Mînaka herî balkêş a kerasata jîngehê: Gola Urmiye zuha bû
Gola Urmiye ji ber rêveberiya şaş, înşaatên bendavê û çandiniya bê zanatî rêjeyek zêde ji ava xwe wenda kir û ber bi tunebûnê ve ye.
MAHTAB ŞERİFİ
Urmiye – Gola Urmiye ya li Rojhilatê Kurdistanê ye û weke weke duyemîn gola bi xwê ya cîhanê tê zanîn, hama hama bi temamî zuha bûye. Baranên ku girêdayî guhertina avhewayê kêm bû, polîtîkayên şaş ên tên meşandin bû sedem ku Gola Urmiye destpêkê kêm bibe û bi rêjeyek bilind zuha bibe. zuhabûna golê di geman demê de weke mînaka herî balkêş a bandora neyînî ya mirovan a li ser xwezayê tê qebûlkirin.
Her çend rayedarên Îranê diyar kirin ku ji bo rizgarkirina golê hin tedbîr girtine, lê van projeyan bûne sedema karesatên cuda û pirsgirêkên jîngehê. Hat ragihandin ku gol ji ber xirab bikaranîna çavkaniyan ji sedî 95 winda kiriye.
Di oxira pir û bendavê de gol hat fedakirin
Avakirina pira ‘Kalantarî’ ya Urmiye û Tebrîzê bi hev ve girê dide, weke yek ji krîzên ku di golê de hat jiyankirin tê qebûlkirin. Li gor jîngehparêzên ku diyar dikin bi tijîkirina riya golê herikandina avê sekiniye, avakirina bendavê jî karesatê bi leztir kiriye. Bi taybetî di bîst salên dawî de li herema kombûna avê ya li golê avakirina bendavê, herikandina xwezayî ya rûbarên ku diçin golê bi awayekê cidî sînordar kiriye. Ev bendavên ku di esasê xwe de ji bo bidestxistina ava çandiniyê û kontrolkirina zêdebûna avê tê çêkirin, ne ku tenê riya herikandina avê girt di heman demê de rêjeya ava golê jî bi astekê zêde kêm kir.
Di çandiniyê de bê baldarî bikar anîn
Hewzeya Gola Urmiye di heman demê de cihek ku çandinî pir zêde tê kirin e. Ev rewş jî bû sedem ku çavkaniyên avê bê baldarî bên bikar anîn. Hilberîna sêv û pincarê ku pir zêde tê bikar anîn û pêdiviya wan bi avekê zêde hene ji aliyê jîngehparêzan ve weke rewşekî dijwar tê dîtin. Ev di heman demê de tê wateya ku ji bo avdanê çavkaniyên bin erd ên avê jî bê bikar anîn. Bê baldarî bikar anîna avê jî kêmbûna avê bi xwe re tîne.
Çareserî pirsgirêkên nû ava dikin
Xebatên ji nû ve zindîkirina golê jî didomin. Projeya ji Rûbarê Zapa biçûk a ji Çiyayê Qendîlê tê veguhestina golê di rojevê de ye. Ev rûbara ku herikandina wê ya xwezayî ber bi Çemê Dicleyê ve ji wir ber bi Korfeza Basrayê ve diherike, bi tunel û qenalên çêkirî berê wê didin Gola Urmiye. Ev plan her çiqas weke çareseriyekê awarte ya ji bo zêdekirina asta ava golê bê dîtin jî nayê wateya çareseriyekê bi kok. Nexasim li heremên cûda dibe ku bibe sedema pirsgirêkên cûda. Guhertina herikandina rûbarê û bi seranserî derxistina vê çavkaniyê pirsgirêkên mîna çolbûn û kêmbûna avê jî giran kir.
Encamên civakî û derdorî yê zuhabûna avê
Digel texrîbata ekosîstemê zuhabûna Gola Urmiye jî ji bo kesên li derdor dijîn bû pirsgirêkên cidî. Hewzeya zuha û bi xwê ya golê, bi avakirina bahozên toz û xwê gefê li tendirûstiya gelê heremê dixwe. Toza ku xwê û metalên giran ên di hewzeya golê de dibe sedema nexweşiyên hilmê û zirerê dide ajal û erdên çandiniyê. Bi xwêbûna axê rê li ber çandiniya heremê jî digire. Ji ber vê rewşê mirov neçar man ku ji axa xwe koç bikin.
Pêşniyarên ji bo ji nû ve zindîkirina Gola Urmiye
Rêxistinên hawirdorê ji bo ji nû ve zindîkirina golê hîn pêşniyaran li rayedaran dikin. Yek ji wan jî ew e ku li bendavan, av bi awayekê bi venêrîn bê tehliyekirin. Bi vê awayê dikarin berê herikandina xwezayî ya baranê bidin ber bi golê. Ev jî dibe ku bibe alîkar ji bo zindîkirina golê. Li qadên çandî yê derdora golê guhertina hilberînan dibe ku bibe hilbijêrek nû û zêdekirina hişyariya mirovan jî weke pêşniyar û pêşîlêgirtinekê lezgîn a divê bê kirin disekine.