Qutkirina çemê Xabûrê karasatên mirovî û jîngehî bi xwe re tîne
Çemê ku li dora wê gelek şaristanî ava bûne, niha bi miçiqîniyê re rû bi rû maye û karasatên pir mezin yê mirovî û jîngehî bi xwe re tîne. Qutkirina çemê Xabûrê sûceke li dijî mafê mirovî û xwezayî ye.
SORGUL ŞÊXO
Dewleta tirk a dagirker, çeteyên DAIŞ, Rêjîma Baas, PDK'ê û gelek hêzên hegemon ên çalak di dosyeya Rojhilata Navîn û Sûriyê de li pişt perderyan li dijî projeya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk şerekî kûr û dûr bi awayên pir zirav dimeşînin. Qutkirina çeman, stasyonên avê û kêmkirina dayina miqdarên pêwîst yê avê jî bi serê xwe şerek e. Şerê avê yê ku tê meşandin kirîzên aborî û tenduristî derxistiye holê.
Çemê Xabûr li rex dergûşa mirovahiyê ye
Çemê Xabûr li Sûriyê gelek şûnwar û girên arkeolojîk ên ku vedigerin serdem û şaristaniyên ku li vê herêmê ava bûne, ku şahidî ji şaristaniyên Aramî, Mîtanî, Aşûrî, Amorî, Suryanî, Keldanî û hwd re kiriye. Heman wextê de jî hejmareke pir mezin ji qadên arkeolojîk û girên kevnar li dora çem hene, yek ji wan jî girê Til Xelef e. Ev dever ligel herêma Cizîrê yek ji şaristaniyên herî girîng di dîroka mirovatiyê de tê dîtin ku li rex çemê Xabûrê li Sûriyê rabû û geş bûye. Her wiha wekî dergûşa mirovahiyê tê binavkirin.
Xabûr yek ji çemên Cizîra Sûriyê û çemê sereke yê Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye. Yek ji girîngtirîn çavkaniyên çemê Firatê ye û yek ji herdû çemên çepê Firatê, Xabûr û Belîx in. Hema bêje herêmeke pêwendiyê di navbera girava jorîn a Sûriyê û girava jêrîn de çêdike.
Rêhevalê erdê
Xabûr bi aramî tê wateya rêhevalê erdê. Xa, rêheval û Bûr tê wateya erdê ku nehatiye cotkirin. Dirêjahiya çem ji Serêkaniyê heya Til Temir, Hesekê û Dêrazorê dighêje 320 km. Ava çemê Xabûrê ji Serêkaniyê tê Til Temirê, diçe Hesekê tevlî ava Ceqceqê dibe û bihev re dikevin ava çemê Firatê li Dêrazorê û ji wir derbasî axa Îraqê dibin.
Tenê zivistanan çem diherike
Xabûr di destpêka avabûna xwe de ji kaniyên berê ava Xabûr ya ku kaniya Eyn Xezal li quntara Çiyayê Karadagê li Tirkiyê pêk dihat. Destpêkê de, avên wê yên bi rêjeyek sînordar rasterast ber bi rojhilatê Til Xelef a Serêkaniyê diherike. Lê ji ber ku dewleta Tirk li ser xaka xwe bendav li ser çemê Xabûr çêkiribûn û gelek bîrên di bin erdê de kolandin û dikolin jî, ava çemê Xabûrê bi rêjeya ku tê xwestin derbasî Sûriyê nabe. Çem tenê di salên barana zêde û nîvê demsala zivistanê de diherike. Lê havînan çem dimiçiqe û zuha dibe. Ji demên kevnar ve, mirovan ava Xabûrê di çandiniya avdaniyê de bikar anîn e.
Binpêkirina peymana avê
Binpêkirina peymana ku bi Sûriyê re li ser dabeşkirina parên ava çemê Firatê ji aliyê Tirkiyê ve hatiye îmzekirin, û "dizîna miqdareke mezin ji ava ku li hundirê Tirkiyê tê girtin bû sedema zuhabûna çemê Xabûr û şaxên wê. Di encama rawestandina projeyên çandiniyê li ser benahiya çemê Xabûr, deverên berfireh ên zeviyên çandiniyê ji veberhênanê derketin. Dewleta Tirk para Sûriyeyê ji ava çemê Firatê miqdareke pir kêm ne zêdetirî 200 metrekup di saniyê de berdide, ev tê wateya ku avê ligel xwe kom dike. Li gorî peymana di navbera Tirkiye, Sûriye û Iraqê de ku di sala 1987'an de hatiye îmzekirin divê ku Tirkiyê di saniyê de 500 metrekup ava çemê Firatê berde Sûriyê. Lê ev par wê ne tenê ji bo Sûriyê be lê belê para Îraqê heye û dighêje 60. Ev yek ji bo çemê Xabûrê jî derbasdar e.
Hikûmeta Sûriyê çi dibêje?
Di demekê de ku hikûmeta Sûriyê Tirkiyê tometbar dike ku bi destdanîna ji nîvê zêdetir para Sûriyê ji avê, ku ne li gorî protokola di sala 1987'an de bi aliyê Tirkiyê re li ser lihevkiribûne. Her wiha nabe ku kêmtirî 500 metrekup di saniyekê de were.
Çima di 23'ê Sibata 2015'an de Xabûrê miçiqî veguherî lehî?
Gelek belgeyên ku têkiliya DAIŞ bi bavê xwe yê giyanî ango Erdogan re eşkere dikir, hene. Di şerê Kobanê sala 2014'an de yekem car têikiliya DAIŞ û Tirkiyê eşkere bû, paşê roj bi roj belgeyên ku ji aliyê şervanên QSD'ê û YPJ'ê ve dihatin dîtin rastî bêtir derket holê. Herî dawî jî dîtina alên Tirkiyê û cilên leşkerên Tirk di hundirê Kampa Holê de bû. Gelek mînakên ku em bînin ser ziman hene lê ya herî girîng di berdana Tirkiyê ji ava çemê Xabûrê re di saetên êrîşa çeteyên DAIŞ'ê li ser navçeya Til Temirê û gundên qiraxa çemê Xabûrê bû. Di berbanga 23'yê Sibata 2015'an de sivîlên ku dixwestin xwe ji şûrên çeteyan û mirinê xilas bikin, nikarîbûn avê çem derbas bikin, ji ber lehî rabûbû. Çemê ku miçiqî di şevekê de veguherî lehî. Sivîlan nikarîbûn xwe xilas bikin, di nava pencên çeteyan de man, yê ku li ber xwe didan ew kuştin.
Bandora qutkirina çemê Xabûrê li ser çandiniyê?
Li Til Temir û gundewarên wê bi giştî: 103 hezar û 429 donim erd heye. Jê 50 hezar donim niha di bin dagirkeriyê û 10 hezar donim jî dikeve xeta agir di navbera Hêzên Meclisa Leşkerî a Til Temirê û dewleta tirk a dagirker de ye û ji aliyê cotkaran ve nayê çandin.
Li van erdan awayên cûr be cûr yê şînkayî, hişkayî û gelek rengên din tên çandin. Wekî: pembû, ceh, genim, zebeş, konçî, berberoj, baxçeyên havîn û zivistanî û garis.
Berhemên erdê genim û ceh yê avî ku li ser bîran tê avdan ji %75 e. Li gorî salên borî berhemên bejî pir lawaz e ji ber qutkirina ava çemê Xabûrê û kêmbarîna baranê.
Lîsansa bîran li ser çemê Xabûr hat rawestandin
Li gorî Saziya Çandiniyê a Til Temirê 110 bîrên deryayî lîsans in ango hatine terxîskirin. Bîrên rûvî jî terxîskirina wan berdewam e. Her wiha li gorî saziyê ji derveyî bîrên di bin dagirkeriyê de bi giştî hejmara bîrên deryayî 146 in.
Li gorî Desteya Çandiniyê a Bakur û Rojhilatê Sûriyê lîsansa bîran li ser qiraxa çemê Xabûrê îsal hate rawestandin. Ji ber çemê Xabûr miçiqiye û baran jî kêm tê. Lê belê berê jî 23 bîr li ser qiraxa çem hatibûn kolandin.
%75 xwedîkirina pez paş ketiye
Heman demê de bandora qutkirina çem, zuhabûna rewşa hewayî li ser beşê sewaldariyê jî heye. Îsal ji %75 xwedîkirina pez paşketiye. Em bûn şahidê vê yekê ku şivanan di magefan de pezê xwe bi pereyên erzan difrotin. Ava kêm û şînkaya kêm bû sedema ku şivan ewqase derd bikşînin.
Bandora li ser tenduristiyê… 40 hezar kes bi laşmaniya ketin û dikevin
Ne tenê di warê aborî, çandinî û sewaldariyê de zirar û alozî derketin lê belê di warê tenduristiyê de jî pirsgirêk hebûn. Par ango di sala 2022'an de tenê 40 hezar kes bi nexweşiya laşmaniya ketin û heya niha jî tên derman kirin. Di vê salê de jî ku ji 3 mehan heya vir de 100 kes bi laşmaniya ketine. Til Temir ne tenê bi êrîşên dagirkeriyê lê belê bi gelek şeran re rû bi rû tê. Ji laşmaniya heya kolêra, sedef û nexweşiyên di çerm de derdikevin. Ji navçûna zarokan heya ciwanan û kalûpîran.
Her wiha nêçîrvan gazinan ji qutkirina avê dikin. Ji ber qutkirina çem êdî beşê xwedîkirin û girtina masiyan jî dixe metirsiyê de. Ji ber ava nepaqij gelek rengê masiyan wenda bûn, ji ber di ava qirêj de nikarin jiyan bikin. Nêçîrvaniya masiyan bûbû çavkaniya debarê a mirovan lê belê di salên dawî de dîtina masiyan û girtina wan jî pir kêm bûye.
Li ser çemê Xabûr çêkirina bendavekî nû
Bi dagirkirina Serêkaniyê û Girê Spî re dewleta tirk û çeteyên wê gelek binpêkirin derheqê mirov û xwezayê de pêk aniye. Piştî çend mehan ji dagirkirina Serêkaniyê, çeteyên dewleta tirk a dagirker li gundê Menacîr ê rojhilatî Serêkaniyê dikeve li ser çemê Xabûr satirek çêkirin, ew ava ku derbas dibû jî qut kirin.
Çareserî
Çareserî ji derveyî herikandina ava çemê Xabûrê û berdana wê ji aliyê dewleta tirk ve tu çareseriyeke din tune ye. Yekem car di dîroka Sûriyê de ewqase hezar kes ji ber qutbûyîna ava çemê Xabûrê, bi nexweşiya laşmaniya dikevin û pêketina wê jî di nava van êrîşên dijwar de didome. Li gorî Şaredariya Gel jî derfetên paqijkirina çemê ku ji 30 gundên Til Temirê pêk tên û li ser dirêjahiya 24 km tenê di erdîngariya navçe û gundewarên wê de ye, tune ye.