Tiştên ku bi xwe re karesata sed salan anîn û sedemên wê yên di roja me de
Tirkiyeyê roja 5’ê Şibatê, rojeva hilbijartinê ku wek 'hilbijartina sedsalê' tê pênasekirin dest bi rojeveke nû kir lê di şeva 6'ê Sibatê de erdheja 7,8' a ku bû karesata sedsalê şiyar bû. Gelo mirov dikare vê karesatê ji rejîma 100 salan cuda bibîne?
BÊRÎTAN SARYA
Di roja 32’emîn de, 10 bajarên ku ji ber erdhejê veguherîne kavilan, piraniya kesan hê di bin xirbeyan de bûn û mirov nikaribûn cenazeyên xwe bigrin, serokomar Recep Tayyîp Erdogan li ber kamerayan starta fermî ya hilbijartinê da.
Sedemên ku erdheja bûyereke xwezayî, veguherand karesata sedsalê çi ne? Bêguman sedemên ku hilbijartinên giştî yên di demokrasiyê de rewşeke asayî ne vediguherînin hilbijartinên 100 salî ne. Li cihê ku gelên li vê dergûşa şaristaniyê dijîn, bi mafên xwe yên demokratîk, aştî bijîn, desthilatdariya faşîst a ku li ser înkar-îmhayê hatiye avakirin pêşî li van karesatan vedikin. Ji sedsalan zêdetir e, bi destên dewletê, ev ax, ev erdnîgarî bûye cihê komkujiyan. Dewletê bi vî qerekterê xwe, erdheja ku bûyereke xwezayî ye, veguherand komkujiyek. Ev hilbijartin û van çend mehên ber bi hilbijartinê ve dê bibin destpêkek û gava yekemîn a helwesta li dijî van polîtîkayên sedsalî.
Çima karesata sedsalê? Çima em dibêjin “ne erdhejê dewletê kuşt”?
Di erdhejê de hilweşandin û mirin ne qeder e lê…
Erdhej bûyereke xwezayî ye. Hema bibêje li her derê cîhanê mezin an jî biçûk erdhej diqewimin, çi mezin çi biçûk. Piraniya Tirkiye û Kurdistanê li ser xetên fayê ku erdhejên bi tund lê çêdibin e. Lê belê li Tirkiyeyê hema bibêje her erdhejê ku bi pileya 6'an zêdetir dibe sedema windahiya can, li heremên ku cîhanê erdhejên dijwartir û dem dirêjtir tên jiyîn de, ewqas kes namirin. Şîlî û Japonya ji bo vê dikare mînak were nîşandan.
Erdheja herî mezin a ku di dîroka cîhanê de tê zanîn erdheja bi pileya 9,5 bû ku di sala 1960’an de li bajara Valdaviaya Şîliyê qewimî û 10 deqîqeyan domiya. Hejmara kesên ku di encama erdheja di heman demê de bû sedema tsunamiyê û teqîna volkanê jî li Valdavyayê jiyana xwe ji dest dan hezar û 655 kes û li hemû herêmên bandordar kir jî 6 hezar e. Wê demê nifûsa Valdavyayê li derdora 100 hezarî bû. Mirov dikare bibêje ku ‘ev hejmar bi nifûsa herêmên erdhejê yên li Tirkiyeyê re nayê muqayesekirin.’ Rast e, rêjeya zêde ya nifûsê dibe sedema mirina zêde lê mirov dikare xeyal bike ger di wê dîrokê de û niha li Tirkiyeyê bi pileyek wiha erdhej çêbibe dê tu apartmanek nemîne.
Lê belê li Valdavyaya Şîliyê ku navenda erdhejê ye, di erdheja bi pileya 9,05’an a ku 10 deqîqeyan berdewam kir de tenê ji sedî 40’ê avahiyan hilweşiyan. Di sala 2011’an de li Tokyoya ku nifûsa wê nêzî 30 milyon e, erdhejeke bi pileya 9.03 pêk hat, 6 deqîqe berdewam kir û bû sedema mirina 20 hezar kesan. Dîsa di erdheja pileya 7,3’an ya ku di 16’ê Adara 2022’an de li Fukushima ya Japonyayê pêk hat, tenê 4 kes jiyana xwe ji dest da.
Li Tirkiyeyê her erdheja ku pileya 6'an derbas kir bû sedema mirina gelek kesan
Ger em behsa Tirkiyeyê bikin, di erdheja 27'ê Kanûna 1939'an bi pileya 7,9 û 55 saniyeyan domiya de nîvê bajêr hilweşiya û 32 hezar û 962 kes jiyana xwe ji dest dan. Erdheja bi pileya 7,4’an a ku di 17’ê Tebaxa 1999’an de navenda wê Golcukê pêk hat 45 saniye berdewam kir. Li Kocaelî, Yalova, Sakarya, Stenbol û Duzceyê bi giştî 17 hezar û 480 kesan jiyana xwe ji dest dan. Erdheja bi pileya 6,6’an ku di 30’ê Cotmeha 2022’an de li Îzmîrê pêk hat 16 saniyeyan dewam kir û bû sedema mirina 17 kesan. Erdheja di 6’ê Sibatê saet 04:17’an de pileya 7,7’an ku li Mereş Pazarcikê pêk hat û pişt re jî erdhejên pileya 7,6’an ku danê nîvro li Elbîstanê pêk hat, li 10 parêzgehên ku 13,5 milyon mirov lê dijîn, gelek cih hilweşiyan. Li gorî daneyên fermî, li derdora 48 hezar kesan jiyana xwe ji dest dan, mexdûrên erdhejê cenazeyên xwe jî nedîtin û pispor diyar dikin ku di rastiyê de zêdetirî 200 hezar kesan jiyana xwe ji dest dane. Di erdhejên hem mînaka Şilî hem jî mînaka Mereşê de, avahiyên hejmarek kêm ku li Mereş û Semsûrê li ser xeta fayê nîşan didin ku hilweşandin û mirina di erdhejê de ne qeder e.
Pergala kapîtalîst û netew-dewlet mirin bi xwe ye!
Rêjeya hilweşandin û mirina di erdhejê de encama polîtîkayên rêveberî, dewlet û siyaseta vî welatî ye. Sedema ku erdhejên navenda wan Mereş veguherî karaseta 100 salî ev dewlet û desthilatdariya wî ya niha AKP-MHP ye. Em nikarin dewleta Tirk û desthilatdariya AKP-MHP’ê ji pergala cîhanê ya ku tê de ne serbixwe binirxînin. Lê tenê li ser mînaka erdhejê jî mirov bibêje ku nûnerên herî paşketî yên vê pergala ne.
Dema pergala serdestiya mêr a 5 hezar salî dîroka mirovahiyê veguherandiye mezbahayek bi xwîn, pergala kapîtalîst a 500 salî ya dawî ji aliyekî ve bi şerên xwe yên cîhanê re, ji aliyê din ve jî bi hişmendiya mêr a bi temamî ji xwezayê qut bûye, karasetên mezin çêkir. Îro cîhana me û mirovahî bi taybetî ji guherîna avhewayê, ji germbûna gerdûnî, heya hişkesaliyê û lehî heya pandemiyan bi gelek xetereyan re rû bi rû ye. Mirovên zanyar bandora germahiya kûrewî ya li ser karesatên xwezayî û erdhejê lêkolîn dikin. Rewşa heyî ya ku gelekî xeternak e nîşan dide ku yek ji têkoşînên herî girîng ên sedsalê têkoşîna ekolojîk e. Hezên pergalê ku bê şer-qeyran-kaos nikarin bijîn û hewl didin enerjiya mirovahiyê bi rêbazên şerên olî û hwd. tune bikin, herî kêm dikaribûn bikaranîna zanist û teknîkê çareseriyek ji bo karesata erdhejê li welatên xwe bibînin.
Lê dewleta herî paşverû ya pergalê netew dewletên Rojhilata Navîn, bi taybetî jî Tirkiye ji vê yekê dûr e. Netew dewleta Tirk ku ji sala 1925’an û vir ve hebûna xwe bi qirkirina gelên Ermenî, Yewnan, Çerkez, Asûrî û Kurd ve girê daye, bi polîtîkayên xwe yên bêhiş, xemsar, şer û rantê her dem bû sedem ku erdhejên diqewimin veguherin qetlîamên girseyî. Li ser jin û gelên li ser esasê zayendperestî, nijadperestî û olperestî hewl dan teşe bidin civakê. Ev axên ku ger li ser esasê komara demokratîk bi qebûlkirina gel û çandên mezopotamya û anatoliyayê yên qedîm bi pêş bikeve weke bihuştê bi bereket e, bi destên dewleta antîdemokratîk û qirker ji bo gelan veguherî dojehê. Di vê pêvajoya dewletê ku enerjiya xwe ne ji bo jiyan û xweşkirinê, ji înkar û îmhayê re xerc dike, ji bo erdhejan tu tedbîrên pêwîst nehatine girtin.
AKP û desthilatdariya wî ya 21 salan a hem ji aliyê dînamîkên navneteweyî û hem jî yên hundirîn ên dewletê ve ji bo qirkirina Kurdan temam bike hatiye hilbijartin, polîtîkayên herî qirêj ên netew-dewleta Tirk a di asta herî jor de meşandin.
Hikûmeta AKP-MHP'ê bacên erdhejê jî ji şer re razandin
Lê belê ger mirov bibêje berpirsyarê erdhejên Mereşê ji hikûmetên berê zêdetir desthilatdariya AKP-MHP'ê ye, ne şaş e. AKP-MHP bû hikûmeta ku polîtîkayên herî qirêj ên netew-dewleta 100 salî ya antî-demokratîk û qirker di asta herî jor de pêk tîne. Tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan veguherand tecrîda mutleq, şerê li nava welat mezin kir û dest avêt derve û Rojhilata Navîn li wan deran şerên dijwar derxist. Li ser hemû pêkhate û jinên ji derveyî şeklê Tirk-Îslamê dimînin zextên mezin hatin kirin. Di pêvajoya desthilatdariya AKP'ê de mafên jinan hatin desteserkirin û qetlîamên li dijî jinan ji sedî sed zêde bûn. Dema li welat her tişt li gorî projeya Mîsak-î Mile ya AKP-MHP'ê û berjewendiyên wê di şer de haterazandin, bi ranta şer re berîkên rêveber û alîgirên AKP'ê tijî pere bûn. Di rastiyê de zanyaran her dem li ser erdhejên mezin ên ku li wê herêmê çêdibin, di tevahiya hikûmetên AKP’ê de hişyarî kirin. Heta piştî erdheja 1999’an ku weke baca erdhejê tê zanîn, baca Ragihandinê ya Taybet jî ji şer re hat razandin.
Ji Rûsyayê, herî kêm 2.5 milyar dolar ji bo bajarekî Kurd ê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ango Efrînê da ku destûr ji operasyona dagirkirinê re bigire. Hikûmeta ku ji sala 2017’an û vir ve ji bilî HDP’ê û tifaqên wê, hema bêje bi desteka hemû muxalefetan li Başûrê Kurdistanê li dijî herêmên gerîla operasyonên dagirkeriyê yên daîmî li dar dixe, teknîkên di dîrokê de nehatiye dîtin bi kar tîne û bi çekên kîmyewî bombebaran dike. Tirkiyeyê di sala 2019’an de li dijî bajarên Serêkaniyê û Grê Spî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dest bi operasyona dagirkeriyê kir, di heman salê de jî tevli şerê Lîbyayê bû. Di dema şandina leşkerên Tirk ji bo Lîbyayê de, her meh bi 2 hezar dolarî nêzî 20 hezar ji çeteyên SMO yên 'Artêşa Neteweyî ya Sûriyeyê' re şandin. Tirkiye rojane bi dehan F16, bi dehan SÎHA, obusên bahozê, çekên nukleerî yên kîmyewî û taktîkî di êrîşên xwe yên li dijî herêmên gerîla yên li Başûrê Kurdistanê de bi kar tîne. Di dema ku rojane bi dehan F16 li herêmên operasyonê sefer û bombebaran dikin, firîna saetek F16 a bi mihîmat (bomb) jî tenê 65 hezar dolar e û ji şîrketên ku alavên şer çêdikin re teşwîq tê dayîn û daxistina bacê tê kirin. Bi biryara ku di 05.09.2019’an da di Rojnameya Fermî da bi îmzeya R. Tayyîp Erdogan hat weşandin, ji bo 5 projeyan teşwîqa veberhênanê hat dayîn. Di nava van projeyan de projeya zavayê wî Selçûk Bayraktar ê ku balafiran çêdike jî heye. Hikûmeta AKP-MHP'ê ji bo herêmên xeten fayê tu tedbir nagire, piştî erdhejê ji bo alîkarî nede mexdûrên erdhejê, di 20 salên desthilatdariya xwe de ji bo şer û ranta şer xerc dike.
Ji bo dengan bigre bi efuya îmarê bû sedema mirina bi hezaran!
Yek ji sedemên ku hilbijartinên 14'ê Gulanê weke hilbijartina sedsalê pênase dike, karakterê serokomar Erdogan û hikûmeta AKP'ê ye ku bi tu awayî qîmetê nade mirovan, misogerkirina desthilatdariya xwe û ji bo AKP’ê û alîgirên xwe dewlemend bike tu tiştekî ku neke nîn e. Desthilatdariya AKP-MHP û serokên wan Erdogan ku her cure polîtîkayên qirêj dimeşîne û sûcê xwe dixe stuyê kesên din, bêçaretî û bêhişiya gelên welatê ku piraniya wan xizan in, weke depoya dengan bikar anî. Erdogan beriya hilbijartina sala 2019’an ku çêbû Hatay, Mereş û Dîlokê, besnê efuya îmarê ya ku tu kontrol û mewzuata dewletê li ser tunebû, tenê di navbera kesên xwedî milk û mutehîdan de peymanek bi peretî dihat kirin dabû. Bajarên wekî Hatay û Mereşê yên ku di erdhejê de gelek avahiyên wan hilweşiyan, gotinên Erdogan ên "Me bi aştiya Îmarê, bi giştî pirsgirêka 205 hezar welatiyên Hatayê çareser kir", "Bi aştiya Îmarê re pirsgirêka 144 hezar û 556 hemwelatiyên xwe yên Mereşê me çareser kir" hat bîra mirovan.
Erdoganê ku xwedî van gotinan e 5 roj piştî erdhejê, di 14'ê Sibatê de li Navenda Giştî ya AFAD'ê ya Hatayê li ber kamerayan axivî û diyar kir ku ji sedî 95'ê avahiyên di erdhejê de hilweşiyane di sala 1998'an hatine çêkirin. Lê navenda Elbistanê ku di 6’ê Sibatê de erdheja bş pileya 7,6’an pêk hat û piraniya avahiyên ku li ji sedî 70 wêran bûne, yên ku di 10 salên dawî de hatine çêkirin in. Di rapora ku KESK'ê di encama lêkolîna xwe ya li herêmên erdhejê de amade kir de, hat diyarkirin ku di erdheja li Elbistanê de bi qasî avahiyên kevin hilweşandina avahiyên di 2-3 salên dawî de hatine çêkirin balkêş e. Mutehîdên gelek avahiyên nû yên hatine hilweşandin alîgirên AKP'ê, ne ev jî nîşan dide ku gotina "ne erdhej, AKP û hikûmetê kuşt " rast û di cih de ye.