Jinên li Gimgimê li dijî JES’ê li ber xwe didin

Jinên li gundên navçeya Gimgimê ya Mûşê ku li dijî Santrala Jeotermalê ya plankirî nobedê digirin, peyama “Xwezaya me xweşik e, jiyana me xweş e, jîngeha me xweşik e. Mafê kesî tune ku vê yekê tune bike" dan.

XANGUL OZBEY

Mûş – Piştî Qanûna Avhewayê ku di 2’yê Tîrmeha 2025’an de ji hêla Parlamentoyê ve hat qebûlkirin, li herî kêm 40 bajarên Tirkiyeyê herî kêm 104 lîsansên lêgerîna madenê hatin dayîn. Di vê çarçoveyê de, di nav projeyên ku dê xwezayê tune bikin de, du projeyên Santrala Enerjiya Jeotermal (GEP) ên cuda yên ku ji hêla IGNIS H2 Energy Production Inc. ya Emrîkî ve li navçeyên Gimgim û Kanîreş ên Çewlikê û yên Mûşê hatine plankirin, vê dawiyê ketine rojevê. Nêzîkî du mehan e, li herêma ku tê plankirin ku proje lê were bicîhanîn, berxwedanek didome.

Nobeta li Gimgimê didome

Di çarçoveya vê berxwedanê de konê nobetê tê danîn, civînên çapemeniyê têne lidarxistin, xwendina helbestan tê organîzekirin, serdanên hunermendan çêdibin û gelek çalakiyên din tên lidarxistin. Her carê, çend gund bi dorê nobetê didomînin. Parêzvanên mafên mirovan û çalakvanên ekolojiyê ji derveyî welat û herêmên din jî bi organîzekirina panelan li ser wêrankirina ku santralên hîdroelektrîk, roj û jeotermal dê li xwezayê bikin, raya giştî agahdar dikin. Govendên ku li dora agirên ku êvaran têne pêxistin, eleqeyek mezin dibînin. Jinên ku careke din di pêşengiya berxwedanê de ne, soza xwe ya parastina dîrok, xweza û pêşeroja xwe dubare dikin.

Jinên ku bi ajansa me re axivîn jî bawerî û biryardariya xwe ya li dijî santralên jeotermal anîn ziman.

‘Em ê av, ax, daristanên xwe ji santralên jeotermal re feda nekin’

Sutiye Dapakli li Gimgimê dijî û ji destpêka çalakiyê ve bê navber dixebite. Sutiye diyar kir ku ew ji bo projeya JES’ê li wir bûye û wiha got: “Ew dixwazin li welatê me JES’ek ava bikin. Em li dijî wê ne. Em naxwazin. Ji dema ku ev projeya JES’ê hatiye rojevê ve em hewl didin ku li dijî vê yekê şer bikin.” Sutiye ragihand ku têkoşîn girîng e û hemû kes beşdar dibin û wiha pê de çû: “Li vir ti kes JES’ek naxwaze. Em naxwazin. Ji ber ku welatê me mîrateyek ji dapîr, bapîr û bav û kalên me ye. Em dixwazin vê mîratê bibin pêşerojê. Xwezaya me xweşik e, jiyana me xweş e, jîngeha me xweşik e. Mafê kesî tune ku vê yekê xera bike. Em ê ava xwe, axa xwe, daristanên xwe ji bo JES’ek feda nekin, em ê nekin, em ê nekin.”

'Îro dîsa dixwazin li dijî baweriya me JES’ê ava bikin'

Sutiye Dapakli bal kişand ser xwezaya ku projeya santrala elektrîkê ya jeotermal tê de tê bicîhanîn û wiha got: “Binhêre! Li bedewiya vê xwezayê binhêre. Li xêr û bera vê xwezayê binhêre. Belê, dibe ku pir tişt li cem me tune bin, lê ji bo me bes e. Li diyarê me, cihê îbadetê heye. Berê, wan bombebaran kirin. Wan her tişt şewitandin, lê îro dîsa dixwazin li dijî baweriya me JES’ek ava bikin. Em li dijî vê yekê ne. Em vêya naxwazin. Em bi tevahî naxwazin. Tu kes nikare welatê me ji me bistîne. Ew ê tu carî nikaribin.”

‘Hemû avên me, çemên me, golên me ziwa kirin’

Sutiye Dapakli bang li rayedaran kir û wihagot: “Divê ew qezencên şirketên din ên sermayeyê, şirketên din ên biyanî, li ser berjewendiyên welêt negirin. Divê ew qezencên ku ji van şirketan distînin li welatê xwe bihêlin, bidin gelê xwe û bernameyan çêkin da ku jiyana gelê xwe baştir bikin. Ew li her derê, li seranserê Tirkiyeyê santralên jeotermal ava dikin. Wan hemû avên me, hemû çemên bendavan, hemû golên me ziwa kirine. Çi ye? Bendav. Çi ye? Santralên hîdroelektrîkê. Çi ye? Santralên jeotermal. Em vana naxwazin, em wan naxwazin. Em dixwazin bi awayekî mirovî bijîn. Û ji bo ku bi awayekî mirovî bijîn, em naxwazin ku axa me, hewaya me, ava me, daristanên me zirarê bibînin. Em li dijî van tiştan in.”

‘Têkoşîna me mezin e û ew ê mezintir bibe’

Sutiye peyama berdewamiya têkoşîna wan da û wiha got: “Em ji çar aliyên cîhanê piştgirî distînin. Navê Gimgimê li her derê tê bilêvkirin. Ji kerema xwe bila vê yekê bibhîzin û bizanibin. Em ê canê xwe bidin, lê em ê axa xwe neterikînin. Bila vê yekê baş bizanin. Têkoşîna me dê berdewam bike, têkoşîna me mezin e û ew ê mezintir bibe. Ji ber vê yekê em ê li vir têkoşînê bidomînin. Ev têkoşîn dê heta ku axa me di destê me de bimîne, berdewam bike.”

‘Em îsal zû hatin da ku xwezaya xwe winda nekin’

Hatîce Kizilgedik Çinar jî ji gundê Xaşxaş ê Gimgimê ye. Li Hesekê zewicî, niha li Stenbolê dijî, her sal tê gundê xwe, lê dibêje ku ew îsal zû hatiye Gimgimê. Hatîce Kizilgedik sedema hatina xwe ya zû bi van gotinan anî ziman: “Ji ber ku li Gimgimê santralek nû ya jeotermal dê were çêkirin. Ji bo ku xwezaya me winda nebe, em îsal zû hatin. Em vê têkoşînê li vir dimeşînin. Kon hatine danîn. Em tên konên xwe, em serdana wan dikin.”

Banga piştevaniyê ya ji bo jinan

Hatîce Kizilgedîk ku peyama “Em ê xwezaya xwe biparêzin. Em ê xwezaya xwe radestî JES’an nekin. Em ê têkoşîna xwe heta dawiyê bidomînin" da, bang li jinan kir û got: “Divê jin pêşengiya hemû têkoşînan bikin. Ji ber ku bêyî jinan tiştek nabe. Jin dayîk in, bav in, her tişt in. Dema ku santrala jeotermal li vir bê avakirin, em ê nikaribin li ser erdên xwe bijîn. Erdên me wêran bibin. Nebat wê nikaribin bijîn. Gundiyên li vir bi xwedîkirina ajalan debara xwe dikin. Ew ê nikaribin ajalan xwedî bikin. Em dizanin ku ew ê çiqas zirarê bide xwezayê. Em ê têkoşînê bidomînin. Em ê xwezaya xwe radestî JES’an nekin, em ê nekin.”

‘Bila mirov bi azadî û rihetî di xwezaya xwe de bigerin’

Gulnaz Zengîn ku ji bo hevgirtinê ji gundê Şorika Jorîn ê Kanîreşê hatiye Gimgimê, diyar kir ku ew ji bajarê xwe tê gund, bi taybetî ji bo çend mehên havînê tê û ji warên xwe pir hez dikê. Gulnaz ragihand ku ew nêzîkî du mehan e li vir bi berdewamî li dû vê hevgirtin û ruhê têkoşînê ye. Gulnaz, armanca hatina xwe bi van gotinan aşkera kir: “Ez bi taybetî bi xwezayê re eleqedar im. Ez ji xwezayê hez dikim. Carinan ez li vir rûdinim û erdê maç dikim. Ez ewqas dilsoza wê me. Piştî ku min projeya JES’ê ya li vir bihîst, min got ku divê em jî werin û beşdar bibin. Ev cara duyemîn e ku ez têm vir. Em dixwazin ku ew dest nedin xwezaya me, xwezaya me ji me re bihêlin. Ez dixwazim ku mirov bikaribin bi azadî û rihetî di xwezayê de bigerin.”

‘Ji bo xatirê van çiyayan, dest nedin erdên me’

Fîlîz Bîngol Zengîn ku ji gundê Badanê hatiye jî li dijî êrîşên li ser xwezayê serî radike. Fîlîz bang li rayedaran kir û got “Ji bo xatirê van çiyayan, ji kerema xwe dest nedin erdên me” û wiha domand: “Ez li Ewropayê dijîm. Ez li Berlînê dimînim. Min dixwest li vir bim û piştgiriya xwe nîşan bidim. Ji kerema xwe, bila her kes were. Bajarekî pir xweşik e. Em dixwazin ev santrala jeotermal were rawestandin. Ji kerema xwe dest nedin gundê me yê xweşik, dest nedin axa me. Ev tekane daxwaza me ye, tekane xwesteka me ye.”

‘Ger li vir JES’ek bê çêkirin, hemû avên me dê qirêj bibin’

Şohret Dogan a ji gundê Dodan jî li hember çêkirina JES’ê xwe neqayîl dike. Şohret da zanîn ku ev JES dê jiyana wan têk bibe û wiha domand: “Em naxwazin tiştek li vir were çêkirin. Ev welatekî xweşik e, welatê me ye. Ger li vir santralek elektrîkê bê çêkirin, hemû avên me dê qirêjî bibin. Ji ber vê yekê em JES’an naxwazin.”