Bi çandina dar û baxçeyan rûberên kesk zêde dibin
Nahîde Daban a 50 salî di dema qedexeya derketina derve ya Covid 19 de beriya 4 salan gelek cureyên daran çand, da zanîn ku ew hewl dide li hemberî çolbûnê rûberên kesk zêde bike.
SORGUL ŞÊXO
Hesekê- Di wexteke ku li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê gelek êrîş pêk tên de, jin bi şerê gelê şoreşgerî hewl didin êrîşên dijmin vala derxin. Dewleta Tirk a dagirker êrîşî pariyê nanê gel ku ji zêrê zer ango genim û ceh pêk tê, dike. Ligel wê jî dilopa ava ku qaşo bi hevpeymanên navdewletî parastî ye qut dike û weke çekekê ku ji hemû çekan kujertir e bi kar tine. Mînak qutkirina Stasyona Elok li Serêkaniya dagirkirî û qutkirina çemê Xabûrê, Zirgan û Ceqceqê.
Bêguman qutkirina avê bandorê li avhewayê dike û bêhevsengiyeke di ekolojiya herêmê de çêdike, herêmê ber bi çolbûnê ve dibe. Li gorî raporên navdewletî jî Sûriye yek ji welatên herî zêde ber bi çolbûnê ve diçe ye. Li dijî van êrîşan jin bi derfetên herî kêm hewl didin pêşî li bandorên neyînî bigrin.
Nahîde Daban dayika 6 zarokên keç û 5 lawan e, li bajarê Til Temir ê Kantona Cizîrê li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dijî. Nahîde ji me re behsa çîroka xwe ya destpêkirina çandina daran kir.
'Fikrên çandina daran ji dema qedexeya derketina derve ve hat'
Nahîde Daban got ku wê dema qedexeya derketina derve ji bo Covid 19 ku berî 4 salan hatibû ragihandin qezenc kir û wiha domand: "Çandina daran karekî gelek girîng û pîroz e. Di wextekî de ku her kes ji bo ku korona belav nebe, li malên xwe man û qedexeya derketinê hat ragihandin, em fikirîn ku divê em karekî bikin sebra me lê were û bi sûd be. Di nava gelek pêşniyaran de me çandina daran a herî guncaw dît û me dest bi çandina darên tirî, mişmiş, xox, canhêrûk, zeytûn û gelek darên din kirin. Me berê 4 salan darên biçûk çandin, niha jî em fêkiyên wê dixwin."
Hevsengiya xweza û avhewayê çêdike
Nahîde Daban da zanîn ku yên siyê û hewa paqij dixwazin bila daran biçînin û wiha dirêjî da gotina xwe: "Dar ne tenê şeklî ne, lê belê siyê û oksicînê jî didin me. Çend salên dawî avhewa guherî ye û pileya germahiyê bilind bûye, erd hişk zûha bûye û çol zêde dibin, dewleta Tirk a dagirker jî ava stasyona Elok û çemê Xabûr jî li ser me qutkirin. Ji lewra çandina daran ji bo sivikkirina germê bi sûd e û niha em li ser ava bîrên şor ku me kolandiye, darên xwe av didin. Li kêleka wê jî me baxçeyê havînê çandiye ji bacanê sor, bacanê reş heta bamiya, kundir, îsot û xiyar. Dijmin çi bike jî ne xema me ye, em bi xwe dikarin xwe birêvebibin û biafirînin."
'Bila bostek jî be lê divê em biçînin û nehêlin herêma me bibe çol'
Nahîde Daban got ku bila jin û civak bi giştî hewşên malên xwe kesk bikin da ku rûbera çolbûnê kêm bibe û wiha pêl da gotinên xwe: "Bila bostek ax jî be lê bila kesk be. Tovek jî be hûn biçînin dê sibê dareke mezin bide we. Pêwîst e jin hewşên xwe bi gul û daran biçînin û dora xwe kesk bikin. Dema niha em dijîn de axa me veguheriye çol, av jî qut e û ev hemû jî bandorê li ax û mirovan dike. Bila kesên ku bîrên wan hebin di avakirina hawirdoreke ku xizmeta mirov û lawiran dike, bi kar bînin."
'Ji welatê xwe hez bikin û xizmeta axa xwe bikin'
Nahîde Daban di dawiya axaftina xwe de got ku divê ruhê hevgirtin û alîkariyê di navbera civak û Rêveberiya Xweser de xurtir bibe û wiha anî ziman: "Divê ku em hezkiriyê welatê xwe bin, li vir bimînin ji ber ku dewletên derve xizmeta berjewendiyên me nakin. Divê ku em xwe bendewarên wan nehêlin. Em çiqas jî bikin divê poşman nebin, ji ber em ji axa xwe re dikin û xizmetê erda xwe dikin. Em bi hev re alîkar bin û dest ji çanda gazinan berdin, em û Rêveberiya Xweser û şaredariyên xwe bi hev re alîkar bin û dora xwe kesk bikin. Tiştê herî girîng em axa xwe zuha nehêlin û ger hûn ji dengê çûkan û mêşên hêngiv hez dikin dar û gulan biçînin."