Ji ber guherîna avhewayê dê hişkesalî bi salan berdewam bike
Gûherîna avhewayê ji ber nebûna pergalek baş a rêvebirina avê û qirkirina li ser xwezayê hişkesaliyê bi xwe re ava dike û ger pêşî lê neyê girtin dê ev hişkesalî bi salan berdewam bike.
ŞÎNYAR BAYÎZ
Silêmanî - Hişkesaliya li herêma Kurdistanê û pêla barîna tozê ziyanek zêde gihandiye xweza û jiyana hemwelatiyan û di aliyê tendirustiyê de ev yek metirsiyan dide avakirin. Nebûna çavkaniya av û kêmbarîna baranê çandinî asteng kiriye. Vê yekê bandorek nêyî li ser rewşa heremê û tevahî cîhanê dike. Lê belê hikumet û desthilata heyî heta niha pergalek baş çênekirine ku êdî hîşkesalî dubare nebe û salane ava pêwîst were dabînkirin.
“Ji bo barîna tozê sedemên xwezayî heye”
Endama desteya rêveberiya tora zeviyan Şagûl Ebûbekir der barê pêla barîna tozê de diyarkir ku aliyên xwezayî û destkarî di xwezayê de heye û wiha got: “Pê leyistina xwezayê dibe sedemê barîna tozê û ziyan gihandina xwezayê. Sedemê sereke yê xwezayê ew herêmên ku pela tozê lê bariye, rêjeya barîna tozê zêde dibe û eve jî bi karanîna zeviyan bi awayek xirab bandor dike. Hişkesalî raste rast yan jî ne raste rast peywendiya xwe bi barîba tozê re heye, piştî barîna baranek baş wê kêm bibe, yan jî barîna baranê bi awayek yeksan dabeşî werzan nabe hişkesalî çêdibe, di destpêkirina hişkesaliyê li navçeyên çol û barîna tozê û nebûna rêjeya barîna pêwîst destpê kir.”
Çawa em rê li ber barîna tozê bigrin?
Şagûl Ebûbekir bi bîr xist ku divê sedemê têkçûna avhewayê were zanîn û jê re çareserî were dîtin û wiha got: “Kêmkirina çalakiyên mirovî sedemeke ji bo başkirina rewşê, ji ber ji 10 heta 15 salên pêşiya me ger hewlên cidî neyê dayin wê xak têk biçe û êdî bi tendirust nabe. Li gora daneyên UNCCD, WHO,FAW heta sala 2030 û 2060 xak namîne ku mirov bikare sud jê bigre, lê belê ev xweza pêwîstî bi 100 heta 150 salan heye heta rewş baştir bibe. Di 21’ê Adarê de me kampanya da destpê kirin û ev 100 roje berdewame, kampaya di encama guherîna avhewayê de hatiye destpêkirin û heta niha berdewame.”
“Pirsgirêka hişkesaliyê sal bi sal zêde dibe”
Mamostaya çandiniyê ya zanîngeha Silêmaniyê Rûşîn Mehmûd da diyarkirin ku di lêkolînan de diyar bûye ku ev pirsgirêke ne tenê pirsgirêka herêma Kurdistanê ye û li hemû cîhanê belav bûye û sal bi sal hişkesalî zêde dibe û got: “Nebarîna baranê sedemê sereke yê hişkesaliyê ye. Lê belê ji derveyî vê gelek sedemên din yên hişkesaliyê hene ya herî diyar jî nebûna cihên şîn û çalakiyên mirovan ji bo awayê ne baş yên ji bo çareseriya xwezayê bi kartê. Ji ber dema ku şînatî zêde dibe oksîjen zêdetir dide xwezayê, her wiha dewletên derdor ji ber çêkirina barajan ava herêma Kurdistanê kêm dibe û eve jî dibe sedemê kêmbûna avê. Her wiha kêm barîna baranê li herêma Kurdistanê û sistema xirab ya rêvebirina avê wisan kiriye ku hişkesalî çêbibe. Heta niha jî nikarin sîstema avê ya li herêma Kurdistanê heye sererast bikin, nebûna bendavên avê wisan kiriye ku ava baranê biçe û sud ji ava baranê neyê girtin, dema ku bendava avê û sîstemek hebe ji bo komkirina ava baranê ev pirsgirêka avê û metirsiya hişkesaliyê wê kêm bibe.”
“Bi rêya vegerandina avê pisgirêk kêmtir dibe”
Rûşîn Mehmûd da zanîn ku dikare pirsgirêka avê bi rêya vegerandina avê were çareserkirin û wiha dom kir: “Dikarin ava ku paş de dimîne fitre bikin û were bi karanîn, lê belê ev rêye pêwîstî bi butçeyek zêde heye û pêwîstî bi sîstema taybet ku li welatên dinê ji bo avê tê bi karanîn heye ji bo li mal û otomobîl û cihên xwarinê av were filtre kirin. Ger hikumet û aliyên peywendîdar çareseriyekê ji sîstema avê re nebînin hişkesalî wê sal bi sal zêdetir bibe. Ye herî zêde jê ziyanê bibînin serke çandînî û lawirvaniye, piştre jî wê berhemên xwemalî kêm bibe û eve jî bandorê li ser qalîteya berhemên xwemalî dike û wê bibe sedemê giranbûna nirxê berheman.”