Gotinên ji bo rastorasyona dêra dîrokî li hewa man

Dêra Germûş a dîrokî ya ku tê gotin di sedsala 19'an de hatiye çêkirin, bi avahiya xwe ya nepenî û bi efsûn, bi mîmariya xwe ya rengîn mirov heyran dihêle. Sozên ji bo restorasyona dêrê dîrokî ya heta sedsala 21'ê li ser piyan maye, hatine dayîn jî heta niha li hewa mane.

MEDÎNE MAMEDOGLU
Riha - Dêra Germûşê ya Ermeniyan a li Taxa Germûrş a navçeya Halîliye ya Rihayê ku tê gotin di sedsala 19’an de hatiye çêkirin, terî çarenûsa xwe re hatiye kirin. Dêra dîrokî ya aîdî Ermeniyan e, kesên ku wê dibînin, bi mîmarî û avahiya xwe ya nepenî ji xwe heyran dihelê lê zirara ku bi demê re li dêrê hatiye kirin jî dilê mirov diêşinê. Dêra ku pêvajoya hilweşandina wê piştî Qirkirina Ermeniyan a sala 1915'an dest pê kir, niha bûye hedefa nêçîrvanên xezîneyê. Dêra ku li ser dîwarên wê nexşên kevirîn û nivîsên dîrokî jî hene, gelek çalên ku xezînegeran li pey xwe hiştine hene.
Sozên ku hatine dayîn, nehatin bicihanîn
Taxa ku Ermeniyan wek Germurç û Kurdan jî wek Germûs pênase dikirin, paşê wek Dagetegî hat guherandin, di demê xwe de wek gundê herî mezin ê bajêr dihat zanîn. Dêra ku niha ji bo parastinê erkdar lê nobetê digre, li ser pêşniyara Wezareta Çand û Turîzmê di 23'ê Cotmeha 2011'an de ji aliyê Lijneya Wezîran ve weke "Navenda Pêşxistina Turîzmê" hat îlankirin. 2 sal berê jî projeya ku Qeymeqamtiya Halîliyeyê ji bo restorekirina dêrê amade kiribû ji aliyê Ajansa Pêşketinê ya Karacadagê ve di bernameya Piştgiriya Malî de cih girtibû. Her çend di ser biryarên ku hatine girtin re çend sal derbas bûne jî ji aliyê kesên ku tên serdana dêrê ve tê dîtin ku ji bo parastin û restorekirina dêrê tu xebat nehatine kirin.
Avahiya wê ya nepenî kesên ku dibîne dibe sal û demên berê 
 Li serê dêra duqatî û sê avahiyên ku dişibin qubeyê du li kêleka hev û yek jî ji hev cuda hene. Di dêra ku du cihên ayînê lê hene, 6 stûnên ku tevî dem derbas dibe bi qayîmbûna xwe bal dikşîne hene. Pencereyên di qubeya gilover a li serê dêrê de ku nîşaneya xaçê û nexişandinên dîwar hê jî bi zelalî xuya dikin, şopên mîmariya serdemê di nava xwe de dihewîne. Odeyên di dêra ku du rê ji bo çûyîna qata duyemîn hene, bi avahiya xwe ya nepenî kesên ku dibîne dibe raboriyê. Ji bilî qata duyemîn, her detayên dêra ku derenceyên gilover ên ji bo çûyîna qata herî jorîn lê hene, li hemberî hilweşandinên ku di nava dîrokê de hatine jiyîn, li ber xwe dide.
Hilweşandina dêrê piştî sala 1915’an dest pê kir
Di sedsala 21’ê de gorên vî gundê dîrokî ji aliyê xezînegeran ve hatin kolandin, dibistanên wan hatin rûxandin, cihên mayî jî hatin hilweşandin. Tenê bermahiyên keşîşxaneyên li derdora gund ên bi navê Surp Hovhannes, Surp Tadeos, Surp Hagop û Surp Minas mane. Ji gundê dîrokî ji xeynî xirbeyên keşîşxane, dibistan û goristanê Dêra Germûs a ku bi çar dîwarên xwe ve hê jî li hemberî talanê li ber xwe dide, maye. Dêra ku di sala 1881'ê de ji aliyê Hagop Ardvisyan ve hatiye restorekirin, heta sala 1915'an ji aliyê Ermeniyên Ortodoks ve weke cihê îbadetê hatiye bikaranîn. Dêra ku piştre bû cihê wêrankirin û talankirinê, di vê demê de zirareke mezin dît. Xezînegerên ku dêrê ji xwe kirin war, di binê stûnên dêrê de 6 çalên bi kûrahiya 3 metreyan kolandin. Tê îdiakirin ku dêra beriya xezînegeran ji aliyê gundiyan ve wek gov dihat bikaranîn dê di meha Çileyê de bê restorekirin. Lê bi qasî ku xuya dike tu lêkolîn û amadekariyek ji bo restorasyonê li derdora dêrê tune ye ev yek jî gelek pirsan tîne hişê mirov.