Xwedawenda Sati çawa veguherî jina kole?
Ji Kovara Jineolojî Fîgen Aras xuyangên hemdem ên çanda satî dinirxîne ku di seranserê dîrokê de li ser erdnîgariyên cûda bi guhertoyên cûda derketiye holê.
Gelo Sati dikare dîsa wekî xwedawendek were naskirin?
ARJÎN DÎLEK ÖNCEL
Amed - Pênasîna hebûna jinan a bi rêya mêran, bûye yek ji rêbazên ku newekheviyê kûrtir kiriye û jinan di seranserê dîrokê de kiriye kole. Ev pênase di her erdnîgariyê de xwe bi awayên cûda nîşan dide. Yek ji awayên herî berbiçav "çanda Sati" ye, ku li Hindistanê wekî kevneşopiyeke Hindî tê zanîn.
Dema em dixwînin ku çanda Sati ya ku vê paşê di rojeva tevgera jinên Kurd de ye ji xwedawenda serhildêr Sati tê, em careke din rastiyek dibînin. Rastiya ka veguherîna ji çanda xwedawendê ber bi koletiya jinan ve çawa çêbûye. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di peyama xwe ya 8’ê Adarê de bi taybetî behsa çanda jinên qesrê, çanda satiyê û afirandina jineke azad kir. Sati, kevneşopiyeke kevnar a Hindî ye ku niha qedexe ye, tê wateya "jineke ku xwe ji bo mêrê xwe feda dike". Li gorî felsefeya çîna Rajput, Satî tê wateya jineke rastgo ku xwe wekî diyariyek pêşkêş dike. Di vê kevneşopiyê de, jineke ku mêrê wê bi dilxwazî an bi zorê miriye, xwe li ser agirê cenazeyê mêrê xwe dişewitîne, Di vê rewşê de, jin bi zindî tê şewitandin. Lê belê, ev çand ji bo mêran derbas nabe. Bandorên çanda Satiyê îro jî li Rojhilata Navîn û li çar aliyê cîhanê tên dîtin.
Ji Kovara Jineolojî Fîgen Aras, çanda Satiyê û xuyangên wê yên heyî nirxand. Fîgen Aras, diyar dike ku derbarê çanda Satiyê de pir kêm tişt tên zanîn, ji bo analîzekê ji siyasetmedar Pervîn Buldan sûd werdigre. Fîgen tîne bîra xwe ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî daxwaz dike ku hemû jin lêkolîn bikin û diyar bikin ka wan ev çand heta çi radeyê tecrûbe kiriye.
Çanda Sati: Nîşanek li ser hebûna jinan
Fîgen Aras çanda sati bi gotinên "Li Hindistanê, ev tê wateya jinekê davêjin nav agirê mêrê xwe yê mirî, an jî xwe diavêje nav agir. Ji hêla têgehî ve Sati wekî jinekê ku piştî mirina mêrê xwe wê davêjin nav agir an jî ew xwe davêje nav agir, tê zanîn. Lê pirsa li vir ev e, armanca mebestkirî ya çanda Sati çi ye? Ev çand di jiyan û nasnameyên jinan de çi nîşan dide? Tam di vê çarçoveyê de ye ku em rastî wê ramanê tên ku jin berdewama mêran in, cîgir in, hebûnek in ku aydî wan in, girêdayî wan in û divê bêyî wan nejîn. Ji ber vê yekê, heke mêrê xwedîker bimre, divê jin jî bi wî re bimire. Ji ber ku terikandin tê wateya bê mêr mayînê. Ji vê perspektîfê ve, çanda Sati li ser eslê jinan nîşanek tirsnak e li ser hebûna jinan. Ev kevneşopî bi hezaran salan li Hindistanê dom kiriye."
Veguherîna ji xwedawenda serhildêr Sati bo jineke kole
Fîgen Aras da zanîn ku Sati xwedawendeke li Hindistanê bûye, xwedawendeke hezkirî, bihêz, enerjîk, afirîner û dilsoz bûye, lê ji karaktereke erênî veguheriye karaktereke neyînî, pasîf, neçalak û girêdayî. Fîgen vê veguherîna balkêş wiha şîrove kir:
“Di mîtolojiyê de, Sati xwedawendek e ku dema bavê wê nahêle bi mêrê xwe re bizewice, xwe diavêje agir. Bi gotineke din, ew dibêje, 'Min ev beden ji te stend, lê niha ez wê didim te; ez bedena te naxwazim.' Li vir serhildan heye, li vir hêrs heye, nîşaneya îradeyê heye. Bavê Satiyê naxwaze ku keça wî bi xwedayekî re bizewice. Em dikarin vê yekê wekî pêvajoya biryardayîna jinê bi nav bikin. Bê guman xwe avêtina nav agir, kuştina xwe, girêdayî çerxa jiyanê ya di mîtolojiyê de ye. Divê ev wekî xwekuştin neyê fêmkirin. Lê belê, ev mîtolojî ewqas belav dibe ku, berovajî wê kevneşopiyek tê destpêkirin da ku jinan di şexsê Satiyê de, veguherînin hebûnên ku bi 'mêrên' xwe ve girêdayî ne, bêyî wan nikarin bijîn û bêyî wan bêqîmet in. Bi vê kevneşopiyê re piştî mêr, jin tê şewitandin.”
‘Mîtolojiyek wek awayek ramanê ketiye destên kesên desthilatdar’
Fîgen Aras tekez kir ku di seranserê dîrokê de gelek mînak hene ku rastiyên jinan hatine serûbinkirin. Bi raya wê, mîtolojiyekî wek awayek ramanê ketiye destên kesên desthilatdar. Fîgen da zanîn ku di mîtolojiyên Hindî de, pêkhatin û hebûn bi nirx û bandorek mezin di asta felsefî de têne vegotin û wiha pê de çû: “Lê belê, wekî ku me diyar kir, hilweşandin, berovajîkirin û tarîkirina rastiyên jinan bi rastî ve girêdayî ye ku ev mîtolojî ji wateya xwe têne derxistin, serûbin dibin û li gorî îro têne adaptekirin. Ji ber ku mîtolojî rêbazek ramanê ye û dema ku ev rêbaza ramanê dikeve destê desthilatdaran, ew dibe yek ji mezintirîn avantajên parastina hêza wan. Li vir, Sati ji xwedawenda bilind, hêja, rêzdar û afirîner vediguhere jineke kole, ku girêdayî 'mêrê' xwe ye, ku piştî wî, wê davêjin nav agir.”
Li her herêmek 'Satiyek' cuda heye
Bê guman, çanda satî ne tenê bi herêmekê ve sînordar e. Wekî rêbazek têgihîştinê, ew di herêmên cûda de bi navên cûda xuya dike.
Fîgen Aras çend mînakan ji herêmên cuda da û got ku “Bê guman, guhertoyên cûda yên pratîkên weha bi awayên cûda li herêmên cuda xuya dibin. Li Çînê, jin neçar dibin ku pêlavên hesinî yên du hejmar piçûktir li xwe bikin da ku xweşiktir bimeşin. Li Afrîkayê, jin neçar dibin ku dema hîn zarok in li dora stûyê xwe zengilan bilefînin da ku ew dirêjtir bibin; sinetkirina jinan ku hîn jî li 25 welatan pêk tê û hwd.”
‘Sinetkirina jinan jî cureyek ji çanda Sati ye’
Bo nimûne, sunetkirina jinan jî guhertoyek ji kevneşopiya çanda sati ye. Peyama ku li vir tê dayîn; jina ku sinetkirî ye, berî her tiştî garantiyek e ku ew heta zewaca xwe bi tu mêrekî re seks neke. Lê belê, jin êşek mezin dikşîne û nexweşiyên giran digre. Em dizanin ku bi qasî 30 milyon jin hatine sinetkirin û gelek ji wan ji ber enfeksiyonan mirine. Ev hemû li welatên Misilmanan diqewime. Dema ku em dipirsin çima sinetkirina jinan, ew ji ber ku ew milkê mêr, malê mêr, kelûpelê mêr e - pênaseya rastîn a ku divê mêr çi be - tê bîra mirov. Wekî çandek, çanda Sati bi avêtina nav agir an kuştina piştî mirina jina xwe nesekinî; ew heta îro bi awayên cûrbecûr berdewam kiriye.
Di ol, felsefe û zanista yekxwedayî de jin
Fîgen Aras diyar kir ku Sati jî îdeolojiyek e, ev îdeolojî destnîşan dike ku divê jin li jor mêran werin pênasekirin û mînakên pênaseyên jinan di ol, felsefe û zanista yekxwedayî de dide. Fîgen Aras anî ziman ku dema mêr tên mezinkirin, mêranî bi rêya polîtîkayên cûrbecûr tê avakirin û wiha berdewam kir: “Ev bi pêvajoyekê re têkildar e ku bi piranî bi keda jinan, îradeya wan û bedena wan çêdibe. Ji ber vê yekê, tê gotin ku divê jin qet nebin û nikarin bibin yekane. Tê gotin ger ku ya kesekî din be, ev hebûn tenê dikare xwe îfade bike. Me behsa mîtolojiyan mînak dema ku ev polîtîka têne bicîhanîn kir. Lê em di olên yekxwedayî de jî gelek mînakan dibînin. Tiştê ku em jê re dibêjin dirêjkirina mêrekî, cîgirê mêrekî, girêdayîbûna bi mêrekî di felsefeyê de jî tê xuyangkirin. Mînak, felsefeya Yewnanî dibêje, 'Jin mêrek kêm jidayîk bûyî ye, Jinek, heywanek ku seqet jidayîk bûyî ye.' Dema ku em li zanistê dinhêrin, ew jî di heman de metodek ramanê ye; Di her warî de, ji biyolojiyê bigre heya zanistê, jin her gav wekî duyemîn, her gav bêqîmet têne dîtin û bi pênaseyek ku li ser bingeha nirxa mêran e re rû bi rû dimînin.”
Sibê: Satiya îro: Pênaseya jinan a di nav malbatê de.