve, ji hinek malbatan hatiye xwestin mal û erdên xwe biterikînin.
Pay-Kotel yek ji gundên derdora herêma madenê ya li Bamyanê ye. Li vir, jiyana mirovan bi erd û çandiniyê ve girêdayî ye. Nêzî 50 malbat li gund dijîn û pêşeroja erdê ku bi salan e ji bo çandiniyê bikar tînin niha ne diyar e.

Astengiyên li ser rê û tirsa gundiyan
Ji bo ku em bigihîjin gund, em li ber deriyê herêmê rastî hêzên Talîbanê hatin, wan rê nedidan kesên xwecihî nîn in bikevin hundir. Ji ber vê yekê, ne mimkun bû ku em bi gundiyên din re biaxivin an jî rasterast deverên din ên gund bibînin.
Tevî vê yekê, cotkarekî ji gund razî bû ku biaxive. Wî rave kir ku ji bo malbatên li gund, ev erd ne tenê zeviyên çandiniyê, di heman demê de çavkaniya wan a sereke ya dahat û debara jiyanê bû.
Tiliya xwe ber bi zeviya kartolê ve dirêj kir û got: "Em mirovên xizan in. Tenê hêviya me ev kartol bûn. Talîbanê ew jî wêran kir."
Li gorî gotina cotkar, malbat neçar mane berhemên xwe beriya tam bigihîjin berhev bikin. Her wiha got ku ew neçar mane mal û erdên xwe biterikînin.
Lê belê dema ku zilamekî çekdar nêzî herêmê bû, sohbet qut bû. Cotkar dema ku wî dît bêdeng ma û nexwest sohbetê bidomîne. Bi hesta ku em di bin çavdêriyê de ne, piştî demekê me jî herêm terk kir.
Ev ezmûna meydanî nîşan dide ku pirsgirêka madenê li herêmê ne tenê bi derxistina çavkaniyên xwezayî ve sînordar e, ji bo gundiyan, pirsgirêk rasterast bi erd, mal, dahat û ewlehiya jiyana wan ve girêdayî ye.
Pêşveçûna madenê û polîtîkaya Talîbanê
Bamyan yek ji herêmên bi madeyên mîneral ên Efganistanê dewlemend e û di salên dawî de, gelek projeyên ji bo bikaranîna rezervên hesin û madeyên din derketine holê. Di Hezîrana 2026’an de, Wezareta Maden û Petrolê ya Talîbanê ragihand ku peymanek 30 salî bi du şîrketên herêmî re îmze kiriye da ku li navçeya Yekavlang a Bamyanê madenek hesin bixebitîne.
Li gorî daxuyaniya wezaretê, maden rûberek 85 kîlometreçargoşeyî digre nava xwe û peymandayîna ji sedî 20 para hikûmetê ye ku hemû operasyonên hilberandinê dê li Efganistanê werin kirin.
Karbidestên Talîbanê xebitandina van madenan wekî beşek ji pêşketina aborî ya Efganistanê û afirandina kar dibînin. Lê belê pirsa bingehîn ji bo xelkê Pay-Kotel cuda ye. Ger madenkirin bi lêçûna erd û malan were kirin dê ji vê pêşveçûnê çi para nifûsa herêmî hebe?

Bandorên aborî û civakî yên windakirina erd
Ji bo malbatên ku li deverên gundewar dijîn, erd ji zeviyeke çandiniyê wêdetir e. Dahata ji erdê tê girtina pêdiviyên malbatê yên xwarin, tenduristî, perwerde û pêdiviyên din peyda dike. Windakirina erdê, nemaze li deverên ku derfetên kar kêm in, dikare malbatan bi pêşerojek nediyar re rû bi rû bihêle.
Di rewşeke wisa de, mijara tezmînatê gelek girîng e. Ger malbatek neçar bimîne erd an mala xwe biterikîne divê bi zelalî were destnîşankirin ka dê li şûna wê çi were dayîn û divê were destnîşankirin ka tezmînat dê lêçûna rastîn a windakirina çavkaniya dahata malbatê bigre nav xwe.
Pirseke din jî ev e ku gelo nifûsa herêmî dê ji derfetên kar ên ku ji hêla projeyên madenê ve têne afirandin sûd werbigire, û gelo beşek ji dahatên madenê dê ji bo baştirkirina rê, dibistan, lênerîna tenduristiyê û binesaziyên din ên herêmê mere xerckirin.
Encamên windabûna erdê ne tenê bandorê li mêran an xwediyên fermî yên erdê dikin. Jinên ku li gundan dijîn di çandiniyê de û debara malbatên xwe de jî rolek dilîzin. Windabûna erdê dikare bandorê li rewşa wan a aborî û civakî jî bike.
Dema ku malbat ji cih û warên xwe tên derxistin, jin dikarin li gorî endamên din ên malbatê bi zehmetiyên aborî yên mezintir re rû bi rû bimînin. Zarok jî dikarin dibistan û malên xwe winda bikin dema ku neçar dimînin gund biterikînin.
Li gel vê yekê, dengê jinan û endamên din ên malbatên ku rasterast bandor li wan çêbûye di pêvajoyên biryardayînê yên têkildarî projeyên madenê kêm caran tê bihîstin.
Maden ji bo kê pêşketin e?
Xelk dixwazin bizanibin malbatên ku erd an malên xwe winda kirine dê çi celeb piştgirî bigrin gelo ji bo wan cihên jiyanê yên alternatîf dê werin peydakirin, çend kes ji herêmê dê di projeyan de werin xebitandin û gund dê heta çi radeyê ji xizmet û veberhênanên binesaziyê yên sozdayî sûdê bigrin.
Ji aliyekî din ve, hikûmet û şîrketên xebitandinê li ser dahat, veberhênan û derfetên kar ên ku dê ji madenan werin bidestxistin diaxivin. Cudahiya di navbera van herdu vegotinan de pirsa ‘Maden ji bo kê pêşketinê tîne û kî bedela wê dide? Ku ev yek li Pay Kotelê bêbersiv dimîne.
Li Pay-Kotelê, em ne tenê rastî dîmenên guherbar ên axê hatin, di heman demê de rastî mirovên ku bi tirs li ser tiştên hatibûn serê wan diaxivîn jî hatin.
Astengiyên hêzên Talîbanê û nêzîkbûna zilamekî çekdar ku sohbeta me ya bi cotkar re qut kir, atmosfera herêmê bi zelalî nîşan dide. Ev yek nîşan dide ku gundî nikarin bi hêsanî rave bikin bikin çi bi serê erd û jiyana wan de hatiye.
Ji bo malbatên ku bi salan e li ser vê axê dijîn, pirsgirêk ne tenê derxandina hesin an avakirina tesîsên madenê ye. Pirsgirêk ew e ku gava operasyonên madenê û derxandina çavkaniyan bi dawî bibin dê çi ji van kesan re bimîne ku erd û malên wan niha rastî guhertinê tên.
Li Pay-Kotel bersiva vê pirsê hê jî ne diyar e.
