Dara keçikê ya li çiyayê Kezwanan
Meryem El-Hesen a ku ji gundê Xera yê çiyayê Kizwanan e behsa çîroka dareke li çiyayê Kizwanan a ku bi navê "Dara keçikê" ye li kêleka wê kaniyek çêbûye kir û ev yek anî ziman: "Temenê dara keçikê nayê zanîn lê ew ji serdema Yahûdiyan ve heye. Tê gotin ku Yahûdiyên dixwestin wê bigrin dest, keçikê ji Yezdan daxwaz kir ku wê bike darek da wê negirin û wiha ev çîrok heya roja me ya îro hatiye û em darê diparêzin û bi baldarî nêzî wê dibin."
SORGUL ŞÊXO
Hesekê- Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê gelek deverên dîrokî hene ku rêwî lê disekinin her wiha gelek çîrokên veşartî hene li benda keşifkirinê ne. Çiyayê Kizwanan yek ji çiyayên herêma Cizîrê ye ku 35 km. dikeve başûrê rojavayê bajarê Hesekê. Li çiyayê Kizwanan gelek deverên dîrokî ku ji gelek rêwî û xelkên herêma Cizîrê re bûye cihê bêhnvedanê hene, yek jê Keleha Sukera û Mexlûca ye. Her wiha li çiya gelek kaniyên avê hene ku mirov û lawir jê sûdê digrin. Xelikê çiya bi xwedîkirina pez debara xwe dikin her wiha alternatîfa wesayîdan jî heye ew jî ker e. Her tepeyek serpêhatiyeke wî ya taybet heye. Lê li rojhilatê gundê Xera kaniyek heye ku dirêjahiya wê digihîje 4 metreyan û firehiya wê jî nêzî metreyek e, li kêleka wê kaniyê jî darek heye. Ev dar wekî hemû darên din li gorî her demsalê pelên wê diweşin û şîn tên. Pelên darê kesik in lê wekî darên din berhem nade. Di hemû daran de kizwan derdikevin, ango benîştê wê çêdibin û tên xwarin û bikaranîn. Lê ev dar berhem nade, tenê şîn tê. Navê vê darê "Dara Keçikê" ye, temenê wê jî nayê zanîn, ji ber ku ew şaxa ji darê bi erdê ve dirêj bûye dareke din jê derketiye lê li hev geriyaye. Lê heya niha nayê zanîn ku ev dar çend salî ye. Ji bo ku em bêtir serpêhatiya vê darê, cudahiya wê nas bikin her wiha ji aliyê şêniyan ve çawa tê parastin Meryem El-Hesen a 60 salî ji me re axivî.
Meryem El-Hesen di destpêka axaftina xwe de got ku şênî li çiyayê Kizwanan bi xwedîkirina pez debara xwe dikin û wiha domand: "Ev der wargeh, stargeh û warê min ê zaroktiyê ye. Em li vir debara xwe bi xwedîkirina pez dikin, ji ber ku li ser axa vê derê pembo û tiştên din çênabe. Gelek kanî li vir hene ku em avê jê dikşînin û lawirên me jê sûdê digrin."
"Serpêhatiya "Dara Keçikê"
Meryem El-Hesen da zanîn ku li Xerayê dareke ku ji hemû darên din cudahiya wê heye û wiha got: "Ne ji dema min, ji dema dapîr û bapîrên min de ev dar heye û dibêjin ku di binê vê darê de kaniyek heye. Min ji dapîrên xwe bihîst ku ji serdema Yahûdiyan de dema ku li çiyayê Kizwanan şer dikirin, ev dar ne dar bû lê belê keçik bû. Tê gotin ku keçikê ji Yezdan xwestiye wê bike dar da ku leşkerên Yahûdî wê negirin û destdirêjiyê lê nekin. Dengê wê çûye Xwedê û bi rastî jî bûye darek û li kêleka wê darê jî kaniyek çêbûye. Agahiyên berfireh li cem me tune ne, ji ber ku temenê vê darê pir dirêj e û ne ku min ji dapîra xwe girtiye, hîn dapîra min ji dapîrê dapîrên xwe girtiye û ji me re gotiye. Ji lewre bi derbasbûna salan re jî agahî kêm dibin û keseke ku ji wê serdemê mabe heya niha ku çîroka rast ji me re bêje, nemaye. Lê ya ku heya niha tê bîra me, ev dar di rastiya xwe de keçikek e."
"Rêwî û mêvan serdana darê dikin"
Meryem El-Hesen da xuyakirin ku şênî ji kaniya darê gelek sûdê digrin û wiha dirêjî da gotinên xwe: "Dema ku şivan di ber kaniyê re derbas dibin, pez avê jê vedixwin her wiha gelek malbat jî avê jê dikşînin û pê baxçeyên ku zebzeyên payîzê û biharê li wan çêdibin av didin. Di heman wextê de jî gelek rêwî li gund disekinin serdana vê darê dikin. Her wiha gelek mêvanên ku di salên borî de ji gelek bajarên herêma Cizîrê, taybet dihatin serdana darê dikirin. Ji Sibatê de dihatin mêvantiyê heya destpêka gulanê. Mêvanên ku tên jî gelek tiştên xwarinê bi xwe re tînin û zarokên gund dilxweş dibin. Lê mixabin, ji ber rewşa şer êdî mêvan wekî berê nayên û bi taybetî di 6 salên derbasbûyî de pir kêm bûn."
"Nexweşên ku xwe dispêrin vê darê, baş dibin"
Meryem El-Hesen da payin ku dar wekî dara xweziyan e jî û wiha pêl da gotinên xwe: "Ev dar dara xweziyan e jî şênî, rêwî û mêvanên ku tên tayekî, rengê wê ne girîng e bi darê ve girê didin û li gorî niyeta dilê wan daxwazên wan pêk tên. Mesela, kesek nexweş hebe û tayekê bi darê ve girê bide ew nexweşiya wê/î diçe û baş dibe. Wekî ku dixwazin xwe ji hemû êş û nexweşiyan xilas bikin, xwe dispêrin vê darê. Ferq nîn e ku tayekî wê yê taybet hebe, dikare ji destmal û kirasê xwe jî qut bike û bi şaxekî darê ve girê bide."
"Kesê şaxek darê yê ketî erdê jî rake teqez belayek tê serî"
Meryem El-Hesen cudahiya vê darê ji darên din wiha bi bîr xist: "Pelê darê kesk in lê ev dar dareke bê berhem e, darên ku li çiya ne berhem didin û benîştê wan tê xwarin û cûtin. Her wiha kezwanê daran jî tên xwarin û ji qehwê re tên bikaranîn. Şaxê ku ji daran bikeve, em wekî qirşan wê dişewitînin. Lê ev dar ne wisa ye, ew şaxê biçûk ku ji darê dikevin jî em nikarin û newêrin bişewitînin ji ber ku dara ziyaretan e. Di demên berê de, yên ku jiyabin û li ser bûyerê hazir bûn ji hev re ev mesele gotibûn ku; carekê hinek mêvan tên, lê tiştekî li ser vê darê nizanin, şaxên darê yên li erdê ketine kom dikin û dibin. Berî ku ji gundê Xera derkevin, wesayîda wan diqulibe û dişewitin. Dayika min jî daxwaz ji min kiriye ku şaxeke biçûk jî ango darekî biçûk ji darê bikeve ez ranekim û neşewitînim loma ez dest nadimê. Ger ku em bişewitînin û rakin bibin malê jî muhtemelen dê belayek bi serê me de were. Şaxên ku hişk dibin û dikevin, kesek destên xwe dirêjî wan nake. Lê dema ku dar şîn tê, em di bin siya wê de bêhna xwe vedidin her wiha xwarina xwe li ber wê dixwin û ji kaniya wê jî avê vedixwin."
"Li gorî ava kaniyê, em dizanin dê demsal çawa be"
Meryem El-Hesen da zanîn ku ji miçiqîna kaniyê pê dizanin sal baş e an xirab e û wiha pêde çû: "Me berê ji kaniya wê av vedixwar, sala ku zivistan be ava kaniyê diherike û ber bi newalê ve diçe. Lê ev çend salên dawî êdî kanî bi xwe miçiqiye. Dema ku ava kaniyê kêm dibe, em pê dizanin ku demsal zuha ye. Îsal jî yekcar ava wê kêm bûye."
"Divê wê biparêzin û lê baldar bin"
Meryem El-Hesen bi vê gotinê dawî li axaftina xwe anî: "Ez vê darê gelekî diparêzim, nahêlim ku zarok keviran biavêje wê ango bi daran lêxin. Ji ber ku guneh e. Divê ku her kesa/ê serdana wê bike jî wê biparêze û baldar be destên xwe nedê."