“Ji 4 hilberînan tenê di yekê de bermahî tê tesbîtkirin”

Dema ku tu li encamên laboratuwarê yên berhemên ku li Tirkiyeyê sertîfîkaya organîk wergirtine dinêrî, tê dîtin ku di nava 4 hilberînan de tenê bermahiyek tê dîtin. Sekretera Jinan a Şaxa Îzmîrê ya Navenda Giştî ya Çandî Orkam-Sen’ê Sîbel Çelîk dibêje; “Ger mebest ne pere qezenckirin, dabînkirina hewcedariyên civakî bûya, ji bo bidestxistina berhemên zêde hîleyên bi vî rengî çênedibûn. Di şert û mercên heyî de, navê wê çi dibe bila bibe mirov nizane ew hilberîn xwezayî ne yan na, di çi mercan de gihîştine û zirara wan çiqas ji tendirustiya mirovan û derdorê re heye.”

EKÎM YAGMUR
Enqere- Daxwaza berhemên çandiniyê yên organîk ku di van salên dawî de populer bûne, bi pandemiyê re pir zêde bû. Me ji Sekretera Jinan a Şaxa Îzmîrê ya Navenda Giştî ya Kedkarên Çandinî û Daristanan Çandinî Orkam-Sen) Sîbel Çelîk "Gelo ji her berhemên ku tê gotin xwezayî ne, ji bo ku berhemek xwezayî be çi şert û merc pêwîst in, li Tirkiyeyê çandiniya ekolojîk rast tê kirin an na?" pirsî.
• Berhema xwezayî, organîk, ekolojîk, herêmî û gund tê çi wateyê?
Li şûna berhemên organîk û gundan bikaranîna têgînên berhemên xwezayî, ekolojîk û herêmî wê watedartir be. Ji ber ku mebest ji berhema organîk û yên gund ew e ku ne di nav têkiliyeke hembiyotîk de ne ku bi salan xwe bi erdnîgariya xwe ve girêdaye, bi çavdêriyên cotkarên jîr wê çawa mezin bibe serdestî û nirxek lê zêde neke. Bi azweriya kapîtalîzma modernîte, qazanca herî zêde û îndustriyalîzma ku krîza xwe ya piralî jiyaye, îro baştir tên fêmkirin ku hewl dan bi afirandina feraseta ku qirkirina ekolojîk kesk û şoreşên (di çandiniyê de) erêkirina mecbûrî bidin civakê. Elbet ev piştî demekê ji ber wêrankirinên bêveger ên di warê tenduristiya mirov û ekosîstemê de, niha di lêgerîna pergaleke nû ya kapîtalîzma modernîteyê de ne. Em dikarin bibêjin ku naveroka têgînên berhemên organîk û gund ku veguheriye mafê gihandina berhemên tendurist ne rast e. Her wiha em dizanin ku destwerdana derveyî, gubre û hin hilberînên parastina nebatan di gelek hilberînên ku wekî organîk tên pênasekirin de tên bikaranîn. Em difikirin ku dê li şûna wê têgîna hilberînên xwezayî bi kar bînin. Jinên aqilmend (ku yekem car tov bi axê re li hev anîne) bi çavdêriya xwezayê bi serdestî û nirxên zêde nafikire, watedartir e ku mirov bibêje hilberînek ku bi hezaran salan xwe li gorî wê ekosîstemê adabte kiriye ku tê de destwerdana derve di pêvajoya hilberînê de bi xwe kêm dibe, xwezayî û bi tendurist e. Mafên mirovan heye ku xwe bigihîjînin berhem û ava bi tendurist.
“Ya girîng ne ew e ku hûn li ku derê hildiberînin. Ya esas ew e ku hûn çawa hildiberînin”
• Gelo dema ku berhem li herêmek yan jî li gundekî diyarkirî hatibe hilberandin, tê wê wateyê ku ew di şert û mercên xwezayî de hatiye çandin?
Berhemek li gund, gundewar, çiya û bajaran jî şîn bibe, nayê wê wateyê ku xwazayî ye. (organîk) Di çandiniya berhemên xwezayî de, encamên jiyana cureyên riwekan ên ku ji ber şert û mercên avhewa û hawirdorê têkiliya bi hev re li her erdnîgariyê adabte bûne (kêzik, mêşhingiv, hevsengiya kêzikên bikêr û zirardar û hwd.) ew hawirdorek ava dike ku dê bikaribe mezin bibe. Pirsgirêka rastîn li vir ne ew e ku ew li ku hatî raberkirin. Ji ber ku her deverek ekosîstemên xwe hene, heya ku mirov di pêvajoyên hilberînê de serdestiya xwezayê neke, hevsengiya ekosîstemê xera neke û ji bo bidestxistina berhemên zêdetir (tov, derman, gubre, kesaxtin û hwd.) a girîng ne ew e ku hûn li ku derê hildiberînin, hûn çawa hildiberînin e. Ji ber ku bajar bi xwe (bajarbûn) ne xwezayî ne û hemû hevsengiyên ekosîstemê têk diçin, li vir xwezayîbûn zehmet e.
• "Berhemên herêmî" û "berhemên gundan" ji çarçoveya peyvan jî tê fêmkirin, ji bo berhemên ku li herêm û gundekî taybetî şîn dibin tên bikaranîn. Bi rastî, şert û mercên mezinbûna van berheman girîng in. Gelo ev berhem bi rêbazên ku zirarê nadin tenduristî û xwezaya me tên mezinkirin?
Wekî ku me li jorê jî behs kir, ji cihê ku tê hilberandin wêdetir çawa tê hilberandin û di vê pêvajoya hilberînê de bi xwezayê re serdestiyek li hev nayê û li gorî ekosîstem û hevsengiyên bi hezaran salan çêbûne were şekilgirtin.
Divê armanca sereke ew be ku hilberînek li gorî hewcedariyên civakî were çêkirin û li gorî ekosîstema herêmê ku dema ev hilberandin çêdibe. Navê wê gund û herêmî ye lê dema ku tovên GMO û kelûpelên din ên di hilberîna van tovan de bi awayekî sûnî ji derve bên dayîn dê reaksiyonên zincîreyî hevsengiya di ekosîstemê de xera bike û hem zirarê bide xwezayê û hem jî zirarê bide berhemên bi tendurist. Wateya hilberînek wiha tune ye ku li gund an jî herêmê bê hilberandin
"Zehmet e ku mirov zanibe ka berhemek xwezayî ye yan na"
 
• Niha li ser her tiştî organîk hatiye nivîsandin. Em çawa dizanin ka berhema ku em ji sûkê dikirin bi rastî organîk e?
Dema ku kapîtalîzmê piştî demekê dest bi qeyranên bêveger kir, bi navê şoreşên kesk (qirkirina ekolojîk) ji bo karîgeriya herî zêde, bi pêşxistina mafê destnedanê dest pê kir ku bibe sedema qeyranên bêveger. Berhemên tendurist ku mafê her kesî ye, sîstemeke ku çînek dikare berhemen tendurist bi dest bixe. Divê em diyar bikin ku têgeha 'organîk' kesên ku pereyên wan heyî xwe digihîjînin berhem û ava bi tendurist lê kesên bindest, îstîsmarkirî û heta yên ku van berheman çêdikin jî nikarin gihîştina berhem û ava tendurist bi dest bixin ne rast e.
Her wiha dema encamên laboratuvarê yên berhemên ku li Tirkiyeyê belgeya organîk girtine tên lêkolînkirin, tê dîtin ku ji 4 berheman yek ne xwezayî ye û bermahiyên wê tên tesbîtkirin. Ger mebest ne pere qezenckirin, dabînkirina hewcedariyên civakî bûya, ji bo bidestxistina berhemên zêde hîleyên bi vî rengî nedibû. Di şert û mercên heyî de zehmet e ku mirov bizane ka ew berhem bi rastî xwezayî ne yan na, di çi şert û mercan de tên mezinkirin, zirarê didin tenduristiya mirovan û jîngehê. Dibe ku di karsaziyên piçûk û malbatî yên ne bazirganî ku ji bo hewcedariyên xwe hilberînin de gihîştina berhemên bi tendurist hebe. Ger hûn li cihê ku xwezayî û ne yên xwezyî lê tê hilberandin bijîn, ger hûn wê ekosîstemê zanibin û temaşe bikin ku hilberînek guncav tê çêkirin û ger hûn bi hêsanî xwe bigihîjînin cihê ku lê dijîn û bixwin, ango ger hûn lê dijîn, cihê ku hûn lê ji dayik bûne û cihê ku hûn lê dijîn têr dibin, şansek we ya pir zêde heye ku hûn bigihîjin berhemên bi tendurist.
"Kontrola laboratûwarên venêrîn û bazarê tune ye"
 
• Îro bi taybetî kesên bajarvanî, kesên xwendevan salên dawî berê xwe dane berhemên organîk. Ev daxwaz bû sedema vekirina gelek bazarên organîk. Gelo li Tirkiyeyê çandiniya xwezayî bi heqê xwe tê kirin? 
Heya ku li Tirkiyeyê pergala heyî bidome, heta ku hevsengî û mekanîzmayên kontrolê neyên avakirin ger ku em nikaribin vê hişmendiya nirxên exlaqî yên civakê, li ser koka wê ya kevin ava dibe biafirînin û gihandina berhema û ava tendurist ne tenê mafên mirovan, mafên hemû zindiyên xwezayê ye nikarin çareseriyek ava bikin. Ji bo vê jî divê em pêşî bi zîhniyetê re, piştre jî têgihîştineke ekolojîk a li gorî xwezaya ku tê de hatiye sazkirin, alternatîfeke nû ya sîstematîk ava bikin. Dema ku mirov dinêre ka bi kîjan armancê, ji bo kîjan beşê, di çi şert û mercan de û heta çi radeyê çandiniya organîk bi xwezaya Tirkiyeyê re lihevhatî ye, mixabin em dikarin diyar bikin ku ev yek tune ye. Digel ku berpirsyar e bazarên organîk tenê ji kesên xwenda û pereyên wan re werin hilberandin yan jî li derveyî welat werin firotin lê cihê nîqaşê ye ku ev hilberîn çiqas xwezayî ne. Mînak, kontrol û kontrola laboratuwara bazarê tune ye ku berhemên tên bazarê xwezayî ne yan na. Kesê ku xwediyê sertîfîkaya organîk be, dikare berheman bê çavdêrî ji zevî yan jî bexçe bigre li bazaran bifiroşe.
• Kevnoşopiyên serfkirinê diguherin, rêbazên hilberînê diguherin, civak bi bandora Covîd-19 di heyama dawî de ber bi şêwazek jiyana cuda ve diçin. Di vê çarçoveyê de çandiniya siberojê divê çawa be? Ma gelo modelek nû ya çandiniyê gengaz e?
Bêguman, kevneşopiyên hilberînê diguherin. Çawa ku ekosîstem û jîngeh diguherin, hemû kevneşopî jî diguherin. Beriya ku ekolojî ewqas were texrîbkirin li bajaran penceşêr ewqas zêde nebû, hilberîn û kevneşopiyên mirovan xwezayîtir bûn, bi xwezayê re û li gorî hewcedariyan, bi hev re lihevhatî bûn. Dema ku çavbirçîtiya qezenca herî zêde li gel zêdebûna nifûsê, bajarîbûn û hilweşîna ekosîstemê bi hev re tê zêdekirin, kevneşopî jî bi vexwarina hilberînên netendurist re bi çêkirina hilberînê bi rêbazên ne xwezayî û ji bo xweza û zindiyan zirardar in. Lê belê vê rastiyê derxist holê ku ji ber destwerdanên bi vî rengî yên li ser xwezayê û wêrankirina ekolojîk, sîstemeke ku di encama gubre û dermanên kîmyewî yên di hilberîna xwarinê de tên bikaranîn û berhemên xwarinê yên ne tendurist de bijîn, nikare were domandin. Ji bajarên ku veguherîne penceşêrê beriya Covîd-19 jî vegera gundan dest pê kiribû. Daxwaza vegera gundan, bi xwe mezinkirina hilberînên xwezayî û bi tendurist an jî nêzî deverên ku dikarin bigihîjin wan zêde dibe, ev yek dê berhem û hilberîneriya nû çêbike.
Bêguman, kapîtalîzm dê hewl bide krîza piralî ya ku tê jiyîn derbas bike û veguherîne firsendekê. Hema di van deman de em rastî mecbûriyetê tên ku xwezaya sêyemîn bi pergalek alternatîf ango senteza cewhera yekem an jî duyemîn vejînin, bi hişmendiya pergala ekolojîk a demokratîk a azadiya jinê ku zincîra hilberandin û îstîfadeyê tê de wê were peydakirin dê vegere gund, gundewar û qadên xwezayî, berhema xwezayî û ekolojîk dê were peydakirin.
• Mirovên sedsala 21’ê êdî dizanin ku tiştê dixwin ne bi tendurist in. Lê dîsa jî li Tirkiyeyê meyla ber bi berhemên xwezayî ve zêde nîn e. Yek ji sedemên herî girîng ên vê yekê ew e ku berhemên xwezayî biha ne. Ji xeynî kesên ku ji ber sedemên aborî nagihîjin berhemên organîk ên ku digihîjin ji ber vê bihabûnê nikarin baweriya xwe bînin. Çima berhemên xwezayî û ekolojîk bihatir in?
Gelek sedemên vê yekê hene. Ji hêla aborî ya gelemperî ve, daxwaza kêm peydakirin û pêşbaziyê kêm dike ku di bihayê wan de xuya dike. Di qonaxên hilberînê de, em dizanin ku kêmbûna kîmyewî metirsiya nexweşî û zirarên berhema zêde dike û windabûna berhemên zêde ye. Li gorî rêbaza çandiniyê diguhere. Wekî din, lêçûna hilberînê bi hemû xercên ku ji bo sertîfîkaya organîk hewce ne zêde dibe. Bi ser de jî bi texmîna ku hilberînerên berhemên organîk cotkarên piçûk in û bi van berheman debara xwe dikin û deverên ku ew ê berheman tê de bifiroşin hindik û bi pere ne bihayên berheman pir maqûl in. Li vir peywir û pênaseyên dewleta civakî yên wekî piştgiriya dewletê, teşwîqkirin û rawestandina bihayan tê de cih digrin. Dê bi hewlên kes û STK’yan ne mumkun be ku em bigihîjin berhemên bi tendurist û adil, ji ber ku yên bihayan diyar dikin ne ew in. Li vir polîtîkaya çandiniyê û aborî dikeve dewrê.