Polîtîkayên 'Ewlekariyê' hevsengiya ekolojîk a li Kurdistanê texrîb dikin
Şewata daristanan a li bajarên Kurdistanê yên bi taybetî di mehên havînê de derdikevin, zirareke mezin didin dar û ajalan. Sedema sereke ya şewata ku avahiya ekolojîk texrîb dikin, operasyonên leşkerî ne. Şewatên ku ji ber van operasyonan derdikevin bi rojan e li Dêrsim û Şirnexê didomin.
Dêrsim - Di van salên dawîn de, şewatên daristanan li bajarên Kurdistanê di mehên havînê de derdikevîn zirareke mezin didin hevsengiya ekolojîk. Di nava hefteyek de, li sê bajarên wekî Dêrsim, Colemêrg û Şirnexê, agir bi daristanan ket û bi rojan berdewam kir. Li Şirnex û Dêrsimê şewata daristanan hê jî didome, ji ber agirê ku bi daristanên Dêrsimê ketiye; bi sedan qadên hektar şewitîn û çar cihên cîwarbûnê jî hatin rûxandin.
Polîtîkayên ewlekariyê sedema sereke ya şewatan in
Sedema bingehîn a şewatên darastinan operasyonên leşkerî yên li Kurdistanê ne. Bi rojan ji ber ku operasyon berdewam dikin, leşker destûr nadin gelê herêmê mudaxeleyî şewatê bike. Ev yek jî bi hinceta 'ewlekariyê' tê kirin. Şewatên ji ber operasyonên leşkerî derdikevin bi rojan berdewam dikin, gelek şewat bêyî ku mudaxele werin kirin bi xwe vedimirin.
13 roj in Dêrsim dişewite
Di hefteya dawî de ji walîtî û saziyên pêwendîdar tu kesê mudaxeleyî şewata Dêrsim, Şirnex û Colemêrgê nekir. Şewata daristanê ya ku di encama operasyonên leşkerî yên li bejahiya navçeya Hozatê ya Dêrsimê derketibû, 13 roj in didome. Mudaxeleya şewata daristanê ya ku li gundên Danzî, Kûrûkaymak û gomê Koçerî dest pê kir û belavî gundên gomên Çamurek û Hinzorî yên girêdayî gundê Karper ê navçeya Pulurê bû heta niha ji aliyê leşkeran ve hatiye astengkirin. Ji ber ku destûr nehat dayîn kesekî derbasê herêmê bibe, di şewata ku 13 rojan bênavber berdewam kir de, bi sedan qadên hektar bûn xwelî.
Dema ku bangên gelê herêmê ya ji bo şewatê berdewam kirin, saziyên civakî yên sivîl û ekolojîstên ji parêzgehên derdorê ji bo mudaxeleyê şewatê bikin, diçin bajêr.
Xwezaya bajêr ji ber şewatan gelekî zerarê dibîne
Li bajarê ku bi xweza, ajalên kovî û keskahiya xwe tê nasîn, şewatên daristanan ên ku her sal derdikevin ji derve mudaxele li wan nayê kirin. Li bajarê ku ji ber polîtîkayên ewlekariyê bi şewatan re her sal rûbirû dimîne, bi hezaran zindî û nebat lê tune dibin, zirareke mezin dibîne. Di şewatê de bi hezaran cureyên ajalan, dar û nebat tune dibin.
Şirnex li du deveran dişewite
Li Şirnexê ku bi taybetî di van mehên dawî de bi birandina daran di rojevê de ye, niha li du cihan agir derketiye. Hat hînbûn ku şewata li du deverên herêma Bestayê bi rojan e berdewam dike, mirovên herêmê yên ku dixwestin agir vemirînin ji aliyê leşkeran ve hatin astengkirin û nikarin bikevin herêma ku agir pê ketiye. Dema ku gelên herêmê bi hincetên 'ewlehiyê' nikaribûn mudaxeleyî şewatê bikin, neçar man ji dûr ve li agir temaşe bikin. Di meha dawî herêma Cûdî û Bestayê jî di nav de, li gelek deveran şewata daristanan pêk hat. Leşker ji helîkopterê agir bera daristanên li herêmên Şirnexê didin û her sal ev polîtîka xwe dubare dike.
Agirê li Şemzînanê derketibû bi xwe vemirî
Ji bilî van, şewata daristanê ya ku li bejahiya navçeya Şemzînana Colemêrgê di 15'ê Tebaxê de derketibû, çar rojan berdewam kir û tu mudaxele ji bo şewatê nehat kirin. Şewata daristanê ya ku ji ber sedemeke nayê zanîn dest pê kir, piştî çar rojan bi xwe vemirî û di şewatê de bi hezaran dar bûn xwelî.