Li Dorşînê bihar bi Guldexwînan re hat

Guldexwîn a ku li quntara Çiyayê Dorşînê mezin dibe, bi îhtişama xwe re hemû kesan efsûn dike.

MEDÎNE MAMEDOGLU

Amed- Li gelek deverên Kurdistanê bi hatina werza biharê û helîna berfê re Guldexwînan bi taybetî çiyayan bi tonên bêhempa yên zer, sor û kesk boyax dike. Yek ji cihên Guldexwînên ku kesên vê dibîne efsûn dike vedibe, quntara Çiyayê Dorşînê ya navçeya Pasûr a Amed e. Şahiya dîtbarî ya Guldexwînên a li quntara çiyê, dê mehek bidome.

Çiya hezar û yek dewlemendî di nava xwe de dihewîne

Çiyayê Dorşîn a li gundê Eskar a di navbera Pasûr û Zozana Şênê de cih digre, bi mezinahiya xwe ya ku em navê wê ji stranan dibihîsin re ji aliyê hemû kesan ve tê zanîn. Çiyayê Dorşînê ku bi Andok û Çiyaye Sîpî re di heman herêmê de cih digre, bi kulîlk û giyayên tendurist ên di nava xwe de dihewîne re cihê ku gelê herêmê pir zêde serdana vê dike ye. Çiyayê Dorşîn a ku welatiyên navçeyê û parêzgehên derdorê jî di her biharê de ji bo komkirina giyayên Rêvas û Zuzaxê tên, bi rêyên xwe yên bikaş û girên rast hemû kesê qebûl nake.

Bi sekna xwe ya estetîk û rengên xwe re bala hemû kesê dikşîne

Di bin siya her darê li quntara çiyê de jî, di mehên biharê de bi sedan Guldexwîn vedibe. Guldexwînên ku ji bo parastina xwe di navbera daran de vedibe û bi rengên xwe yên zindî re ji dûr ve jî tê dîtin, îhtişama xwe zêde dike. Welatiyên ku ji bo xwe bigihînin guldexwînan neçarin rêyek dirêj derbas bibin, di vê rêwîtiyê de dibin şahidê gelek bedewiyên Kurdistanê jî. Guldexwînên di objektifên me de dîmenên kartpostal derdikevin holê, tê payin guldexwîn bi germbûna hewayê re bicilmîse.

Tehrîbat ranaweste!

Tehrîbatên ku di salên dawî de li herêmê em bi bedewiyên wê yên xwezayî behs dikin jî, bênavber berdewam dike. Bi hinceta ewlehiyê re li herêmê gelek qereqol û fotokapan hene, derket holê cerdevan û leşkerên ku derketin operasyonê piraniya darên li herêmê dibrin. Ji havîna sala borî vir ve li quntara Çiyayê Dorşînê û li derdora Çemê Qulpê birîna daran diqewîme, di mehên havînê de li herêmê gelek caran agahiya şewata daristanan jî di çapemeniyê de cihê xwe digre. Dîsa ji ber 'herêma ewlekariya taybet' hat ragihandin, gelek caran ketina herêmê qedexeye. Çiyayê Dorşîn a li dijî tehrîbata tê jiyîn ji îhtişama xwe tiştek winda nake, niha jî bi guldexwînên xwe re dewlemendî li derdora xwe zêde dike.