Li çiyayên Ciwanro bi komkirina giyayan zirarê didin ekolojiyê

Hevjînên bi navê Fereshteh û Muhammed ku nebatên tên xwarin ji çiyayên Ciwanroyê kom dikin û difroşin bi gotina: “Gelek kes bêser û ber ji bo firotinê, van nebatan kom dikin” anîn ziman ku ziyanê didin ekololojiyê.

SOMA KERÎM

Ciwanro –  Rojhilatê Kurdistanê, bi taybetî li herêma Ciwanro bi hatina werza biharê re ku xakê kesk dike û çiyayan zindî dike, dema komkirina nebatên tên xwarin dest pê kir. Li qontarê çiyayên kesk ên Zagrosan nebatên ku şîn dibin, çavkaniya jiyana gelek malbatên li gundewaran dijîn e. Bi hatina biharê re herêma Ciwanro, bi xwezaya xwe ya xweşik û cur be cur a dewlemendbûna biyolojîk, dibe rawestgehek ji bo xwezaparêzan. Di van deman de li xaka bi bereket a herêmê gelek nebatên tibî û yên tên xwarin şîn dibin. Nebat ne tenê çavkaniya jiyana gelê herêmê ne, di heman demê de parçeyek çand û ekosîstemê ye.

Lê belê ji ber zêdebûna zextên aborî û bêkariya heyî, gelek mirov ji van nebatan hinek caran bêyî cudahî ber bi komkirinê ve diçin. Beşek ji yên nebatan kom dikin, bêyî guh bidin encamên xirab, nebatan ji kokê ve qut dikin ji xakê derdixin. Ev rewş tenê bi neparastina nebatan ve namîne, di heman demê de hebûna van cureyên bi nirx jî dixin xeterê. Komkirina bi rêgez û zanabûn, berdewamkirina çavkaniyên xwezayî pêk tînin, komkirina bê baldarî, ji bo cureyên biyolojîk ên herêmê xeterê çêdikin.

Li aliyê din Înfluencer hinek caran bêyî bikevin ferqê tundiya van ziyanan zêde dikin. Li ekosîstemên nehatin xirakirin, nêzîkatiyên ku bêyî baldariyê foto dikşînin û ji bo naverokê ava bikin, cihên jiyanê binpê dikin û ji bo teşwîqkirina temaşevanan ji bo komkirina nebatan, rê li ber wê yekê vedikin ku xweza zêdetir ziyanê bibîne. Beşek ji van kesên ku der barê cureyên nebatan de tu xebat û agahiyek wan tune ye, teşwîqî komkirina bê bingeh dikin, di texrîbata çavkaniyê xwezayê de rol dilîzin. Mixabin, teşwîqa şopîneran hinek caran hê zêdetir cesaretê dide wan û bi wan didin bawerkirin ku tiştek bi nirx dikin. Lê belê teşwîqkirina van cureyên nêzikatiyan, pêşeroja xwezayê û ji bo me, nifşên piştî me îşareta hişyariyê ye.

Dahata xwe ji çiyayan pêk tînin

Fershteh A. diyar kir ku li gel hevjînê xwe ji çiyayan dahata xwe pêk tînin û got: “Zoriyên bêkarî û pêkneanîna dahatê em xistin hembêza xwezayê. Hinek caran hevjînê min bi tena serê xwe diçe çiyayan û ez jî dezgeha ku nabatan difiroşe datînim aliyê rê. Geştiyarên ku ji bo bêhnê vedin tên herêmê, van nebatên xwezayî û nû, bi kêfxweşî pêşwazî dikin. Ger em neçar nebûna, karekî bi rêk û pêk ê hevjînê min hebûya, me qet cesaret nedikir em bên van çiyayên zehmet. Kîjan jina ku lingê wê biêşe dixwaze were van çiyayan? Ev tenê ji ber neçariyê ye, ne tercîh e.”

Sal bi sal çêbûna nebatan kêm dibe

Fereshteh A. anî ziman ku dema her sal diçin nebatan kom dikin dibînin ku ew nebat lewaz bûne û wiha got: “Em her hewl dem didin bi awayekî baldar nebatan jêbikin. Em nebatan ji koka wê jênakin, ji bo ziyanê nedin xwezayê li cihên cuda yên çiyayan em nebatan kom dikin. Lê belê mixabin, di salên dawî de di mehên biharê de hejmarek zêde kes ji derveyî herêmê  tên. Tenê ji bo berjewendiyên xwe nebatan ji kokê ve radikin, nizanin ku wê ev ziyanek çawa bide xwezayê..”

‘Hevsengiya xwezayê hêdî hêdî tê guhertin’

Hevjînê Fereshteh Muhemed ku ji cîhana nebatan gelek hez dike wiha got: “Pirsgirêk ne tênê zêde hilberandine, tunebûna avê, çêrandina lawiran bêser û ber û mudexeleya mirovan weke firtoneyek bêdeng, hevsengiya vê xwezaya xweşik hêdî hêdî xirab dike. Mînak li herêmên sar nebatên bîlher ku şîn dibin hem tên xwarin û hem jî tibî ne. Berê li çiyayên Ciwanro gelek dihat dîtin lê belê îro, ji ber berjewendiyan zêde kom kirinê tu şopa wê nemaye. Ên ku ev nebat ji kokê qut kirin, riya xwezayê ya vegerê girtine.”

Şîfaya ku xweza pêşkêş dike

Muhammed M. da zanîn ku nabetak din li herêmê şîn dibe nebata şeng e û got: “Li qontar û zozanên çiyayên Ciwanro şîn dibe, hem xwarinek gelek xweş e, hem jî derman e. Şeng di tibê de ji bo kêmkirina întihabê, aramkirina êşê, başkirina fonksiyonên hezimkirinê, tedawîkirina werimîn, qebz û di heman demê de pirsgirêkên cîgera reş û gurçikan tê bikaranîn. Ev nebat di başkirina hezmê de bandorên wê yên girîng hene. Nebata şeng ku demekê li xwezayê gelek hebû, di roja meya îro de ji ber bikarîna zêde ya dermanên çandiniyê û ziyanên din ên hawirdor şertên wê yên çêbûnê xirab bûne.”

‘Texrîbata li ser giyayan telafî nabe’

Muhammed M. di berdewamiya axaftina xwe de behsa nebata kereng û rêwas kir û wiha got: “Du nebatên taybet ku di werza biharê de bazarên Ciwanro dixemilîne û li ser sifreyan xwedî cihekî girîng in, xwedî tamek xweş û taybetmendiyên zêde yên tibî ne hene. Ev nebat hê li çiyayên Ciwanro tên dîtin lê belê her sal kêm dibin. Gelek kes van nebatan ji bo berjewendiyên xwe yên şexsî û tîcaretê bê ser û ber kom dikin. Heta vana ji bo werzên din diqerisînin. Ev rewş metirsîdar e. Berê dema ji bo em giya kom bikin diçûn çiyê, me tu caran xeyal nedikir ku em ê di pêşerojê de der barê wan de bi fikar bin. Lê belê niha her dema em diçin çiyê bi awayek bi fikar em vedigerin. Hê em hewl didin bi awayekî baldar kom bikin lê belê ger ev wisa bidome, xweza wê ji bo nifşên li pêş tiştekê nehêle. Texrîbkirina nebatan jê veneger e. Bi tunekirina nebatan bidestxistina qezanca madî tenê li pey xwe xweliyê dihêle. Raya nebatan a Ciwanro qerta nasnameya vê civakê ye. Bîra dîrokî û nasnameya çandî û girêdana hestiyarî ya mirovan bi xakê ve ye. Ev nebat ne tenê parçeyeke xwezayê ye, di heman demê de sembola jiyanê û kokên ku mirovên vê xakê bi ekosîstemê vê girê didin e.”