Piştî erdhejê niha jî xirbeyên avahiyan ji bo jiyanê xeter in
Bermahiyên xirbeyên erdhejê li bajaran li cihê ku mirov lê dijîn tên rijandin. Aktivîsta ekolojiyê Asli Kahraman Eren, diyar kir ku divê çareyek ji vê yekê re were dîtin û got: “Jiyana zindiyan di bin gefeke mezin de ye.”
MEDÎNE MAMEDOGLU
Hatay- Piştî du erdhejên mezin li gelek bajaran xebatên rakirina xirbeyan didomin. Li bajarên ku ji ber erdhejê gelek malên wan hilweşiyane, ji ber ku xirbeyên avahiyan li cihên mirov lê dijîn, li zeviyên çandiniyê û cihê kon lê hatine vedan dirijînin, li wan deveran jiyan di her warî de xirab bûye û ev yek bi xwe re xetera nexweşiyan tîne. Pispor diyar dikin ku divê di demek nêz de çareyek ji vê yekê re were dîtin ji ber ku dê zirarên mezin bigihîjin ekolojiyê.
Piştî erdheja ku li 10 bajaran bû sedema xisarên mezin, xirbeyên avahiyan yek bi yek tên rakirin. Di dema rakirina wan de ji bo zirarê nedin derdorê tu tişt nayê kirin, wan xirbeyan li cihê ku mirov lê dijîn tên rijandin. Li Semsûrê xirbeyên ku tên rakirin li nava newalê tên rijandin, li Îskenderûnê li zeviyên çandiniyê, li Antakyayê jî li zeviya ku darên zeytûnê lê hene tên rijandin, li Samandagê jî li cihê kon lê hatine vedan û nava deryayê tên rijandin, li Mereşê jî li nava zeviyên çandî tên rijandin. Ji Lijneya Giştî ya Reveber a Yekitiya Ekolojiyê û Koalîsyona Edaleta Îklîmê Asli Kahraman Eren, li ser zirarên ku dê ji ber vê yekê çêbibin axivî.
‘Negirtina tedbîran ji bo jiyana zindewar xeterek mezin e’
Asli Kahraman Eren diyar kir ku asbest a di nava xirbeyan de ji bo jiyana zindewar gelek bi xeter û dibe sedema nexweşiya penceşêrê û gelek nexweşiyên din û da zanîn ku hemû zindewar ji vê madeyê zirarê dibînin. Asli Kahraman Eren ji bo lêkolînê hatiye herêmê têkildarî çavdêriyên xwe wiha axivî: “Li Hatayê xirbe li tu cihan tên rijandin yek jê derya ye yek jî cihekî nêzî cihê kon lê hatine vedan e. Ev rewşek gelek bi êş û xirab e lewre asbest a di nava xirbeyan de pir bi zirar e û ji aliyê her kesê ve tê zanîn ku zirarê dide hemû zindewaran. Ji ber vê yekê dîmenê em îro dibînin pir bandorê li me kir. rijandina xirbeyan li warên ku mirov lê dijîn û li keviyên deryayan, tê wateya ku dê mirovên li wan deran û zarok nexweş bikevin û penceşêr zêdetir bibe. Ji ber ku ev yek dikeve nava xwezayê, axê û avê, zirarê dide hemû zindiyan. Cihekî din jî zeviya zeytûnan a li pişt çiya ye. Xirbeyên avahiyan li wê derê jî tên rijandin. Li wê derê jî ji ber xwelî xubarê mirov nikaribû çavên xwe vekira. Asbesta ku ji wê xwelî û xubarê derdikeve, madeyek bi lîf e û rasterast bi kezeba spî ve dizeliqe loma dê li ser tendirustiya mirov û xwezayê bandorên pir xirab bike.”
‘Divê xirbe li cihên guncaw û bi kontrol werin rijandin’
Asli Kahraman Eren têkildarî xebata rakirina xirbeyan ku jiyana zindewar û pergala ekolojîk tehdît dike bang li saziyên civaka sivîl kir û wiha domand: “Xirbeyên ku li nêzî zeviya darên zeytûnan tên rijandin dê di demên pêş de hem zirarê bide wan zeviyan hem jî hevsengiya jiyana xwezayî xirab bike. Piştî ku me vê rewşê dît, niha em difirikin ka gelo mirov dikare çi bike. Li vir tengasiyên mezin hene. Bi hezaran xirbe hene û her wiha bi hezaran apartmanên bi xisar ên ku divê werin rûxandin hene. Gelo dê van xirbeyan li ku birijînin, çawa bibe, mijareke ku divê mirov pir baş li ser bifikire ye. Divê pir bi baldarî li ser were xebitandin. Tişteke din a me li vê derê dît jî ew e ku gelê herêmê naxwaze dest ji çandinî û hilberînê berde.”
‘Divê ji bo hilberînê piştgirî were dayîn’
Asli Kahraman Eren diyar kir ku divê piştgirî ji şêniyên ku naxwazin bajar biterikînin re were dayîn û li ziviyan çandinî were kirin û bal kişand ku ji vê jî divê çareyek ji xirbeyan re were dîtin û li cihên jiyanî neyên rijandin. Asli Kahraman Eren wiha domand: “Ev bajar dê ji nû ve were avakirin, ji bo ku were avakirin jî hinek mijarên ku divê bi baldarî li ser wan were rawestîn hene. Lewre me dît ku ev der herêma erdhejê ye. Ji ber wê divê hem avahîsaz, hem wezaret, hem jî mutehîd pir bi baldarî projeyan ava bikin. Tişteke din jî ew e ku mirovên ku dixwazin bi çandiniyê re mijûl bibin, divê ji bo wan konteynir li zeviyan werin çêkirin jixwe daxwaza wan jî heye. Mirov li vê derê di serayan de dimînin, dixwazin ji serayan derkevin li wan deran ji nû ve dest bi hilberînê bikin. Ji bo vê yekê jî divê cotkarên li vê derê berhemên di destên xwe de bifroşin û di vî warî de bazar were kirin.”
‘Jiyana ekolojîk li vê derê tune bûye’
Asli Kahraman Eren diyar kir ku li dijî qirkirina ekolojîk divê ji bo gelê herêmê piştgirî were dayîn û wiha bi dawî kir: “Li vê axa berhemdar, mirov dixwazin ku ji bo ji nû ve dest bi hilberînê bikin tov, şax û konan bidin wan. Ji bo girêdana mirovan ji nû ve bi warê wan, bajarê wan ve çêbibe; divê em bi hev re têbikoşin, bi wan re mil bi mil bixebitin. Vê yekê jî bi piştgiriya saziyên civaka sivîl û hemû mirovên li welat pêkan e. Gelek tişt hene werin gotin. Li vê derê bi hezaran mirovan canê xwe dan, hevsengiya xwezayê û dîrokeke dûr û dirêj tune bû, vê yekê jî bû sedema qirkirina ekolojîk.”