Li Îranê şer tenê li dijî hedefên leşkerî nîn e
Şerê di navbera Îran, Emerîka û Îsraîlê de êdî ne tenê têkoşîna di warê leşkerî de ye; li ser enerjî, av û xwezayî didome, xweza di nava bêdengiyê de tune dibe.
PIRŞENG DOLATYARÎ
Navenda Nûçeyan – Têkoşîna Îranê ya niha li hemberî Emerîka û Îsraîlê didome êdî ne tene di asta pevçûnek leşkerî ya klasîk de ye. Vî şerê nîşan dide ku qada pevçûnê heta binesaziyên jiyanî, çavkaniyên enerjiyê û heta ekosîstemên xwezayî jî berfireh bûye. Di vê çarçoveyê de xweza bûye beşek ji jeografiya şerê wêrankirina rafîneyan, depoyên sotemeniyê û tesîsên girîng.
Şerê li dijî ekosîstemê
Tecrybeya şerên îro nîşan didin ku pevçûnên modern tenê bi tunekirina binesaziyê û windabûna mirovî sînordar nîn in. Di heman demê de asteke kûrtir a wêrankirinê jî derdikeve holê ku dikare jê re were gotin “şerê li dijî ekosîsteman.” Ev rewş dikare di çarçoveya teoriya “ewlehiya jîngehê di şerên jeopolîtîk de” were lêkolînkirin. Ji ber ku şerên sedsala 21’ê ne tenê sînorên siyasî her wiha hevsengiya jîngehî ya herêmî jî hedef digrin.
Şerê di navbera Îran, Amerîka û Îsraîlê de ku ket hefteya xwe ya sêyemîn, bûye krîzeke pir mezin ku di heman demê de jîngeh, aborî û ewlehiya mirovî bi bandor dike. Dengê teqînên ku didomin, firîna balafirên bêmirov (dron) û êrîşên roketan rêz û rêbaza jiyana ajalan û çûkan têk biriye û warên jiyana wan ên xwezayî veguherandiye dojehê. Li gelek herêman çûkên ku koçber dibin riyên koçberiya xwe guherandine û ajal jî ji ber nehevsengiyê û dengê roketan û wêrankirina jîngehê, bi krîzeke cidî re rûbirû mane.
Derya dibin qadeke şerê nexuyayî
Bi qasî girîngiya encamên şeran li ser xwezayê, li ser deryayê jî encamên şer giran in. Teqîna keştiyan û pevçûnên deryayî tenê nabin sedema qirêjiya petrolê her wiha pêlên teqînê yên di avê de dikarin sîstêma masiyan û zindiyên din ên avê tune bikin. Di şertên heyî de derya dibe qadeke şerê nexuyayî.
Bi berfirehbûna qada operasyonên leşkerî û zêdebûna êrîşên li ser binesaziyên jiyanî, encamên şerê li Rojhilata Navîn roj bi roj zêdetir dibin û wekî “krîzên bi hev ve girêdayî” xuya dikin. Di vê rewşê de şer, jîngeh, ewlehiya xwarinê û çavkaniyên avê bi hev re tên girêdan. Di vê modelê de wêrankirina binesaziyê wekî rafîneyên petrolê yan jî tesîsên paqijkirina ava deryayê dikare rêze zencîrên ji krîzan biafirîne ku jiyana bi milyonan mirovan bi bandor dike.
Hişyariya dawî ya Ofîsa Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî dayî mirov dikare di vê çerçoveyê de bigre dest. Ev saziyên ku hatine destnîşan kirin ew jî encamên van êrîşane ne. Hen welatên Rojhilata Navîn ragihand û dibêjin ev êrişên tê kirin ji bo hewayê, çavkaniyên ava vexwarinê û ewlehiya xwarinê metirsiyek mezine. Êrişên li ser qadên av û enerjiyê tê wateya êrişên li ser bingeha jiyanê.
Êrişên li ser ava vexwarinê
Yek ji van mînakan jî êrîşa bi balafira bêmirov (drone) ya li ser îstasyona ava şîrîn ya li Behreynê ye. Ev tesîs yek ji çavkaniyên sereke yên peydakirina ava vexwarinê ya welat e. Di aliyê din de, hedef girtina depoyên petrol û sotemeniyê jî xeteriya li ser tenduristiya mirovan û jîngehê jî zêde dike.
Ev pêvajoya heyî nîşan dide ku şerên modern hêdî hêdî ketiye qonexekê nû de ku mirov dikare wekî “şerê binesaziyê” binav bike. Ev şerên heyî binesaziyê, enerjî, av û jîngehê ji bo xwe dikin armancên stratejîk. Di vê modelê de, wêrankirina jîngehê beşek ji herema ku zexta siyasî û leşkerî li ser heye. Bi gotineke din, şerê niha dikare di çarçoveya “şerên metabolîk” de jî were lêkolînkirin. Di van şeran de ne tenê hêzên leşkerî, her wiha çerxên jiyanî yên xwezayê jî dibin beşek ji hesabên hêzê. Şer dibin sedema têkçûna metabolîzma xwezayî ya herêmê; ango çerxa ku av, hewa, ax û cihêrengiya jiyanî di hevsengiyê de digire.
Şerê heyî nîşaneyên vî cûre modela şerê eşkere kiriye. Di vî şerî de qada pevçûnê êdî ne tenê bi bingehên leşkerî an jî navendên fermandariyê sînordar maye, lê hêdî hêdî binesaziyên enerjiyê, çavkaniyên avê û cihên xwezayî jî di nava xwe de dihewîne.
Ev rewş nîşan dide ku di şerên modern de xweza bûye “qurbana bêdengiya hêzan”; qurbanek ku ne di amarên fermî yên şer de tê qeyd kirin û ne jî di danûstandinên siyasî de pir caran bal li ser tê kişandin.
Zextên jîngehî û jeopolîtîk
Di aliyê din de, wekî berê jî hatibû gotin, êrîşên li ser tesîsên petrolê an jî îstasyonên şîrînkirina avê dikarin wekî cureyek “zextê ya li ser jîngehê ya jeopolîtîk” werin nirxandin. Li herêmek wekî Rojhilata Navîn ku gelek welat girêdayî çavkaniyên sînordar ên avê û pergalên şîrînkirina ava deryayê ne, wêrankirina van binesaziyan dikare krîzên nû biafirîne; ji kêmbûna ava vexwarinê heta zêdebûna koçên bi zor û bêîstîqrariya civakî.
Şer diyardeyek sînorên siyasî paşguh dike
Di heman çarçoveyê de êrîşên dawî û dûmana petrolê ya ku dişewite an jî belavbûna madeyên kîmyayî di hewayê de dikare bi hezaran kîlometre veguheze û heta welatên ku beşdarî şer nebûne jî bandor bike. Bi vî rengî şer dibin diyardeyek ku sînorên siyasî paşguh dike û diguherê krîzek ekolojîk a herêmî.
Di heman çarçoveyê de teqîna depoyên sotemeniyê li Rey û Tehranê jî dikare wekî beşek ji modela “şerê binesaziyê” were dîtin; modela ku tê de rafînerî, depoyên sotemeniyê, xetên veguheztina enerjiyê û tesîsên jiyanî dibin armancên stratejîk.
Di aliyê din de Kendava Basrayê yêk ji hestiyartir ekosîstemên deryayî yên cîhanê ye. Ew ekosîstemek nîv-girtî ye ku kapasîteya xwe nûvekirinê ya sînordar heye. Teqînên keştiyan, rijandina sotemeniyê û çalakiyên leşkerî yên li deryayê dikarin vê hevsengiya nazik têk bibin û depoyên masiyan û jandarên deryayî kêm bikin. Ev mijar ne tenê ji bo jîngehê, her wiha ji bo aboriya peravê û ewlehiya xwarinê ya milyonan kesên ku li herêmê dijîn jî metirsiyek cidî çêdike.