Li Awûstralya 160 balîna xwe li peravê dan

Li eyaleta Awûstralya Rojava ya Awûstralyayê, nêzî 160 balînayê ku li ber peravê ketin 26 balîna mirin.

Navenda Nûçeyan – Wezareta Navendên Cîhrengî, Parastin û Cazîbeyê (DBCA) ya eyaletê der barê baliyên ku li ber perava Toby's Inlet a li rojavayê Awustralya ya Awûstralyayê ketin de daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku ji nêzî 160 baliyên ku li perava Toby's Inlet a li nêzî bajarê turîstîk Dunsborough ketin, 26 balîna beriya destpêkirina xebatên lêgerîn û rizgarkirinê ya 'jiyana kûvî' ya ji zanyarên derya û beytaran pêkt ê, mirin. Berpirsyara 'Jiyana kûvî' a herêmê Pîa Courtîs, da zanîn balîna îro saetên zû li ber peravê ketine û wiha got: "Mixabin dema balînayên me yên pîlot li peravê dikebvin, encam baş nabe. Gelek ajalên me yên di dawiyê de dimirin hene.”

Rayedarên ku texmîn dikin, peravên bi qûm ên kêm meyldar, balînayan şaş dike û dibe sedema li ber ketina peravê û diyar kirin ku qerebalixa mirovan a bin deryayê jî dîtina rêya rast a balînayan asteng dike.