Gimgim: Li dijî talana xwezayê mîtîng tê li dar xistin
Li navçeya Gimgimê a Mûşê bi hezaran kes bi dirûşma “Em xwedî li xweza av û axa xwe derdikevin” meşiyan û beşdarî mîtîngê bûn.
Navenda Nûçeyan – Li navçeya Gimgim a Mûşê li dijî talana ekolojîk, beriya mitînga ku di bin dirûşmeya “Em xwedî li xweza av û li axa xwe derdikevin” hatiye li dar xistin girse meşiyan û pişt re beşdarî mîtîngê bûn. Bi hezaran kes beriya mitîngê bi pankart û bi dirûşman ji xaçerêya VEDAŞ’ê ber bi pasaja şaredariyê ve dimeşin. Tevî Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Uçarê, gelek ekolojîst û nûnerên saziyên sivîl û partiyên siyasî tevli meşê bûn.
Mîtîng wê bi baxaftinan didome.