Seher Reşîd: Şer xak û xwarinê qirêj dike
Şer bandorê li xak û xwarinê dike û wisa dike ku welatî bitirsin ku berhemên biharê bikirin. Pispor Seher Reşîd dibêje: “Şer xak û xwarinê qirêj dike, çareseriya herî baş, dûrketina ji berhemên li Îranê tên çandin û tînin herêma Kurdistanê ye.”
MÎHRÎBAN SELAM
Helebce – Şer zirarek mezin dide xak û zeviyê çandiniyê û ziyanek demdirêj dihêle. Ev wêrankarî li gel têkçûna bînesazî û hilberandinê, dibe sedema ne ewlebûna xwarinan û rê li ber birçîbûna navxweyî û zîncîra nehilberandina gerdûnî vedike.
Rojane sotemenî û qirêjbûna madeyên kîmyewî kalîteya xakê têk dide. Zirarên wê bi dehan sal dimînin.
Şerê DYE-Îsraîl û Îranê bandorê li ser xaka Kurdistanê dike. Têkildarî mijarê pispora zanista xwarinê Seher Reşîd ji ajansa me re axivî û wiha behsa bandorên şer li ser jîngeh, xwarin û xakê kir û got: “Ger em behsa bandorên şer li ser jîngehê bikin divê em bizanin ku çawa berê xwe daye herêmê, bandor li ser jîngehê, zincîra xwarinê û jiyana me dike. Şer bandorê li jiyana me dike. Jîngeh qurbaniyê herî bêdeng ê şere û em mirov dema ku şer rû didin dikarin biçin şikeftan, koç bikin, lê belê jîngeh bi bêdengî dibe qurbanî.”
Şer û bandora wê ya li ser jîngehê
Seher Reşîd da zanîn ku jîngeha herêmê ji xak û avê pêk tê, rasterast şer bandorê li xak û avê dike û wiha got: “Niha şer heye, dûkelek reş li esîmanan tê dîtin û tesîsên neftê dişewitin û balafir bi berdewamî tên û êrîş dikin û ev jî dibe sedemê qirêjbûnê hewa û jîngehê. Her wiha hedefgirtina tesîsan dûkelên wê bi hezaran kîlometre dûr tê dîtin. Şer tenê bandorê li herêmê nake û bandorê li dewrûber jî dike. Bandora şer ne tenê li ser cihekê ye, bandorek demdirêj dihêle.”
‘Şer xak û xwarinê qirêj dike’
Seher Reşîd wiha behsa şer û bandorên wê kir û wiha pê de çû: “Bermahiyên şer dikeve nava xakê û xakê qirêj dike û ew jî dikeve nava zîncîra xwarinê. Ew madeyên dikeve nava xakê, xwarinê qirêj dike. Ji ber dikeve nava kalîteya xakê. Dikeve nava av, nebat û zindiyan û xwarinê qirêj dike. Av qurbanek din ê şer e. Li Kurdistanê barana zêde wek pîroz e, lê belê li cihên ku şer lê heye tê guhertin û dibe barana bi asîd. Ev jî bandorek neyînî li qadên çandinî, xwarin û mirovan dike. Zirar heta deryayan dirêj dibe û ev zirar demdirêj dimînin. Barana bi asîd, madeyên kimyewî dighê xakê, madeyên çalak ên xakê dişewitîne û xakê jehrî dike. Ev jî wisa dike ku xak ji bo çandiniyê neyê bikaranîn. Di heman demê de çavkaniya ava şîrîn jî qirêj dike. Herêmên wek Kurdistan ku ji şer dûr e, her çend li esîmanan tenê balafir xuya bikin jî, bermahiyên şer li esmînan dimînin û li gel baranê dikeve xwarê û metirsî dibe.”
‘Çareseriya herî baş, dûrketina ji xwarinê ji Îranê tê ye’
Seher Reşîd di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Niha em di rewşek wisa dene ku divê em bikevin nava tevgerê. Çareseriya herî baş, dûrketina ji xwarinên ji derve tê hilberandin, bi taybetî jî Îranê. Kurdistan xwedî xak û ava paqij e û cotkar bi xwe dikarin berhemên xwe hilberînin. Da ku sifreyên me paqij bin. Her wiha divê aliyên peywendîdar piştgiriya cotkaran bikin. Çavkaniya avên rûbaran baş in û ji ber vê divê astengiyên siyasî bidina aliyekê ji bo sûdgirtina ji avê, avê depo bikin. Ev cûreyên bandoran gelek in û Kurdistan parastiye û divê her kesek plan deyne û vegere jiyanê. Dikarin niha vegerin giyayên biharê û ji berhemên li dûr tên hilberandin dûr bikevin.”