‘Ji bo çareserkirina pirsgirêkên ekolojîk dê proje bên pêşxistin’

Berpirsa beşa Jineolojî ya Zanîngeha Rojava Zozan Mihemed a beşdarî komxebata ‘Gavên jinan li ser şopa çeman’ bûbû bal kişand ser qeyranên ekolojîk yên bi pirsgirêka avê re rû dide û got: “Ji bo çareserkirina pirsgirêka avê dê proje bên pêşxistin.”

EBÎR MUHEMED

Qamişlo - Ji bo nîqaşkirina mijar û pirsgirêkên ekolojiyê bi nêrîna jinan, têkiliya jin û avê, çemên Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yên ji ber qûtkirina dewleta Tirk zûha bûne û naherikin, bandora pirsgirêkên ava vexwarinê li ser civakê, bandorên madeyên kîmyewî li ser avê û her wiha bandorên rêbazên çandiniyê li ser avê komxebatek ji aliyê Platforma Jin a Ekolojî û beşa Jineolojiyê ve li Zanîngeha Rojava hat lidarxistin. Berpirsyar û di heman demê de mamosteya beşa Jineolojî ya Zanîngeha Rojava Zozan Mihemed têkildarî komxebatê û nîqaşên jinan ên di warê parastina jîngehê de bi pêş ketine axivî.

Bi nêrîna jinan çareserkirina pirsgirêkan

Zozan Mihemed diyar kir ku ew dixwazin bi nêrîna jinan pirsgirêkên di warê ekolojîk de rû didin çareser bikin û wiha got: “Ev komxebata hat liarxistin ji bo famkirina pirsgirêkên ekolojiyê û bi taybetî pirsgirêka ava Çemê Ceqceqê û dîtina çareseriyek rast û guncav pir girîng bû. Diviyabû berî demeke dirêj ev komxebat hatibûya lidarxistin ji ber ku gelek girîng e. Armanca me ew e em têkiliyeke xurt di navbera Jineolojî û ekolojiyê de ava bikin. Ji ber ku ancax bi saya jinan em bikaribin van pirsgirêkan çareser bikin. Em bi jinên ku tecrubeya wan heye û şahidên pirsgirêkên avê ne rûbirû hatin ji bo nîqaşkirinê û dayîna pêşinyaran.”

Bandora dagirkeriyê li ser pirgirêkên ekolojîk

Zozan Mihemed bal kişand ser zêdebûna pirsgirêkan ji dema dagirkirina dewleta Tirk a li ser Efrîn, Serê Kaniyê û Girê Spî yên Rojavayê Kurdistanê ve û wiha pê de çû: “Çawa ku em dibêjin jin ketine bin desthilatdariya zilam, îro em dibînin ku ekolojî jî ketiye bin desthilatdariya mirov. Ger em bixwazin pirsgirêkên ekolojîk çareser bikin, destpêkê pêwîstî bi azadkirina jinan heye. Li hêleke din pirsgirêkên ekolojiyê di demên dawî de, ji ber dagirkirina dewleta Tirk li ser axa me pir zêde bûne. Dewleta Tirk avê li ser herêma me qut kiriye, jin û civak gelek êş û zehmetiyan dikşînin.”

‘Ji bo çareserkirina pirsgirêkan dê proje bên pêşxistin’

Zozan Mihemed destnîşan kir ku bi xurtkirina têkiliyan ev pirsgirêk dê çareser bibin û wiha bi dawî kir: “Heta roja îro gelek hewldan hatine kirin ji bo avakirina têkiliyên navneteweyî ji bo çarseriyê. Ji bo çareserî proje wê di demên pêş de dê hebin, em hewl didin weke alternetîf li ser rûyê erdê projeyê ava bikin. Bi taybetî ji bo peydakirina avê ji bo bajarê Hesekê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Yên ku herî zêde zehmetî dikşînin gelên ku li Hesekê dijîn in. Ji ber ku ev çend sal in av li ser wan hatiye qutkirin ji aliyê dewleta Tirk ve. Ev pirsgirêk di werza havînê de mezintir dibe. Bi avakirina têkiliyên xurt û destekdayîna rêxistinên mirovî dê ev pirsgirêk heya astekê çareser bibe.”