“Rewşa aborî û siyasî bandorê li qirêjiya xwezayê jî dike”
Bihar werza ciwanî û xweşiktiya xwezayê ye, bi destpêkirina werza biharê re geşt û festîfal tên li darxistin lê aliyên berpirsyar di asta pêwîst de giringî nadin paqijiya xwezayê.
ŞINYAR BAYÎZ
Silêmanî - Bi hatina werza Biharê re geşt destpê dike û festîfal tên li darxistin. Bihar bi xwezaya xwe ya ciwan wêneyek xweşik derdixe, lê geştiyar derdorê qirêj dikin û bê ku paqij bikin ji cihê ku lêne derdikevin û diçin. Dema em temaşeyî wêneyê piştî geşt, seyran û festîfalan dikin em dibînin ku li gorî pêwîste xweza paqij nayê girtin û geştiyar xwe weke berpirsyarê xweza û şinatiyê nabînin û xwezayê qirêj dikin. Ajansa me berê xwe da cihê festîfala Elî Beg Caf ku di 1’ê Nîsanê de li gundê Baxan ê girêdayî Qeredaxê hatî li darxistin. Bi hezaran dolar li vê festîfalê hat xerckirin, lê ew pere piştî festîfalê ji bo paqijiyê bi kar nehat. Piştî heftiyek li ser festîfalê re derbaz bû, xwezaya herêmê weke çopê lê hat û gelek ziyan giha xwezayê.
Endama desteya festîfalê Hebîb Mehemed Caf di derbarê aliyên paqijiyê ya festîfalê de ji ajansa me re axivî û diyar kir ku salên borî piştî festîfalê di demek kin de dihat paqijkirin û got: “Îsal şaredariya Qerdax gotin ku ger hinek pare bidin wan wê bi xwe paqij bikin û nêzî milyonek û 200 hezran girtin, mixabin şaredarî gotibû emê bi xwe paqij bikin û heta niha jî paqij nekirin. Di salên bûrî de kampanya erkê paqijiyê girtin ser milê xwe û di rojekê de bi temamî paqij dikirin, mixabin îsale karê xwe xistiye destê hikumetê û karê xwe ji bi başî rêve nedibir.”
“Sedema sereke ya qirêjiya xwezayê mirove”
Mamostaya zanîngehê û pispora xwezayê Rojan Ferîdûn jî bi bîrxist ku sedemê destpêkê yê qirêjbûna xwezayê mirove û wiha domand: “Sedemê sereke yê qirêjbûna xwezayê mirove, ji ber roj pey rojan tewanê wana zêdetir dibe, mirov dikare bêje ji ber hêjmara zêde ya mirovan li ser zeviyan xweza û şînatî qirêjtir dibe. Hemû qirêjî bandorek neyênî çêdike û niha bandorek zêdetir çêdike û şiyariya hemwaltiyên me kême. Madeyên pilastîk piraniya wê madeyên jehrawîne li ser ruyê erdê ziyanê dide zindiyên ser ruyê erdê. Ne şerte dema diçî geştê û seyranê madeyên pilastîk li gel xwe bibe dikarin şuşe li gel xwe bibin, şiyariya kesan kême û bepirsyartiya xwe ya beramberî xwezayê pêknayne. Sedemê vê jî hebûna rewşa siyasî û aborî ya niha li herêma Kurdistanê ku xelk baş nêzî xwezayê nabe. Parastina xwezayê dû aliyên xwe hene, beşek taybete ji bo hemwelatiyan beşa dinê jî dikeve ser milê hikumetê û aliyên peywendîdar. Ji ber hinek hemwelatiyên şîyar hene û piştî xwe kom dikin û hikumet jî pêwîste erkê ku dikeve li ser milê wan pêk bîne û ji vê rewşê re çareseriyekê bibîne.”