‘Divê hevgirtina navneteweyî ya jinan mezintir bibe’
Çalakvana jîngehê Radiya El-Wihêşî li ser girîngiya piştgiriya karînên jinan bi guhertinên avhewayê re, teqez dike ku jin zêdetir ji derdora xwe, malbat û derve bi bandor dibin.
ZOUHOUR MECHERGUI
Tûnis – Çalakvana jîngehê û jinan a Tûnisê, Radiya El-Wihêşî ji ajansa me re axivî û daxwaz kir ku hevgirtina wan xurtir bibe. Ji ber ku ew herî zêde zirar ji şer û pevçûnan û guhertinên avhewayê dîtine. Li ser rewşa dijwar a jinên Tûnisê jî axivî, bi taybetî di salên dawî de piştî wan guhertinan û kêmbûna avê û rêveberiya hikumetê ya nebaş ji bo wê mijarê.
*Çima jin her dem ên herî zirarmendên krîz, şer û pevçûnan in? Hevgirtina jinan di nava parzemînan de ji bo rizgarkirin û piştgiriya wan dê çawa pêk were?
Hemû ezmûnên mirovî nîşan didin ku jin herî zêde ji şer û krîzan bi bandor dibin, ziyanên madî û moralî dibînin. Ew xwe li peş rasteqîniya dijwar ji her aliyan ve dibînin ji malê bigre heta şert û mercên hawirdorê yên bandorker. Tevî lêgerîna wan karan bi berdewamî ji bo pêdiviyên jiyanê amade bikin.
Tiştê ku ji jinên hemû cîhanê tê xwestin hevgirtina wan e ji bo alîkariya hev di rewşên dijwar de bikin û bi hev re kar bikin da ku sîstemek hevgirtinê di navbera jinan de ava bikin. Berdêlî sîstemên heyî yên ne dadwer ji dehsalan ve ava bûne. Divê em hemû jin aktîftir bin dûrî bîrdoziyên ku nakevin xizmeta jinan û tu aliyan divê girêdana jinan di mijarên jinên berpirsyar de tenê li ser bingeha mirovî be.
*Pispor li ser bandorên neyînî yên avhewayê li ser jinan hişyarî dane, çawa jin dikarin xwe ji wan metirsiyan biparêzin?
Em ji rasteqîniya Tûnisê dest pê bikin, jin berpirsyar e avê bîne bi taybetî li gundewaran, krîza ava kêm herî zêde ji guhertinên avhewayê bi bandor dibe. Jin îro ji mesref û pêdiviyên malê berpirsyar in, ji jinan tê xwestin bikaranîna wan ji avê re sînordar be. Li gorî rewşa jîngeha navxweyî û navneteweyî, ji ber ku berpirsyariya xwedîkirina nifşan li ser milên jinan e.
Weke çalakvanên jin ji me tê xwestin em kêrhatiyên jinan biparêzin bi taybetî di mijarên zagonî de û tevlikirina wan di sendîkayên civakî de ji ber ku di dema kar de zirarê dibînin. Dema çareyên navxweyî ji bo guhertinên avhewayê hebin divê ji piştgirî û pêşvebirina kêrhatiyên jinan dest pê bike ji ber ku ew zirarê ji derdora xwe dibînin.
*Te bal kişand ser girîngiya xurtkirina jinan di rewşên heyî de dê çawa be?
Dema em li ser xurtkirina jinan diaxivin, gava yekem di warê zagonî de û mijara milkiyeta jinan e. Ji ber ku jin kar dikin û sîstemek parastina wan nîn e lewma divê bi lez ev zagon pêk bê. Her wiha sîstema wekheviyê di mûçeyan de jî mijareke gelekî girîng e ji bo karê cotkariyê ji ber ku ev qad zirarê ji guhertinên avhewayê dibîne û gelek jinên gund û gundewaran tê de kar dikin. Di mijara ewlekariya berdemanî ve jî divê piştgiriya karînên jinan bê kirin û mafên wan bên xurtkirin.
Divê meseleya xurtkirina jinan di mijara avê de bê vekirin, jin heta îro jî avê ji kanî, bîr û cihên giştî tînin. Dema em piştgiriya jinan di warê darayî de bikin serkeftin û guhertin dê balkêş be. Sîstema tendirustiyê jî gelekî girîng e lewma em dixwazin jin tevli sîstema tendirustiyê bibin ji ber ku ew mafê herî sereke ye.
*Tûnis yek ji welatan e ku ji guhertinên avhewayê bi bandor bûye sedem çi ye?
Di siya guhertinên avhewayê de Tûnis herî bandorker e, ji ber ku ew guhertin gefan li 7 sîstemên jîngehê dixwe. Bi taybetî li ser asta kêmbûna ava baranê. Bi wan guhertinan re divê kiryarên mirovan jî bên guhertin ku avê bi baldarî bi kar bînin, kiryarên şaş di ava deryayan de rawestînin ji ber gelek made di deryayê de kêm bûne û bi xwe re pirsgirêkên jîngehî girêdayî axê jî anîne. Divê biryar bên girtin û stratejiyek li dijî guhertinên avhewayê bê danîn. Tûnis stratejiyên xwe yên rastîn ji bo guhertina sîstema bikaranîna jêderên xwezayî plan nekir. Bi taybetî di warê cotkariyê de av baş nayê bikaranîn. Divê sîstema rêvebereriyê jî bê guhertin, çareserî hene lê Tûnis bi mijarên rêveberiyê sînordar e lewma ger em bi lez tevnegerin lewazbûna sîsteman zêdetir dibe.
Mijara guhertina avhewayê ji navxweyî dest pê dike. Ji ber ku sîstemên jîngehê nikarin li ber xwe bidin. Li vir jî em teqez dikin ku girîng e qenalên guftûgoyên navxweyî û niştimanî li pêş guhertinên avhewayê bên vekirin da ku çareseriyên lezgîn ji hemû pirsgirêkên jîngehê û xwezayê re bibînin.
*Hişyariya di warê metirsiyên jîngehê de ku jin qurbaniyên wê de ne çawa dibe?
Eger em negihîjin pêvajoya piştgiriya karînên jinan û rêbazên guhertina sîstema zagonî û temînatê nebînin, krîzek ewlekariya civakî heta asta ewlekariya dîplomasî jî dê derkeve. Dema em mijara guhertina avhewayê û lawazbûna heyî û nebûna hişyariya bi krîzan ve bi dîtina çareyan re ber bi pîşeyên modern ve diçin. Weke aboriya kesk û şîn û piştgiriya zagonên civakî û zagonên aboriya civakî û hevgirtinê bi hev re girê nedin. Ne dûr e em dibînin kerwanên koçberiya ne rewa bi riya deryayan zêde dibin. Bi vê yekê hewl didin ji vê rewşa dijwar birevin da ku asoyên ewlekartir ji xwe re bibînin. Ji ber ku her krîzek bi xwe re krîzên din ên civakî heta dîplomasiyê tîne. Nabe ku em rawestin tevnegerin û çareseriyên bingehîn nebînin. Ji bo welat ji guhertinan û encamên wan rizgar bikin, ji ber ku mijara guhertinên avhewayê mijareke mirovî ye li ser asta navxweyî, niştimanî û cîhanî jî.