Bendavên li ser Çemê Mûradê çandinî û ajalvanî nehişt!

Welatiyên Gimgimê diyar kirin ku ji ber bendavên li ser Çemê Mûradê hatine çêkirin li herêmê guherina avhewaya dest pê kiriye û dan zanîn ku HES’ên heyî zirarê dide wan.

MEDÎNE MAMEDOGLU

Mûş - Çemê Mûradê ya ku milê herî dirêj a çemê Fîratê yê, li bakurê Gola Wanê ye, ji Gîhadîn a navçeya Agiriyê wek çavkanî dest pê dikin û li Aladaxê û Çiyayê Muradbaşi dibin yek û wiha pêk tê. Li Çemê Mûradê ku ji 6 bajaran derbas dibe 5 HES hene û 2 ji wan li Mûşê ye. HES'ên ku li herêmê tên çêkirin dibe sedema hişkahî û kêmbûna ava vexwarinê, bandorek xirab li ser çandiniyê jî dike.

Ji rêya gund bigire heta çandiniyê zirar da her tiştî!

Gelê herêmê ji ber zirara ku dide çandinî, gel û xwezayê, bang kirin ku divê HES neyên zêdekirin. Welatiyan bal kişandin ku ji ber HES'ên tên çêkirin li herêmê kêmbûna ava vexwarinê û ji ber hişkahiyê mirina ajalan tê jiyîn. Li navçeya Gimgim ya Mûşê 19 gund ji ber bendava hat çêkirin, ji rêyên xwe bûn. Rêyên gundiyên ku rêyên wan xera bûne bi mehan nayê çêkirin, gundî ji bo ku diçin navenda navçeyê an jî Mûşê neçar dimînin rêya xwe bi kîlometreyan dirêj bikin.

“HES’an der barê çandinî û xwezayê de tiştek nehişt”

Ji welatiyên Gimgimê Zeynep Çetînkaya diyar kir ku ew HES'an naxwazin û divê dewlet dev ji van polîtîkayan berde. Zeynep Çetînkaya di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Ez li dijî HES’an im, tiştekî ku hevsengiya xwezayê xerab dike ye. Pergaleke ku zirarê dide ajalên me, gelê me, xwezaya me û her tiştî me. Ne tenê ez, hemû kesên ku li vir dijîn, li dijî vê yekê ye. Ez ji vir im an ne ya girîng ne ew e, ez ji welatekî din bim jî, ez ê li dijî vê yekê derbikevim. Çima ji ber ku ez rast nabînim. Zirarê dide her tiştî û ahenga xwezayê xera dike. Em ji HES'an re dibêjin na û em hemû li dijî vê talanê ne."

Saniye Dogan jî ji bo parastina çand û xwezaya gel bang li her kesê kir ku li HES'an re bêjin 'raweste'. Saniye Dogan diyar kir ku ji ber HES'an di hilberînê de berhema berê nemaye û ajalvanî hatiye asta bidawîbûne, da zanîn ku divê dewlet dengê gelê herêmê bibihîze.

“Bila dewlet destên xwe ji bendika gel rake”

Saniye Dogan axaftina xwe wiha domand: “HES tişteke ku zirarê dide çandinî, xweza û hilberînê ye. Ger her tişt xwezayî be dê gelek çêtir bûya, lê dewlet rê nade ku wiha be, HES û bendavan dide avakirin. Berê çemên me tijî av bûn, lê niha hişk bûne. Ji ber vê hişkahiyê ajalên me bê av dimînin û nexweş dibin. Ava me ya vexwarinê bi rêk û pêk nayê, avê me yên kanî kêm tê, her kes di rewşeke xerab de ye. Bila dewlet bendika gel berde û mirovan bi xwezayê re di nava hev de bijîn. Berê mirovan çawa jiyan dikirin, em jî wiha jiyan bikin. Em ziman û çanda xwe bijîn û wan biparêzin. Pêwîste hemû kesên li vir dijîn ji vê talankirina xwezayê û tiştên tên jiyîn re bêjin raweste.”

“Xwezaya me zimanê me ye, ger em zimanê xwe ji bîr bikin em ê her tiştî ji bîr dikin”

Elîf Hurustan a herî dawî axivî, der barê mijarê de wiha got: “Em naxwazin HES bên çêkirin. Xweza, ajalan, mirovan tune dike. Divê em hemû li welatê xwe, xweza û daristanên xwe xwedî derkevin. Niha em dibînin ku li her derê HES'ê hatine çêkirin, lê ev yek gelekî zirar dide me, divê em li dijî derkevin û pêşî li wan bigrin. Divê gelê me bibin yek û cihên serdan û axa xwe biparêzin. Mînak Dêrsim bi tevahî di bin avê de ma. Dar û xwezaya me wek zimanê me ye, ger em zimanê xwe ji bîr bikin em ê her tiştî ji bîr dikin, gundê xwe, çanda xwe winda dikin. Divê em li dijî vê xetereyê bibin yek û vê çandê biparêzin.”