Ji hawîrdorparêza Helebceyî hişyariya qutbûna ji xwezayê
Rêvebera Kar û Perwerdehiya Pîşeyî li Helebceyê Tara Ebdullah, bal kişand ser zirarên ku mirov didin xwezayê û hişyariya “Divê em xwedî li hawîrdora xwe derkevin û xwe wekî beşeke cuda ya hawîrdorê nebînin” kir.
MÎHRÎBAN SELAM
Helebce – Jin her tim hewl didin hawîrdorê biparêzin. Proje û xebatên wan, hawîrdor tenduristtir kirine. Dema ku jinên hawîrdorparêz di pozîsyon û rêveberiyan de cih digirin, tevkariya wan a ji bo parastina hawîrdorê, bi awayekî berbiçav xuya dike.
Rêvebera Kar û Perwerdehiya Pîşeyî li Helebceyê Tara Ebdullah, derbarê sedem û armancên vê biryarê de ji ajansa me re axivî. Tara Ebdullah da zanîn ku fikra kêmkirin û pêşîlêgirtina bikaranîna plastîkê, ji rêveberiya wan derketiye û wiha domand: “Di destpêka kursên xwe de, bi alîkariya Navenda Vezîvirandinê ya Helebceyê, me semînereke hişyariyê ya 20-30 deqîqeyî li ser parastina hawîrdorê li dar xist. Lê êdî dema wê hatibû ku em pratîk bikin. Ez bûm ya yekem ku ji odeya xwe dest pê kir, piştre jî karmendên din tevlî bûn.”
‘Parastina hawîrdorê û rawestandina bikaranîna plastîkê, hê nebûye çandek’
Tara Ebdullah got ku “Divê em xwedî li hawîrdora xwe derkevin û xwe wekî beşeke cuda ya hawîrdorê nebînin” û wiha pê de çû: “Divê em hîs bikin ku em beşek ji hawîrdora xwe ne û wekî mirov, li hember dar û xwezayê em berpirsyar in. Divê her kes xwe berpirsyar bibîne û bi kiryarên xwe wê berpirsyariyê bi cih bîne. Mixabin, parastina hawîrdorê û kêmkirin an jî bikarneanîna plastîkê hîn nebûye çandek. Lewma, pêwîst e rêzikname û yasayên heyî bi awayekî çalak bên sepandin da ku em bikaribin li ser vê rêyê berdewam bin.”
‘Bi rêxistinên civakî yên sivîl re hevkariyeke berdewam heye’
Tara Ebdullah diyar kir ew girîng dibîne ku ev biryara nivîskî ya rêveberiyê, ne tenê ji bo beşên navxweyî yên rêveberiyê, her wiha ji bo hemû rêxistin û aliyên ku bi wan re dixebitin jî hatiye şandin. Tara Ebdullah ev agahî dan: “Ji ber ku bi rêxistinên civakî yên sivîl re hevkariyeke berdewam heye û em di projeyên xwe de armanc dikin ku hawîrdorê biparêzin, koordînasyon û beşdariya wan di vê gavê de gelekî hêvîbexş e.”
‘Min hewl da ku bi awayekî şexsî vê mijarê bi karmendên xwe re parve bikim’
Têkildarî biryarê û li ser pirsa “Gelo pêkanîna wê dê barekî giran li ser milê beşa we deyne?”, Tara Ebdullah wiha got: “Ev biryar ne biryareke yekalî ye. Ji ber ku parastina hawîrdorê hîn nebûye çandek, me nikarîbû bi temamî ji pirsgirêka qirêjiya hawîrdorê xilas bibin. Şopandina min a berdewam a guherîna avhewayê û qirêjiya hawîrdorê, alîkariya me kir ku em vê fikarê bînin rojevê. Min hewl da ku bi awayekî şexsî vê mijarê bi karmendên xwe re parve bikim. Me projeyeke xwe veguherand bernameyeke xebatê û em rojane wê pêk tînin.”
‘Me karîbû karê xebatkarên paqijiyê hêsantir bikin’
Tara Ebdullah di dawiya nirxandinên xwe de, hêvî û bendewariyên xwe yên ji bo pêşerojê bi van gotinan anî ziman: “Em hêvî dikin ku em karibin berdewam bin. Ji ber ku me di vî warî de gaveke cuda avêtiye û karê xebatkarên paqijiyê hêsantir kiriye. Bi dirûşma 'Mirov ne beşeke cuda ya hawîrdora me ye', em hêvî dikin ku hemû kesên ku dengê me dibihîzin, destekê bidin me.”