Qeyrana xurekê li ber deriye: Em encamên tercihênên polîtîk dijîn

Qeyrana avhewayê ya ku pisporan bi salane behsa wê dikin her ku diçe kûrtir dibe, bi zêdebûna germahiyê re qeyrana xurekê jî li ber derî disekine. Ekolojîst Pelîn Cengî balkişand vê pêvajoya ku xurek di nirxa zêr de ye, li welat bêpolîtîkatiyek cidî heye.

MEDÎNE MAMEDOGLU

Navenda Nûçeyan- Li gorî rapora Xurekê dîtinê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) ya ku di Hezîrana sala borî de hat weşandin, bi navgîniya salên 2020-2022’an Tirkiye yek ji wan welatên ku herî zêde genim dihilberîne ye. Tirkiye di heman demê de jî yek ji welatên herî zêde genim îtxal dike ye. Li gorî daneyên Saziya Îstatîstîkê ya Tirkiyeyê (TUÎK) di sala 2020'an de li Tirkiyeyê hilberîna genim 20,5 ton e; di sala 2021’an de jî 17,6 ton nîşan dide. Sedemên sereke yên vê kêmbûnê hişkesalî, zêdebûna bihayê gubre û mazotê ye. Dema ku hişkbûn qeyrana avhewayê kûrtir dike, bi krîza avhewayê re bihayê xurekê jî zêde dibe. Ev zêdebûn qeyrana xurekê ku dê di salên pêş de bandora wê zêdetir bibe bi xwe re tîne.

Girêdanbûna ji derva re zêdebû

Ji ber qeyrana xurekê ya ku bi pandemiyê re tevahiya cîhan rû bi rû ma, gelek welat neçar man ku polîtîkayên xwe yên çandiniyê baştir bikin. Welatên ku di pêvajoya pandemiyê de ji bo demekê îthalata hilberên xwe qedexe kirin, gelek welatan dest bi avêtina gavan ji bo zêdekirina hilberîna herêmî kirin. Yek ji welatên ku li hemberî qeyrana hilberîn zêde nekir û qada herêmî xurt nekir jî Tirkiyeyê. Li welatê ku çandinî hat aste rawestandin e, ji gundewaran ber bi bajarên bi darê zorê koçberî tê jiyîn, girêdayîbûna bi welatên derve zêde bû. Qeyrana avhewayê ya ku ji ber tedbîrên nehatine girtin kûrtir bû, qeyrana xurekê jî bi xwe re anî.

Ji ber zêdebûna kanên komirê, kana keviran û santralên termîkê, berhema di axê de jî kêm bû. Berhemên ku tên hilberandin ji ber buhabûna zêde li piyaseyê bi bihayekî pir giran tên firotin. Bi kêmbûna hilberînê û zêdebûna enflasyonê re hem hilberîner û hem jî xerîdar di gihandina xurekê de zehmetiyan dikişînin. Ekolojîst Pelîn Cengîz ku em li ser qeyrana xurekê ya ji ber qeyrana avhewayê pêk hatiye axivîn, diyar kir qeyranê ku hatine jiyîn polîtîk e û wiha got: "Hemû tişta ku em îro dijîn, encama tercihên desthilatdariya siyasî ye."

'Cotkar û hilberîner nayê piştgirî kirin’

Pelîn Cengîz, da zanîn ku qeyrana avhewayê bi salan e hem di rojeva cîhanê de hem jî di rojeva Tirkiyeyê de ye, diyar kir ku ev rojev di navbera polîtîkaya rojane û qeyrana aborî ya li Tirkiyeyê de gelekî li paş e. Pelîn Cengîz diyar kir ku tercihên siyasî û biryarên aborî dibin sedema qeyrana avhewayê û wiha got: “Ev ji ber zêdebûna çavkaniyên enerjî, binesazî û projeyên avahîsaziyê yên ku ev demeke dirêj e em behsa wan dikin û tunekirina çavkaniyên xwezayî û hebûnên çandî ye. Ji ber ku hem bajar û hem jî herêmên gundewarî her ku diçe bê mirov dibe sedema van projeyan. Ev bi qeyranek xurekê ya pir giran re tê. Me di dema pandemiyê de mînakên herî balkêş ên vê yekê jiya. Ji ber hin tercîhên din ên polîtîkaya derve, Tirkiyeyê di çarçoveya peymanên ku bi welatan re çêkiribû de hin berhem anîn. Di salên dawî de ev bû taktîkek siyaseta derve. Dema me got em ji wir genim û li aliyê din jî goştê sor dikirin, li welat îthalateke pir cidî ya xurekê dest pê kir. Dema hilberîner an jî cotkar divê di hundir de piştgirî bê kirin, bi van polîtîkayên îthalatê kedkar dev ji nan berdide. Bi vî awayî zeviyên çandiniyê tên terikandin. Ev yek ji aliyên wê yên neyînî ye."

'Dê bi mîlyonan mirov di gihandina xurekê de zehmetiyan bikişîn e'

Pelîn Cengîz diyar kir ku welatên di dema pandemiyê de ji bo pêdiviyên xwe yên xwarinê bi cih bînin ambargoya îthalatê danîne û da zanîn ku “Wê demê hin welatan hinardekirina madeyên xurekê qedexe kiribûn. Ev ji bo demên demkî qewimîn, lê dîsa jî pêkhatin.” bal kişand ser krîza xwarinê ya ku bi pandemiyê re kûr bû. Pelîn Cengîz, da zanîn ku Tirkiye di nava polîtîkayeke çandiniyê ya gelekî berevajî de ye û wiha dewam kir: “Di vê pêvajoya ku xurek di nirxa zêr de ye, li welat bêpolîtîkatiyek pir cidî heye. Ev rewşek fikar e û ev fikar ne tenê di van rojan e. Ger îro hûn nebiçîn, dibe ku sibe mirov bi birçîbûn û xurekê re rû bi rû bimînin. Hilbera ku ji hêla hilberîner ve hatî hilberandin dikare bi bihayên nebawer were. Hêza kirînê gav bi gav kêm bûye. Ev dê ji bo gihîştina xurekê bi mîlyonan mirovan xetereyek nedîtî derxe. Helbet ev ne tenê ji bo kesên li Tirkiyeyê dijîn, ji bo bi milyonan penaberên li vir dijîn jî derbasdar e. Ji ber vê sedemê em ber bi salên ku xurek pir girîngtir e ve diçin.”

'Cotkarê ku erd wê/wî tê bêberhem kirin koçî bajêr dike'

Pelîn Cengîz, anî ziman ku hikûmetê li şûna ku bêje 'Ez ê çawa vê axê bi bereket bikim' bêyî dudilî zeviyên daristanî ji veberhênanan re vekiriye û destnîşan kir ku ev encam hemû bi tercihê re derdikevin. Pelîn Cengîz, anî ziman ku ji ber van tercîhên aborî û siyasî gel li welatê xwe penaber bûne û ev tişt anî ziman: “Hûn diçin li daristanek an jî li gundan bi kanên zêr, santralên komirê û projeyên ku dê mirovan ji qadên jiyanê derxînin. Xelkê gundan êdî nikarin li vir bijîn. Ne dikarin biçînin û ne jî dikarin bijîn. Ji ber vê jî neçar in ji wir koç bikin. Bi rastî dema ku li ser erdekî çandiniyê diçînin, êdî mirov bi santralan nikarin ji wir berhemê werbigirin. Kesên ku li ser axa xwe dixebitin, ji nişka ve neçar dimînin ku li bajarên mezin bi mûçeya herî kêm di kargehan de bixebitin. Ev koçberiyeke navxweyî ye. Ev rastî pirsgirêka penaberan a navxweyî ye. Xelk di bin şert û mercên dijwar de bi derketina gundan û çûyîna navendên bajaran têkoşîna jiyanê didin. Ev hemû tercîhên bi zanebûn in û hemû bi hev ve girêdayî ne.”

'Em encamên tercihên polîtîk dijîn'

Pelîn Cengîz da zanîn ku qeyrana avhewayê û qeyrana xwarinê ji ber rojevên heyî nikarin pir rojane bên şopandin û bal kişand ku di demên pêş de di nava 5 salan de li ser çareseriya van qeryanan nîqaş nayên kirin. Pelîn Cengîz herî dawî got: “Rastî her tişt siyasî ye. Tişta ku em îro di warê negatîfiyê de dijîn, hemî polîtîk e û em encamên tercihên polîtîk dijîn. Ji ber vê yekê qeyrana avhewayê jî siyasî ye, encama polîtîkayên di warê polîtîkayên aborî de ye. Her tiştê ku em îro dijîn, encama tercihkirina desthilatdariya polîtîk e. Lê helbet mezinahiya sindoqê tiştekî din e, serokatî, tercîhên partiyê, pisporên civaknasiyê dibêjin. Helbet polîtîkayên ji bo guhertina vê yekê hene. Darê sêhrbazê Mehmet Şîmşek jî nîne. Di nava du rojan de di gur de başbûn çênabe. Dibe ku bi bilindbûna di meha Tîrmehê de dahat zêde bibe, lê em ê bibînin ku di du mehan de ji dahat ji enflasyonê re têkbiçe.”