‘Ger em bi ser bikevin, welat dê bi ser bikeve’
Li Navçeya Muşê a Gimgimê, ku li dijî wêrankirina ekolojîk mîtîngek hate lidarxistin, peyama "Em ê erd û ava xwe ji rehma kesî re nehêlin" hate dayîn.
Mûş – Li navçeya Muşê a Gimgimê li dijî wêrankirina ekolojîk a zêde dibe, bi dirûşmeya "Em xwezaya xwe, ava xwe, axa xwe diparêzin" mîtîngek hate lidarxistin.
Di mitîngê de bê navber dirûşmeyên weke “Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin” hate qirkirin. Berî mîtîngê meşek girseyî hate lidarxistin.
Gel, ji xaçerêya Belavkirina Elektrîkê ya GolaWanê (VEDAŞ) heta pêşiya derbasgeha şaredariyê meşiya, dirûşmeyên wekî "Bijî berxwedana Gimgimê", "Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin" û "Jin jiyan azadî" qîr kirin.
Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Çiğdem Kılıçgün Uçar, aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (Tevgara Jinên Azad-TJA), rêxistinên ekolojiyê, Partiya DEM, parlamenterên CHP, nûnerên rêxistinên civaka sivîl û partiyên siyasî û bi hezaran parêzvanên xwezayê beşdarî meşê bûn.
Di mîtîngê de, nameyek ji aliyê şervana berxwedana Akbelenê Esra Işık ve ji Girtîgeha Jinan a Şakranê ya Îzmîrê hatibû şandin, hate xwendin.
‘Akbelen tê wateya welat’
Di nameyê de Esra Işık wiha dibêje: "Silav ji her kesê ku piştgirî û xurtkirina têkoşîna we dike! Dîtina yekbûna her kesî ji bo ax, gundên me, welatê me bêqîmet e. Tevî hemû xerabî û neheqiyan, em ê hêvî û têkoşînê xurt bikin. Em ê bêyî ku serîbitewînin û bişkên, rêya xwe bidomînin. Akbelen tê wateya welat. Ger em bi ser bikevin, welat wê bi ser bikeve. Ez baş im, xem nekin. Ez ê bihêztir vegerim. Bi evîn û hevgirtinê."
‘Ew dixwazin welatê me bê mirov bimîne’
Piştî vê yekê, Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çiğdem Kılıçgün Uçar banga xurtkirina têkoşînê li dijî wêrankirina xwezayê kir û got, "Hûn ji bo Gimgimê radiwestin. Her bijî. Ew dixwazin welatê me bê mirov bimîne, û em bê welat bimînin. Kî li Gimgimê be, kî ji her derê hatibe Gimgimê, em dizanin ku ev welat a me ye. Em ê dev jê bernedin. Em dizanin ku ev welatê berxwedan û têkoşînê ye. Em bi we re ne. Em ê nehêlin ku Gimgim ji me were girtin. Ev projeya santrala jeotermal dê axa me bigire, dê xwezaya me bigire. Şîrketa ji Amerîkayê dibêje, 'Em ê xwezaya we bigirin.' Ma em ê dev jê berdin? Na. Gimgim a me ye."
‘Îro, navê berxwedana li dijî şîrketên madenê û enerjiyê Varto ye’
Piştî vê yekê, Parlamentera Partiya Kedê (EMEP) Sevda Karaca got, "Şîrket li ku derê hedef bigirin, navê têkoşînê ev e. Varto navê her kesê ye ku li dijî şîrketên bêhêvî şer dike. Silav ji her kesê ku ji bo vê têkoşînê li ber xwe dide, ne tenê li van axan lê li seranserê welêt. Îro, navê berxwedana li dijî şîrketên madenê û enerjiyê Varto ye."
Sümeyye Boz: Parastina Ekolojiyê Parastina Civakeke Demokratîk e
Parlamentera Partiya DEM a Mûşê Sümeyye Boz, silav da gelê Gimgimê ku li dijî hilweşîna ekolojîk li ber xwe dide û got, "Berxwedana gelê Gimgimê rê li ber hemû gelan vedike. Ew dîroka berxwedanê nîşanî tevahiya cîhanê didin. Parastina ekolojiyê parastina civakeke demokratîk e, parastina aştî û azadiyê ye. Bi hezaran silav ji gelê Gimgimê re ku paradîgmaya ekolojîk diparêzin û zindî dihêlin."
‘Em ê jiyanek demokratîk û azadîxwaz ava bikin’
Aktîvîsta TJA Sabahat Tuncel diyar kir ku ew ê tevî wêrankirina ekolojîk jî li kolanan bin û got, "Dijminatiya pergala serdest a mêran a li hember xwezayê bi lez û bez berdewam dike. Me li hember kesên ku nasnameyek yekane ferz dikin, nasname, ziman û çanda me tepeser dikin, li ber xwe da. Niha ew xwezaya me, qada jiyana me talan dikin. Hewl didin hewa û ava me ji me bistînin. Em ê av, xweza, çand û nasnameya xwe biparêzin. Em ê jiyanek nû ava bikin. Em ê pergala talanker û înkarker hilweşînin. Em ê jiyanek demokratîk û azadîxwaz ava bikin. Em ê çarenûsa xwe bi xwe diyar bikin. Em ê jiyanek azad, demokratîk û ekolojîk bi hev re ava bikin."
Piştî axaftinan, girseyê bi stranên hatin gotin govend gerandin. Mîtîng bi dirûşmeya "Bijî berxwedana Gimgimê" bi dawî bû.