'Krîza avê ya li Mehabadê dibe ku bibe sedema karesata jîngehê'

Leyla J. amaje bi wê yekê jî kir ku li bajarê Mehabadê yê Rojhilatê Kurdistanê, ava vexwarinê li 40-45 gundan nemaye û bîrên avê yên ku bi awayekî neyasayî ji bo ava vexwarinê hatine vekirin, dibe ku di pêşerojê de bibe sedema karesateke jîngehê.

LARA GOHRÎ

Mehabad – Kêmbûna çavkaniyên avê ji ber germahiya global û guherîna avhewayê jiyana zindiyan zehmet dike. Bi taybetî li gundan di gihandina ava vexwarinê de pirsgirêkên cidî hene. Li bajarê Mehabadê yê Rojhilatê Kurdistanê, piraniya gundên ser bi Rêveberiya Av û Kanalîzasyonê ku berpirsê paqijkirina avê ye, di gihandina ava vexwarinê de zehmetiyan dikişînin.

Têkildarî pirsgirêka avê yek ji xebatkarên Rêveberiya Av û Kanalîzasyonê ya Mehabadê Leyla J. bersiv da pirsên ajansa me. Leyla J., anî ziman ku ji 120 gundên vê beşê bi qasî 40-45 gundan av tune ye û anî ziman ku li hin gundan di saetên diyar de av tê, li hin gundan jî ava vexwarinê rojê carekê bi tankeran tê dayîn.

*Rêveberiya Av û Kanalîzasyonê ya Mehabadê çend gundan digire nava xwe?

Nêzî 120 gund di bin kontrola vê dezgehê de ne. Hemû pirsgirêkên avê girêdayî Mehabadê ne. Testkirina tenduristiya avê, kontrolkirina bîr û çavkaniyên avê, û dabînkirina ava vexwarinê hin ji wan tiştan in ku ev dezgeh jê berpirsiyar e.

*Di dabînkirina ava Mehabad û gundan de ti pirsgirêk heye?

Li Mehabadê du santralên paqijkirinê hene, ku em wan wek santrala nû û kevnar dizanin. Santrala kevn a paqijkirinê ji bo dabînkirina avê di nava bajarê Mehabadê de dihat bikaranîn lê av ewr û gemar bû. Ew neçar bûn ku santralek nû ya dermankirinê ava bikin. Santrala kevin a paqijkirinê jî piştî çend guhertinan ji bo dabînkirina avê ji gundên derdorê yên wekî Yûsufkend û Behzî re dihat bikaranîn, lê germ û barîna kêm baran bandor li ser peydakirina ava bajar û gund kir. Ji ber vê yekê krîza avê zêdetir ji bo gundan e. Ava bajarê Mehabadê ji bendava Mehabadê tê dabînkirin.

'Ji 120 gundan 45 jê bê av in'

*Ava vexwarinê li gundan çawa tê dabînkirin, dema ku gundî ji bo peydakirina ava vexwarinê rastî çi pirsgirêkan tên?

Beşek ji gundên derdora wê ji çavkaniyên avê yên bajêr ango bendava Mehabadê tê dabînkirin, lê gundên mayî jî çavkaniyên xwe yên avê bikar tînin. Ji 120 gundên girêdayî Rêxistina Av û Kanalîzasyonê ya Mehabadê nêzî 40-45 gundan av tune. Li hin gundan rojê carekê av bi tankeran tê dayîn. Li hin gundan rojê 1-2 saetan çavkaniyek avê tê vekirin. Di demjimêrek diyar de, mirov avê bikar tînin û ji bo vexwarinê depo dikin. Tankera avê tê gund. Gundî ji bo tijîkirina depoyên avê dikevin rêzê, helbet piraniya vê avê ji bo vexwarinê tê bikaranîn. Li hinek gundan qet ava me tune. Wek mînak eger li gundê Soretan li ser rêya Serdeştê baran bibare, ev xelkê salê tenê du mehan ava wan heye û di rojên din ên salê de neçar in ava kaniyê bikar bînin.

'Çavkaniyên avê bi bîrên binerd ên bi qaçaxî tên kolan kêm dibin'

* Vê qeyrana avê çi pirsgirêk bi xwe re anî?

Yek ji pirsgirêkên herî mezin ên qeyrana avê kolandina bîrên bin erdê ye ku gelek caran bi awayekî neqanûnî tên çêkirin. Di çend salên bê de, em ê bibînin ku bîr kûrtir bibin û çavkaniyên avê yên binerdê ku karesatek jîngehê ye, kêm bibin. Rêveberiya Av û Kanalîzasyonê guh nade bîrên bê ruxset ji ber ku nikarin avê bidin. Gelek caran kolandina bîr jî nikare hewcedariya gel a avê pêk bîne û li gundekî weke Seretanê zexteke mezin li gel tê kirin. Di krîza kêmbûna avê de li gundan jiyan, erk û berpirsyariyên jinan dijwartir dibin. Jin neçar in ku cil, firaq, xalîçe û zarokên xwe di çeman de bişon. Krîza avê erkên jinan du qat dike. Encamên din ên vê birçîbûn û tîbûnê jî wek koçberiya ber bi bajêr û kêmbûna nifûsa gundan tê nîşandan.

* Ji bo çareserkirina vê krîzê çi tedbîr hatin girtin?

Nûnerê Mehabadê Celal Mehmûdzade ev çend sal in ji bo vê qeyranê planek bi navê plana 141 gundî difikire û niha di destpêka xwe de ye û nayê zanîn ka dê çiqasî bi ser bikeve.

Krîza avê bandorek çawa li tenduristiyê dike?

Av li Îranê tenê bi klorê tê kirin. Hat diyarkirin ku piraniya ava vexwarinê ne saxlem e û di hin avê de jî metalên giran ên wek merkur hene. Ev têra xwe bilind e ku tenduristiyê bixe xetereyê. Li bajarê Miandoabê av ewqas qirêj e ku tama wê şor e. Li Mehabad û hinek gundan tenê klorkirin tê kirin. Tenduristiya avê bi rêkûpêk nehatiye ceribandin. Di nebûna ava paqij de nebûna rêveberî û rêxistinbûna dewletê qeyraneke neteweyî ye. Butçeyên kêm ên ji bo vê sektorê tên veqetandin krîzê girantir dike. Berdewamiya vê pêvajoyê wê felaketên jîngehê bi xwe re bîne.