Ava Amedê di metirsiyê de ye: DÎSKÎ’yê doz venekir

Her çend tê plankirin ku qada madenê ya li Pîranê 50 qat bê mezinkirin, çavkaniyên avê ku Çemê Dîcleyê xwedî dike û hewzên ava vexwarinê di xeterê de ne. Mudaxelenekirina DÎSKÎ’yê ya di pêvajoya qanûnî de, bû sedema bertekan.

EKÎN STÊRK

Amed – Plana Madenvaniya Olmez a ku berfirehkirina qada madenê ya bi qasî 50 qat li gundên Pîrejman, Heredan ên Pîranê  xebat dimeşîne, ji bo niştecihên bajêr di warê çavkaniyên avê, qadên jiyanê û tenduristiyê de rê li ber fikarên cidî vedike. Ev proje dê bandorê li ser hewzên avê yên wek Çemê Dîcleyê û çavkaniyên ava vexwarinê yên bajêr bike. Hate zanîn ku DÎSKÎ’yê, derbarê qadên mijara xeberê de tu doz venekiriye.

Hewldana talana xwezaya Kurdistanê ya bi destê şirketên ku bi nêzbûna desthilatê tên zanîn, didome. Bertekên li dijî projeya berfirehkirina kapasîteya Madenvaniya Olmez ku ji sala 2012’an vir ve li gundên Pîrejman û Heredan ên navçeya Pîran a Amedê dixebite, her roj mezin dibin. Di rewşa heyî de xebatên madenê ku li qada 24.94 a hektarê de tê meşandin, bi rapora Nirxandina Bandora Jîngehê (ÇED) ya amadekirî tê plankirin ku bighîje 532 hezar û 77 hektarî.

Li gel projeyê tê pêşbînîkirina ku qada madenê nêzî 50’î qatî berfireh bike. Ev berfirehî, wê rasterast bandorê bicihbûna gund, çavkaniyên ava vexwarinê û hewzên avê yên girîng ên herêmê bikin.

Hewzên avê di xeterê de ne

Qada projeyê di xala ku hewzên Firat-Dîcle dibin yek de tê dîtin. Li gel zêdekirina kapasîteyê, malên gund, çavkaniyên ava vexwarinê, kanî û Çemê Dîcle, berajên Dibnî û Kralkizî di nava rezerveyên avê yên stratejîk ên herêmê de cih digrin, dikevin nav herêma bandorê ya qada madenê.

Tê payîn ku ev proje bi taybetî li qiraxên çem ên li gundê Heredan û ku girêdayî DÎSKÎ’yê ne bandorê bike. Li gorî agahiyên ji gundiyan hatine bi destxistin, Rûbarê Minegegê di herêma Mîrekanê re derbas dibe û dighîje Çemê Dîcleyê. Tê gotin ku bi qasî 250 hektar erd ku ji hêla DÎSKÎ’yê ve wek qada berhevkirina avê tê hesibandin, di rapora Nirxandina Bandora Jîngehê (ÇED) de jî cih girtiye. Her wiha, tê gotin ku çavkaniyên avê yên li gundê Kayaş û Heredanê, bi Çemê Dîcleyê re dibin yek.

Ev bendavên mijara gotinê, ne tenê gundên derdor, di nava çavkaniyên stratejîk in ku ne tenê ji gundên derdorê re, di heman demê de ji navenda bajarê Amedê re jî ava vexwarinê peyda dikin de cih digre. Gundî dibêjin, ger çalakiyên madenê berfireh bibin, çavkaniyên avê dê bi xetereya qirêjî û zuwabûnê re rû bi rû bimînin.

DÎSKÎ beşdarî pêvajoya hiqûqî nebû

Hat zanîn ku di rojên dawî de tîmên Rêveberiya Av û Kanalîzasyonê ya Amedê (DÎSKÎ) li herêmê xebatên keşfê kirine.  Gundî dibêjin ku ger DÎSKÎ bala xwe bide ku qad hewza ava vexwarinê ye û beşdarî pêvajoya hiqûqî bibe, dibe ku proje bê betalkirin. Lê belê, tevî xetereyên li ser hewzên avê yên li herêmê, hat zanîn ku DÎSKÎ’yê ji bo betalkirina destûra projeyê tu doz venekiriye. Li aliyê din, hate diyarkirin ku bermahiyên ji madenê li Pîrejmanê rijandine nav qiraxên çem û ji ber vê cezayê pere li şirketê hatiye birîn.

Bi sed hezaran ton bermayî û bikaranîna dînamîtê ya zêde

Proje armanc dike ku kapasîteya hilberînê şeş qat zêde bike, salane 5 milyon ton maden derxe. Li gorî rapora ÇED’ê, salane bi qasî 649 seferên veguhastinê dê bên kirin, 2.5 milyon lître sotemeniya dîzelê dê were xerckirin û 600 hezar ton bermayiyên madenê dê bên hilberandin. Di raporê de hate destnîşankirin ku tê plankirin ku bi sed hezaran kîlogram teqemenî li cihê kar bên bikaranîn.

Bi deh hezaran dar dê bên birîn

Li gorî rapora ÇED, tê pêşbînîkirin ku di çarçoveya projeyê de zêdetirî 20 hezar dar bên birîn û qadeke daristanî ya mezin bê tunekirin. Ev rasterast gefê li bi sedan cûrên zindiyên li herêmê dijîn dixwe.

Zêdebûna bûyerên Penceşêrê

Xetereyên ku ji hêla projeyê ve têne afirandin tenê bi xwezayê ve ne sînordar in. Gundî dibêjin ku bi salan e rastî gelek metalên giran, bi taybetî guleyan hatine û bûyerên penceşêrê û pirsgirêkên tenduristiyê yên ku di nav gel de wekî ‘nexweşiya çerm’ tên zanîn, li herêmê pir zêde bûne. Li gorî gundiyan, di salên dawî de gelek kes ji ber penceşêrê mirine. Niştecihên herêmê daxwaz dikin ku ji bo destnîşankirina sedemên pirsgirêkên tenduristiyê, lêkolînek berfireh û serbixwe bê kirin.

Doz li dijî biryara ÇED’ê hat vekirin

Baroya Amedê, Komeleya Ekolojiyê û gundiyên herêmî bi daxwaza betalkirin û rawestandina biryara ‘ÇED’ê ya erênî’ ya ku ji hêla Wezareta Jîngeh, Bajarvanî û Guherîna Avhewayê ve hatiye dayîn, li Dadgeha Îdarî ya Amedê doz vekirin. Dozdaran diyar kirin ku ew ê têkoşîna xwe ya ji bo parastina cihên jiyanê, çavkaniyên avê û xwezayê bidomînin û bang li saziyên peywendîdar kirin ku li dijî projeyê berpirsyariyê bigrin ser xwe.