‘Piştgiriyê bidin parastina jiyana ekolojîk’

Şaredariya Tûşbayê ya Wanê bi mebesta xurtkirina hişmendiya jîngehê li dibistanan xebata paşvegerîna bermahiyan da destpêkirin.

Navenda Nûçeyan – Di çarçoveya xebata ku bi hevkariya Komîsyona Jîngehê û Gerînendehiya Karûbarên Paqijiyê tê meşandin de, li navçeyê dest bi danîna qutiyên vegerandina amûrên li dibistanên tên bikaranîn, hate kirin. Şaredariya Tûşbayê ya Wanê bi mebesta xurtkirina hişmendiya parastina jîngehê, di dibistanan de xebata paşvegerîna bermahiyan da destpêkirin.

Di vê çerçoveyê de Endama Komîsyona Jîngehê ya Şaredariya Tûşbayê Rabîa Çakir, Gerînendehê Karûbarên Paqijiyê Şiyar Îzcî û karkerên yekîneyê serdana dibistanan kir û qutî danîn dibistanan.

Armanc xurtkirina hişmendiya jingehê ye

Endama Komîsyona Hawirdorê ya Şaredariya Tûşbayê Rabîa Çakirê da zanîn ku di temenê zarokatiyê de bidestxistina hişmendiya hawirdorê, ji bo paşeroja civakê xwedî girîngiyeke mezin e û diyar kir ku bi xebatên bi vî rengî armanc dikin ku piştgiriyê bidin parastina jiyana ekolojîk.