Panela ‘Jin û Ekolojî’

Komeleya Ekolojiyê ya bajarê Wanê li navçeya Westanê çalakiyek li dar xist. Her wiha panelek li ser têkiliya jin û xwezayê jî hate li dar xistin. Di panelê de Endama ÎHD’ê Leyla Çakir axivî û got: “Dema ku mirov li xwezayê dinêre, ruhê jinê lê dibîne.”

Navenda Nûçeyan –  Komeleya Ekolojiyê ya Wanê, di çarçoveya xebatên xwe yên perwerdehî û hişmendiyê de, li navçeya Westanê çalakiyek li dar xist. Di çalakiya ku li salona Tamarayê pêk hat de pêşî ji bo zarokan fîlmekî anîmasyon pêşanda û piştre li ser têkiliya jin û xwezayê panelek li dar xist.

Çalakî bi pêşandana fîlmekî anîmasyon ê li ser parastina xwezayê dest pê kir. Zarokên ku beşdarî bernameyê bûn, bi rêya sînemayê li ser girîngiya daristan û jiyana zindiyan hatin agahdarkirin. Armanca nîşandana fîlm hat diyarkirin ku avakirina hişmendiya ekolojîk di temenê piçûk de ye.

Panela ‘Jin û Ekolojî’

Piştî pêşandana fîlm, bi beşdariya çalakvanên ekolojiyê û nûnerên saziyan panelek bi sernavê ‘Jin û Ekolojî’ hat lidarxistin. Di panelê de bal kişandin ser keda jinê ya di parastina jîngehê de û hat destnîşankirin ku têkoşîna azadiya jinê û parastina ekolojiyê ji hev nayên qutkirin.

Ekolojîst Melîs Tantan û Hevseroka ÎHD a Wanê Ayten Kiran di panelê de axivîn û banga parastina xwezayê kirin.

‘Jin û xweza wekî hevdu ne’

Dûre endama ÎHDê Leyla Çakir axivî û bal kişand ser krîza ekolojîk a 20 salên dawî û got: “Pirsgirêkên ekolojîk herî zêde bandorê li ser jinê dikin. Jin û xweza wekî hevdu ne, jin wekî avê ye, wekî erdê ye. Dema ku mirov li xwezayê dinêre, ruhê jinê lê dibîne. Lê mixabin 20 sal in li ser xwezaya Kurdistanê talankirineke mezin heye. Bi çekan, bi şewitandina daristanan û bi koçberkirina mirovan re xwestin ku xweza bêxwedî bimîne.”

Panel piştî pirs û bersivan bi dawî bû.