TJA: Em ê bi berxwedanê bikevin sala 2024’an - PANORAMA
Di hemû rojên sala 2023’yan de aktivîstên TJA’yê ji bo têkoşîna jinan û destkeftiyên wan li ser piyan bûn. Endama TJA’yê Gulistan Sonuk, got: “Bi zext, astengdarî, tacîzên darazê nikaribûn pêşiya me bigrin. Em ê bi berxwedan bikevin sala 2024’an.”
MEDÎNE MAMEDOGLU
Amed- Jinên li Tirkiye û Kurdistanê sala 2023’yan bi têkoşînê derbas kirin, li dijî şîdeta mêr û dewletê li dijî zext, tecrîd û binpêkirinan li kolanan bûn, bêdeng neman. TJA bi têkoşîn û berxwedanê xwe ji bo sala nû amade dike. Di vê salê de bi starta erdhej, 8’ê Adarê, Newroz û kampanyaya bi ‘Bi Jin Jiyan Azadi ber bi azadiyê ve hem li Kurdistanê hem jî li Tirkiyeyê xebatên xwe yên ji bo azadiya jinan û rêxistinkirinê domand.
Endama TJA’yê Gulistan Sonuk, li ser têkoşîna jinên Kurd a sala 2023’yan û armancên wan ên ji bo sala nû ji ajansa me re nirxandin kir û bi gotinên; “TJA’yê tevahiya salê giranî da ser nîqaş û rexnedayînê, qada têkoşînê mezintir kir û xebatên li kolanan zêdetir kir.”
*Sala derbasbûyî bi taybetî ji bo jinan, saleke zor bû. Ji ber erdhejê jinan gelek zehmetî kişandin û her wiha zextên li ser wan zêde bûn, her roj hatin qetilkirin. We di nava salek de çi kir? Bi xebatên xwe armanca we çi bû?
Wekî ku bi salan e em dixebitin, di vê salê de jî me xebat û têkoşîna xwe domand. Piştî erdhejê, ji bo piştgiriyê bidin gel em di nava xebatan de bûn her wiha li dijî êrîşên li ser jinan û polîtîkayên şerê taybet, me xebatên xwe li kolanan domand. Ger em ji xwe pirsa me di sala 2023’yan de çi kiriye û li paşiya xwe binêrin; em ê bibînin ku em her roj xebitîne. Ev xebatên me heta îro jî bi kampanyaya bi “Jin jiyan azadî ber bi azadiyê” ve bi xebatên hilbijartinê yên me dest pê kirine didomin.
‘Me hewl da em birînên erdhejzedeyan bikewînin’
Hûn dizanin piştî meha Çileyê erdhejzedeya ku li 11 bajaran xist û bi milyonan mirovan jê zirarê dît, bi hezaran kes mirin, çêbû. Piştî erdheja 6’ê Sibatê, me koordînasyona krîzê ava kir û çûn bajarên ku erdhejê li wan daye. Em endamên TJA’yê bi mehan li wan bajaran man. Dema ku em çûn krîzeke pir mezin hebû, ne cih, ne xwarin, ne jî cihê ku mirov lê bimînin hebûn. Me bi tora alîkariyê û komên dilxwaz, hewl da di wê pêvajoyê de bi wê krîzê re têbikoşin. Ez ji roja yekem a erdhejê ve heta mehek li Semsûrê mam û xebitîm. Li wê derê îhmaleke pir mezin hebû. Nîvî bajar hilweşiyabû, mirov di bin xirbeyan de terkî mirinê hatibûn kirin û li bajar kepçeyek jî tunebû. Ev yek bû sedem ku mirov bimrin. Xebatên me yên li wê derê ne tenê alîkarî bûn, di heman demê de me piştgiriyê dida jinan. Jinên li bajarên Kurdistanê ên ku erdhejê li wan nexistibû, ketin nava seferberiyê. Bi wê xebata bi hêz me pêdiviyên jinên erdhejzede bi cih anîn. Dîsa li herêmê me konên ku tenê ji bo jinan in ava kirin. Konên jinan ên ku jin dikaribûn werin ji xwe re bi hev re sohbet bikin. Tirên mor ên ku tenê pêdiviyên jinan di wan de bûn şandin bajarên erdhejê. Di wê pêvajoyê de serdanên me yên ji bo jinan her dem domiyan lewre yên ku ji ber erdhejê mexdûr bûn jin û zarok bûn. Me ji bo zarokan cihê lê bilîzin ava kir. Me hewl da em êşa ji ber erdhejê xema ji ber hilweşîna ku çêbûye, bi piştgiriya bi jinan re kêm bikin.
Em bi jinan re kom bûn
Dema ku me li herêma erdhejê xebatan didoman, em ketin pêvajoya 8’ê Adarê. Bernameya me ya 8’ê Adarê ya me beriya erdhejê plan kiribû hebû. Li gelek bajarên Tirkiye û Kurdistanê me mîtîngên bi heybet plan kiribû lê mixabin ji ber felaketa erdhejê me li cihê mîtîngan meşan li dar xist. Li her derê Kurdistanê ji bo piştgiriya bi jinên erdhejzede re, ji bo em hesab ji berpirsyarên ku bûn sedema ewqas hilweşînan bipirsin em derketin kolanan. Li bararên ku meş li wan çênebûbû jî me hefteyek bernameyên cuda li dar xist, em bi jinan re hatin ba hev. Em rastî gelek astengiyan hatin lê nikaribûn pêşiya me bigirtana.
Jin li Amarayê bûn
Di nava wê pêvajoya giran de Newroz hat. Wê hêrsa xwe ya ku me di meşên 8’ê Adarê de li dijî mirina mirovan, talana li ser xwezayê, me hesab ji desthilatdariyê xwest û bi wê hêrsê me berê xwe da qadên Newrozê. Em jin bi cilên xwe yên neteweyî tevli hemû pîrozbahiyên li bajaran bûn, bi tilîliyên xwe me dengê xwe bilind kir. Piştî wê ji bo çûyîna Amarayê hefteya beriya 4’ê Nîsanê, ji bo beşdarbûna çalakiyê em bi rojan xebitîn. Di wan çalakiyan de me şaxên daran çandin. Piştî wê jî tevî astengiyan jî roja 4’ê Nîsanê em çûn Rihayê.
Hilbijartinên giştî yên 14’ê Gulanê
Xebatên ji bo hilbijartinê ji berê ve jixwe dest pê kiribûn lê starta xebatên li qadan di 8’ê Adarê de hat dayîn. Ji bo hilbijartinê komîsyonên giştî hatin avakirin, bi jinan re ji bo pêşniyarên wan me civînan li dar xist. Piştî serlîdanan lîsteyek ku balê dikişand ser nûnertiya wekhev hat amadekirin. Di wê pêvajoyê de em jin ji bo jinên namzede li kolanan xebitîn. TJA di hemû kêliyên vê pêvajoyê de xebitî. Em û jinên namzed, gund bi gund, tax bi tax û mal bi mal ji bo hilbijartinê xebitîn. Em dizanibûn ku dê nûnertiya jinan a li Meclisê sîrayetê hemû civakê bike. Bi zêdebûna hejmara jinan li meclisê, em dizanibûn ku dê destkeftiyên jinan werin parastin û zêdetir daxwazên wan werin ziman. Ji ber wê di pêvajoya hilbijartinê de me paradîgmaya xwe ya azadiya jinan esas girt û em wisa xebibîn.
‘Bi jin jiyan azadî ber bi azadiyê ve’
*Roja 15’ê Îlonê we starta kampanyaya we ya dawî “Bi Jin Jiyan Azadî, ber bi azadiyê ve” da, bi vê kampanyayê armanca esasî çi bû? Hûn çi dikin û xebatên we niha di kîjan merheleyê de ne?
Nîqaşên bi taybetî li ser polîtîkayên şerê taybet û tecrîdê, zehmetiyên heyî me ber bi lêhûrbûnek ve birin. Ji bo em pêşî li êrîşên li ser tevgera jinan û têkoşîna wan bigrin, me dest bi kampanyayê kir. Roja 15’ê Îlonê li Rihayê bi şiara “Bi Jin Jiyan Azadî, ber bı azadiyê ve” me dest bi kampanyayek kir. Sedemên esasî yên vê kampanyayê zextên li ser jinan ên li Kurdistanê, tacîzên darazê û tecrîda li Îmraliyê ye. Du aliyên kampanyaya me hene, piştî ku me starta wê da, me bala xwe de ser girîngiya perwerde û rêxistinkirinê. Li Tirkiye û Kurdistanê, li 7 herêman me atolyeyên perwerdeyê li dar xistin. Roja yekem tenê ji bo jinan bû roja duyem têkel me atolyeyan li dar xistin. Li van atolyeyan li ser zanîna zayenda xwe û zayendperestiyê nîqaş hatin kirin. Em li ser zihniyeta mêrane ya ku di vê pêvajoyê de zêde bûye û li dijî wê rêbazên têkoşînê nîqaş kir. Bi perwerdeyên ku me bi dawî kirin re, merheleya yekem a kampanyayê bi encam bû. Di merheleya duyem a kampanyaya me de dê xebatên rêxistinkirinê hebin. Di çarçoveya van xebatan de serdanên me yên ji bo piştgiriyê ya malbat, kedkar û jinên sendîkavan didomin. Me bi biryardarî dest bi kampanyayê kir. Em difikirin ku me encam ji xebatên xwe girtine. Hilbijartinên li pêşiya me jî dê di nava vê kampanyayê de bidomin. Du qadên xebatê jî dê ji hev cuda nebin. Em ê şêwazê xebata ku hev xwedî dikin bi pêş bixin. Kampanyaya me dê heta 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê bidome.
Em dikevin merheleya rêxistinbûnê
Di pêvajoya hilbijartina ku nêz dibe de TJA dê bi hemû jinên ku modernîteya demokratîk esas digrin re di nava xebatan de be. Em weke TJA dikarin vê pir vekirî bibêjin; cihê çareseriya hemû pirsgirêkan rêveberiyên herêmî ne. Bi modela xwe ya hevserokatiyê, em di qonaxeke ku nûnertiya wekhev esas digre de ne. Çiqas zêde jin di rêveberiyên herêmî de cih bigrin, ew ê çaseriya pirsgirêkan bi aqilê kolektîf hêsantir bibe. Em ê di vê pêvajoyê de li kolanan bin. Em ê bi jinan re bin, Em dikarin bibêjin ku di vê pêvajoya ku êrîş zêde ne, berxwedan jî mezin e. Li dijî van êrîşên piralî, hem ji aliyê giranî ve hem jî hejmar ve bandora me zêde bûye. Li dijî desthilatdariyek ku hewl dide jinan di nava jiyanê de tecrîd bike, wan tasfiye bike, em ê bersiva herî xweş, weke hemû hilbijartinan di vê ya li pêşiya xwe de jî bidin. Em ê tu carî cihê xwe neterikînin. Li dijî van êrîşan em ê xwe bigihîjînin jinan, warê xwe yê têkoşînê berfirehtir bikin.
*Sala 2023’yan bi tevahî ji bo jinan çawa bû?
Îsal ji bo jinan saleke zor bû. Bûyerên qetilkirina jinan zêde bûn, şîdeta li dijî wan dîsa wisa û cezanekirina kiryaran hinek ji van in. Em jinên Kurd ligel van ên min li rojê gotin, ji ber nasnameya xwe ya neteweyî jî hem rastî şîdetê hatin hem jî tacîza darazê. Di nava salekê de em rastî gelek astenî, zext, binçavkirin û girtinê hatin. Gelek endamên me ji ber ku siyaseta demokratîk dikin hatin girtin. Her wiha xebatên jinan hincet hatin nîşandan û hewl didin bi cezayên girtîgehan wan bêdeng bikin. Ev pêvajo her dem wiha ne. Desthilatdarî li gorî rewşa siyasî li herêmê dest bi polîtîkayên zextê dike. Em dizanin ku destpêkê jinan hedef digrin. Jinên ku ji aliyê wan ve hedef hatine girtin he jî li piyan in û li ber xwe didin. Ev têkoşîn û berxwedan dê her dem bidome. Jinên Kurd îro hem li Rojhilata Navîn hem jî li her derê cîhanê bi têkoşîna xwe tên nasîn. Heta ku îrade û biryardariya me hebe emê ji vê riyê venegerin. Em ê xebatên xwe yên di nava vê salê de zêdetir bikin û em bawer in ku em ê sala li pêş bi hêztir bibin.
‘Dê têkoşîna me li dijî tecrîdê bidome’
*Hêviyên we ji sala 2024’an çi ne? Hûn ê di sala li pêş de xebatên çawa bikin?
Hindik ma em bikevin sala nû. Her sala nû ji aliyê tevgera jinan ve bi heyecan tê pêşwazîkirin. Em vê salê weke saleke ku têkoşîn mezintir bibe, destkeftiyên me zêdetir bibin dibînin. Di sala 2024’an de gava yekem a em bavêjin girtina şaredariyên me yên ku hatine xespkirin in. Em ê bi nûnertiya wekhev vegerin van şaredariyan. Dûre jî em ê hemû saziyên jinan ên ku hatine girtin ji nû ve vekin. Ji bo em bingeheke zagonî ji van destkeftiyên xwe re çêbikin çi ji destên me were em ê bikin. Em ê dawî li polîtîkayên şerê taybet bînin û ji bo tecrîd bi dawî bibe xebatên xwe bidomînin. Ji bo me ya asasî berxwedan û rêxistinbûn e. Em ê vê di sala 2024’an de mezintir bikin.