Li Rojhilatê Kurdistanê darên berû yên sed salî tên birîn

Çalakvana jîngehparêzî bal kişand ser wê yekê ku li Rojhilatê Kurdistanê darên gûzê yên sedsalî ji aliyê mafyayan ve bi piştevaniya dewletê, bi awayekî bi zanebûn û plankirî hatine birîn û xwest, rê li ber wêrankirina zêdetir were girtin.

NESSIM MOHEMMEDZADE

Serdeştê – Li Rojhilatê Kurdistanê, pêkhateyên 'mafyayê' yên ku darên berû li herêmên daristanî dibirrin, gelekî zêde bûne. Berûyên bi sedsalî yên birîkirî ji Rojhilatê Kurdistanê derbasî deverên din ên Îranê dibin. Tê şîrovekirin ku piraniya darçkerên neqanûnî girêdayî Muhafizên Şoreşê ne û piştgiriya leşkerî û ewlehiyê werdigirin. Çalakvanek jîngehparêz ku ji ber ewlehiyê nexwest navê xwe eşkere bike, têkildarî birîna daran ji ajansa me re axivî. 

'Xiyanetê li derdora xwe dikin'

Çalakvana jîngehparêzî diyar kir ku birîna daran gihiştiye asteke krîtîk û wiha got: “Niha wêrankirina jîngehê derbasî qonaxeke nû bûye. Çawa ku narkotîkê hemû mal û milkên xwe difiroşe û ji bo destkeftiyên demkurt zirarê dide jîngehê, ji bo birîna daran jî wisa ye. Ji bo pereyekî zêdetir bi dest bixin, hinek darên gûzê yên sedsalî dibirin û dibin bajarên mezin ên Îranê û li wir daran bi buhayên erzan difiroşin. Xiyanetê li axa ku lê dijîn, hawîrdora xwe dikin."

'Bi bertîlê daran didizin'

Çalakvana jîngehparêzî anî ziman ku saziyên dewletê destekê didin kesên daran dibirin û wiha dewam kir: “Hikûmet li ser mafyayên ku daran dibire tu sepanan pêk nayne. Heta hinek dezgehên hikûmî û leşkerî yên wek Pasdarên Şoreşê jî piştgiriya wan dikin. Li bajarên wekî Serdeşt, Bane, Merîwanê dema dar tên birîn, ji bo ku derbasî bajarên din bibin, neçar in di xalên kontrolê re derbas bibin û li gorî agahiyên ku me bi dest xistine, hin ji van saziyan bertîlê di ber qaçaxtiya daran de digirin. Hinek ji van qaçaxçiyan jî bûne mafyaya birîna daran.”

'Ne mimkûn e ku vegere rewşa berê'

Çalakvana jîngehparêzî destnîşan kir ku yek ji mijarên ku herî kêm li ser tê kirin mijara birîna daran e û wiha got: “Gelek welatî texmîn dikin ku şewat sedema sereke ya birîna daristanan e. Lê belê, rastî ev e; Piraniya herêmên ku ji ber şewatê zirar dîtine, bêyî destwerdana mirovan dikarin ji nû ve werin avakirin. Lê dema dar tên birîn an jî daristan dibin erdê çandiniyê, ne pêkan e ku vegere rewşa xwe ya eslî. Ji ber wê jî pêwîst e di vî warî de zanyariyên zêdetir bên dayîn da ku welatiyên me vê meselê fam bikin û em bikarin rê li ber ziyanên zêdetir bigirin.”

'Wêrankirin bi zanebûn û plankirî ye'

Çalakvana jîngehparêzî amaje bi wêrankirina xwezaya Rojhilatê Kurdistanê û navçeyên din ên Îranê jî kir û got: “Komara Îslamî bi awayekî eşkere eşkere kiriye ku jîngeh bi ti awayî ne girîng e. Rewşa Rojhilatê Kurdistanê ji deverên din xerabtir e. Heger li herêmên din bê paşguhkirin, dibe ji ber wê yekê ku kêşeyên jîngehparêzî ne giring in, lê wêrankirina jîngehê li Kurdistanê bi zanebûn û bi plan tê kirin. Hêzên leşkerî, bi taybetî Pasdarên Şoreşê, bi awayekî eşkere daristanan weke metirsîdar dibînin û bi awayên cuda wan dikin armanc.”