Keda jinan ji ber valahiya di zagona daristanê de nayê dîtin
Jinên ku li Tûnisê di çavkaniyên ku bingeha wan daristan e de dijîn, ji ber valahiyên zagonî û krîza avhewayê zirarê dibînin. Ines Al-Abyad, got ku divê Zagona Daristanê ji nû ve di çav re were derbaskirin.
Nezîha Bo Seîdî
Tûnis – Ji bo jinên ku li herêmên çiyayî yên Tûnisê dijîn, xebatên daristanan, riya debara salê ye lê xebatên daristanan, bi taybetî ji aliyê zagonên parastina daristanan ve bi gelek pirsgirêkan re rûbirû ye. Ji Departmana Edaleta Hawirdorê ya Forûma Mafên Civakî û Aborî ya Tûnisê Ines Al-Abyad ku hewl dide ji van pirsgirêkan re çareseriyê bibîne diyar kir ku demek berê xebatek bi sernavê “Kovara Daristanvanî û Rêveberiya Daristanvaniya ku Dikare Were Domandin: Rexne û Pêşniyarên Revîzyonê” weşandiye. Vê xebata ku di dawiya meha Çileyê de hat weşandin, piştî lêkolîna ku forûmê di xebatên daristanvaniyê de meşand hat amadekirin.
Zêdetir jinan jê zirar dît
Ines Al-Abyad da zanîn ku jinên bi xebatên daristanvaniyê debara xwe dikin, bi taybetî yên li herêmên bakur rojava, ji van guherînên zagonî zirarê dîtine û wiha got: “Mînak li herêma Aîn Draham a girêdayî Walîtiya Jendoubayê, zêdetir jin dixebitin. Ew di mercên pir zor de giyayên aromatîk û tibî berhev dikin û rûnê wan derdixin, ev yek jî li derveyî Daristana Aîn Draham tê kirin. Hilberînerên yekem ên vî rûnê derdixin ji Sfaxê hatin û ji bo wan giyanan bikirin, tên Aîn Drahamê.”
Cudakariya di navbera ked û mûçeyê de
Ines Al-Abyad, bal kişand ku tevî di demsala berhevkirinê de jin dikevin kûrahiyên daristanan, şaxên wan jêdikin, bar dikin û kedek mezin didin jî mûçeyê pir kêm digrin û wiha got: “Rûnê toprihanê lîtreyek wê 30 dînar e ku ev yek dike 450 lîra ye. Dema ku mirov li vê yekê dinêre, dibîne ku di navbera keda jinan û dahatê de cudahiyek zêde heye. Jinên ku ji daristanan sûdê digrin, di warê aborî û civakî de gelek tengasiyan dikşînin. Bi taybetî ji ber guherîna avhewayê ya li Tûnisê, her diçe zoriyên wan zêdetir dibin. Kêmbûna avê û carna jî bi temamî tunebûna avê, xebata wan zortir dike. Ev yek bandorê li ser tendirustî û qelîteya jiyana wan dike.”
‘Divê daristan werin parastin’
Ines Al-Abyad, diyar kir ku ew bi gelek hevkarên ku debara xwe bi çavkaniyên daristanê dikin re ketine têkiliyê û got ku di warê civakî, hawirdor û zagonî de rastî zoriyan hatine û wiha domand: “Yek ji zoriyên civakî ew e ku ku komên li herêmê daristanê dijîn lê ji çavkaniyên daristanê sûdê nagirin. Zoriyên hawirdorî û avhewayî jî; agir, lehî, barîna berfê û kêmbûna cureyên biyolojîk e. Dema ku mirov ji aliyê zagonî ve jî binêre dibîne ku divê Zagona Daristanvaniyê bi awayekî baldar ji çav were derbaskirin lewre daristan, hebûneke aborî, civakî û hawirdorî ye û divê were parastin.”
Girîngiya avakirina çarçoveya zagonî
Ines Al-Abyad, ragihand ku forumê di vê çarçoveyê de tevahiya rojê çalakiyek li dar xistiye û di vê çalakiyê de hinek sernav di çav de hatine derbaskirin, li ser guherînên zagonî hatiye rawestîn û wiha berdewam kir: “Me ev dane bi hêviya gihîştina biryardêran di raporek de berhev kir. Armanca me ew bû ku Zagona Daristanvaniyê were nîqaşkirin û di çav de were derbaskirin, I çarçoveyek zagonî de were nirxandin.” Ines Al-Abyad her wiha diyar kir ku piştî Wezareta Çandiniyê, eşkere kiriye ku dê Zagona Daristanvaniyê di çav de derbas bike, pêşniyarên xwe ji bo pêşkêşî Komîteya Çandiniyê ya Meclîsa Nûneran bikin, tevlî belgeyek polîtîk a hatiye amadekirin hatiye kirin.
Li Tûnisê Zagona Daristanvaniyê cara yekem di salên 1960’an de ket meriyetê, vê çarçoveya zagonî ya ku rêvebirina daristanê sererast dike jî di navbera salên 2001–2020’an de ji revîzyonên cuda hat derbaskirin lê tevî van guheranînan jî ji sala 2011’an ve heta niha, bi guherînên siyasî û sosyolojîk ên li welat bi lez çêbûn re, daristanên Tûnisê hê jî bi pirsgirêkên pergalî yên cidî re rûbirû ne. Tê dîtin ku ev pirsgirêk, ji aliyê otorîteyên giştî ve di pêvajoyên cuda de bi modelên siyasî û aborî yên ku hatine pejirandin û çarçoveyên zagonî re rasterast têkildar in.