Bedewiya Çiyayê Cîlo dibin siya çopan de dimîne

Çiyayê Cîloyê ku cemedên wê ji ber krîza avhewayê li gor salên berê zûtir dihele, piştî gera seyranê ya di demên dawî de bi çopa tê qirêj kirin.

MEDÎNE MAMEDOGLU

Colemêrg - Çiyayê Cîlo yê li navçeya Geverê ya Colemêrgê bi 3 hezar û 400 metre bilindahiya xwe duyemîn çiyayê herî bilind ê herêmê ye. Çiyayê Cîlo yê ku tê texmînkirin ji serdema qeşayê ya bi milyonan sal berê ye û cemedên ku di çar demsalan de nahelin û geliyê bihûşt û dojehê dihewîne, di her demsalê de bi bedewiyeke cuda derdikeve pêşberî me.

Çiyayê Cîlo yê ku di mehên zivistanê de ji ber barîna berfê spî dibe û bi hatina biharê re kesk dibe, bi her hûrguliyên xwe balkêş e. Geliyê ku di havînê de cihê koçeran e, ji bo gelê Kurd xwedî girîngiyeke dîrokî ye. Stranên “Koçere” û “lawjeyên Narînê” ji dengbeja jin Fatma ku di kamerayên me de radixe ber çavan, bedewiya Çiyayê Cîlo jî zêde kir.

Çiyayê Cîlo bi 'turên seyrangehê' tê qirêj kirin

Çiyayê Cîloyê ku bi cemedên xwe yên ku di her çar demsalan de nahelin navdar e, ji krîza avhewayê para xwe girt. Cemedan ji salên berê zêdetir dest bi helandinê kirin. Li aliyê din Çiyayê Cîloyê ku bi salan ji ber sedemên ”ewlehiyê” çûyîn qedexe bû, weke “parka neteweyî” hat îlankirin û ji tûrîzmê re hat vekirin. Lê di van demên dawî de Çiyayê Cîlo piştî gera seyranê ya di demên dawî de bi çopan tê qirêj kirin.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku Walî ji bo parastina bedewiya xwezayî ya Çiyayê Cîlo ji bilî tabelayên hesinî yên li ser “Çopê neavêjin vir” û “Bi pêlavên erazî bigerin" tu ewlehî nagire.