Qirêjkirina Gola Wanê jiyana zindiyan dixe xeterê
Gola Wanê di meha Nîsanê de ji heriyê hat paqijkirin lê ekolojîst diyar dikin ku ev çareseriyeke demkî ye. Endama Komeleya Ekolojî ya Wanê Ayşe Ergun got: “Paqijkirina binê golê ne çareserî ye divê saziyên sefandina avê û avêtiyan bi her awayî bixebitin.”
MEMÎHAN HILBÎN ZEYDAN
Wan – Keviyên 450 metre yên Gola Wanê bi 3 hezar û 570 kilometrekareyî rûbera xwe li herêmê kortala herî mezin e. Li derdora golê bajarek, 6 navçe û 136 gund û fabrîka hene. Zêdebûna nifûsa li herêmê bûye sedema qirêjbûna avê.
Ji ber ku avêtiyan bêyî sefandin davêjin nava golê, li gol û derdora wê tê qirêjkirin û sersariya li dijî xwezayê, hemû zindiyên li derdora Gola Wanê dikevin xeterê.
Qirêjiya ava Gola Wanê tişteke nû nîn e. Di salên 1990’an û 2000'an de asta ava golê bilind bû û saziyên sefandinê yên heyî û xetên kanalîzasonê di bin avê de man. Vê rewşê bû sedem ku zibaleyên bajar bikevin nava golê û qirêjî keviyên golê dagirin. Di salên 2021 – 2024’an de piştî ku Saziya Sefandina Avê ket dewrê, qirêjiya ku diket golê ji sedî 90 kêm bû lê heriya binî ya ku ji salên berê ve maye, ji ber ku nahêle gol xwe bi xwe paqij bike, giranî dan paqijkirina binî.
Di navbera salên 2025 – 2026’an de 2 milyon metrekup herî ji golê hat derxistin, vê yekê pergala ekolojîk a golê (mikrobiyalit û riyên koçberiya masiyên darex (încî kefalî) hêsan kir lê xeter hê jî heye.
‘Rêbaza paqijkirinê dijberî akolojiyê ye’
Endama Komeleya Ekolojiyê ya Wanê (EKO-DER) Ayşe Ergun, diyar kir ku heriya li binê Gola Wanê hatiye paqijkirin lê ev yek bi serê xwe têr nake û wiha got: “Paqijkirina heriya binî rêbazeke ekolojîk nîn e. Ev yek çareseriyeke demkî ye. Divê ku ji bo çareseriya daîmî saziyên avê û sefandina avêtiyan bi hemû kapasîteya xwe werin xebitandin lê li cihê xebatê ji ber ku çem û newal tevlî ava kanalîzsyonê dibin û dirijin nava golê pirsgirêk mezintir dibe. Ji meha Nîsana 2026’an pê ve tê paqijkirin, em dikarin bibêjin ku hinek be jî ji bo golê baş bûye lê divê çareseriyên daîmî hebin.”

‘Bandorê li ser tendirustiya mirovan dike’
Ayşe Ergun, bal kişand ku 2 milyon û 86 hezar metrekup hatiye paqijkirin li ser girîngiya hevsengiya ekolojîk wiha got: “Heta beriya sala 2021’ê me riyên çûkan dişopand. Em dibînin ku di salên dawî de çûk careke din vegeriyane cihên xwe yên berê. Bêguman tirseke pir mezin heye. Bi taybetî li derdora Artemêtê, em dibînin ku mirov êdî rûnanên lewre bandorê li ser tendirustiyê dike. Mirov dikare bibêj ku ev qirêjahî dibe sedema nexweşiyên enfeksiyona demdirêj.”
‘Pirsgirêka binesaziyê heye’
Ayşe Ergun diyar kir ku li tevahiya welat, pirsgirêka binesaziyê heye li Wanê jî heman pirsgirêk hene û wiha domand: “Divê ev pirsgirêk werin çareserkirin. Divê avêtiyên kanalîzasyonê nekevin nava golê, ji bo vê pergalek were pêşxistin. Di vê xalê de divê rêveberiyên xweser baş bixebitin. Bi taybetî di warê îmar û binesaziyê de dikarin modelên cuda biceribînin. Yek ji pirsgirêkên din ên bingehîn jî kombûna mekanîk e. Her axa ku ji newalan diherike navê dibe sedema heriya binê golê. Ji ber wê mesele paqijkirina axa binî nîn e divê rasterast pêşî were girtin ku nekeve navê. Dikare ji serekaniyê ve pêşî lê were girtin, rehabilitasyona mekanîk were kirin. Ji ber ku paqijkirina heriya binî têr nake divê kapasîteya saziyên sefandinê zêdetir bibe.”
Ayşe Ergun diyar kir ku paqijkirina Gola Wanê de beriya qeyûm, xebatên bir bi baldarî ji bo zêdekirina kapasîteya golê dihatin kirin lê qeyûm van xebatan daye rawestandin. Ayşe Ergun, wiha got: “Ji bo pêşîgirtina li qirêjiyê divê kontrola sifir deşarj hebe. Ger sifir deşarj neyê kirin dê bar zêde bikeve ser golê û em ê tenê bi paqijkirina wê bi sînor bimînin. Di heman demê de divê em polîtîkaya avê li herêmê birêve bibin. Em di gelek waran de kêmasiyan dibînin.”
‘Divê adaptasyona bi krîza avhewayê re bikeve meriyetê’
Ayeş Ergun bal kişand ku divê adaptasyona krîza avhewayê demildest bikeve meriyetê û wiha berdewam kir: “Divê Gola Wanê êdî bigihîje statuyeke zagonî. Weke kortal tê dîtin û ji ber vê yekê derfetên wê kêm in. Gola Wanê xwe bi xwe paqij dike û ji kapasîteya xwe zêdetir efor xerc dike. Dema em dinêrin, dibînin ku ji bo zindiyên lê dijîn xeter hene. Mînak ji bo parastina masiyên darex tu tişt nayê kirin. Divê bi zagon û statuya zagonî bikeve bin temînatê. Heta ku bi zagonan pêşî li hinek tiştan neyê girtin dê kêmasiyên heyî mezintir bibin.”
Ayşe Ergun bal kişand ku divê pêşî li qirêjiya ku bi riya newalan dikeve nava golê were girtin û da zanîn ku çareseriya daîmî saziyên sefandinê ne divê bikevin bin kontrolê û wiha gotinên xwe wiha bi dawî kir: “Em dibînin ku projeyên saziya sefandinê derketine pêş. Dikarin ji derve di vê mijarê de destek bigrin. Di qada navneteweyî de jî di têkoşîna ekolojîk de em vê dibînin. Divê kesên ku vê avê qirêj dikin werin teşhîrkirin. Mijara qada rayeya wan pirsgirêkek pir girîng e. Qadên di bin berpirsyariya Saziya Karên Avê ya Dewletê (DSÎ), Wezareta Hawirdor û Bajarvaniyê û şaredariyan de hene. Dema ku ev yek were kirin divê bi koordinasyonek di navbera saziyan de were kirin. Ger di navbera saziyan de koordînasyonek were avakirin dê çareserî çêbibe.”