Têkoşîna jinên Siûdî

Civaka Siûdî di bin sîstemek hişk de dijî ku li ser bingeha şerîeta îslamî û sîstemêm civakî yên olî û eşîrî ye. Edetên kenvar, hînkirinên îslamî yên selefî û sîstema bavsalar veguheriye zagonên ku bi tundî têne sepandin.

SENAA EL-ELÎ

Navenda Nûçeyan – Li Erebistana Siûdî ku yek ji welatên herî sînorker ê li hember jinan e, gelek tişt guherîne. Sîstema baviksalar bi tevahî jiyana jinan serdest dike û şêwazek jiyanek nû û vekirîtir tê pêşxistin. Lê gelo awayê hizirkirina civakê dikare di şevekê de biguhere?

Erebistana Siûdî xwedî nifûsek bi qasî 33 milyon e. Rêjeyeke girîng, ji koçberan pêk tê, bi qasî ji sedî 39’ê nifûsê koçber in. Di encama mezinbûna bilez a aborî û bajarî ya piştî keşifkirina petrolê de, bedewiyên koçer ku nîvê nifûsê pêk tînin, li wir bi cih bûn. Ew di bin zagonên nenivîsandî de dijîn. Li ser bingeha ramanên tevgera Wehabî û tevgera Sehwa, baskê Birayên Misilman ênli Erebistana Siûdî ne tên rêvebirin. Ev her du sîstem bi tundî dixebitin da ku pergala baviksalar û serdestiya mêran li ser jinan xurt bikin.

Dibe ku hin kes îdia bikin ku tişt guherîne û rêjîmê çend sal berê dest bi qutkirina destên Wehabîzmê û jiholêrakirina îdeolojiya wê kir. Bi vî rengî bandora wê di civaka Siûdî de kêm kir, lê ji bilî partî û vebûna rûberî ya welêt, di rastiyê de di nav civakê de çi guheriye?

Koka ramana tundrew

Cudakirina di navbera hînkirinên olî û adet û kevneşopiyên eşîrî de ne gengaz e. Ev tundrewî vedigere damezrandina yekem a dewleta Siûdî, dema ku Prens Muhemed Bin Saud El-Muqrîn damezrînerê yekem ê dewleta Siûdî di sala 1792'an de pejirandina ramanên Muhemed Ibn El-Wehab ragihand. Wan li hev kirin ku dewletek bi karektarek olî û neteweyî ava bikin.

Wehabîzm tevgereke siyasî ye ku gelek fetwayan daye ku jinan sînordar dike, adet û kevneşopiyên hemû herêmên Siûdî diguherîne, ji bo biçûkxistina jinan hawîrdorek berhemdar diafirîne û tekezî li ser wesayeta mêran dike. Ev yek bûye sedema avakirina pergala wesayetê ku digel jin xwediya mal û dewlemendiyê be jî.

Muxalifa Siûdî û profesora antropolojiya olî li Zanîngeha Londonê Madawî El-Reşîd, di pirtûka xwe ya bi navê "Dewleta Herî Mêranî" de, îdia dike ku Wehabîzm digel belavbûna adetên eşîrî, alîkariya kontrolkirina jinan û pêşxistina newekheviya zayendî kiriye. Ew lê zêde dike ku sînorên derxistinê ne tenê bi vejîna Wehabî ve sînordar in. Berevajî vê, têkiliya di navbera dewlet, neteweperestiya olî û şêweyên çandî û civakî yên baviksalarî de bûye sedema şêweyên giran ên paşguhkirinê, ku bindestiya jinan û baviksalarî ji eşîrê vediguhezîne dewletê.

Wehabîzm û biryarên li ser jinan

Her wiha Wehabîzm fetwayek derxist ku dengê jinan qedexe dikir û jin kirin bindestê zanyarên gund. Tevî ku jin berşdarî qadên aborî, şivantî, tevinkirin û bazirganiya bi gundan re hatine kirin jî, ew hatin sînorkirin.

Jinên kole ku heta salên 1960'î kole bûn û jinên asayî û yên bedewî, li bazar û kolanan xuyabûna xwe parastin, hîzar li xwe dikirin, lê  nîqab li xwe nedikirin. Jinan li deverên vekirî şivanî û nanpêjî dikirin. Lê piştî sala 1932'an û heta demek berê jî, dûrxistina jinan a di bin navê "astengkirina rêyan" de taybetmendiya sereke bû.

Sedemên sereke yên derketina tevgera jinan

Salên 1960’î û destpêka salên 1970'î ji bo mafên jinan di nav serdemên herî geş de bûn, xwendekarên jin li kolanan û jin li sûkê xuya dibûn. Yekem nifşê xwendewar ê jinan li Erebistana Siûdî vedigere sala 1960'î. Jinên xwendewar ji perwerdehiyê li welatên Ereban sûd girtin û di mamostetî û rêveberiyê de, piştre rojnamegerî û xizmetên bijîşkî de xebitîn û bingeha civatek rewşenbîrî ya femînîst pêk anîn.

Tevî serweriya Qral Seûd Bin Ebdulezîz El-Seûd, ku di navbera salên 1952 û 1962'an de welat birêve bir û dû re jî Qiral Feysel Bin Ebdulezîz El-Seûd heta kuştina wî di sala 1975'an de, rola wan di baştirkirina mafên jinan de bi sînor bû û ji ber têgihîştineke kevneşopî ku jinan dike hebûnên qels ên ku hewceyê parastina domdar in, sînordar bû. Her jin wek dayîk, xwişk, keç û jinên me têne binavkirin.

Ifat bint Thunayan bin Saud a hevjîna Qiral Feysel bû, di sala 1955'an de yekem dibistana keçan a Siûdî bi navê Dar El-Henan, ava kir. Lê ji ber ku perwerde mecbûrî nebû, rêjeya xwendin û nivîsandina jinan di sala 1970'î de ji sedî 2 derbas nebû. Yekem zanîngeha perwerdehiyê di sala 1970'î de li Riyadê hate damezrandin, piştre li Makke, Cidde, Demmam û deverên din gelek sazî hatin vekirin.

Lê bûyerên navxweyî û herêmî bûn sedema paşketinek nû, ji ber ku Komîsyona Pêşxistina Fazîletê û Pêşîlêgirtina Neheqiyê çalaktir bû û fetwa derketin holê ku jinan sînordar dikin. Piştî kuştina Qiral Feysel di sala 1975'an de, dezgeha olî bandora xwe ji nûve bi dest xist û hişktir bû. Desteserkirina Mizgefta Mezin ji hêla Cuheyman El-Oteybi û 200 zilamên çekdar ve siya xwe avêt ser azadiyê, bi vî rengî bandor li jiyana jinan kir.

Derketina Tevgera Sehwa û bandorên wê yên li ser jinan

Tevgera Sehwa jî di sala 1979'an de derket holê ku rehên wê di Birayên Misilman de ne. Piştî ku ji aliyê hikûmetên Misir û Sûriyeyê ve hatin çewisandin, li Erebistana Siûdî penaber bûn. Qral Ebdulezîz El-Siûd piştgirî dan tevgerên li Misrê.

Hiqûqnasên Necdî fetway û zagonên Lijneya Bilind a Zanayan ku di sala 1971’an de hatiye damezrandin, kirin bin kontrola xwe û derxistina fetwayên têkildarî tevger û mafên jinan bû fikara wan a sereke. Meylên wan ên baviksalar li ser gelek fetwayan serdest bûn ku di bernameyên dibistanan de hatin bicîhkirin. Van fetwayan destûr dan pirjiniyê, pergala wesayetê xurt kirin û bûrs û seyahet bê wesayetek mêr qedexe kirin. Wekî din, dewlemendiya petrolê fonên têr peyda kir da ku projeyên ku cudakariya zayendî ya hişk diparastin bicîh bînin.

Çalakiya jinan a berdewam

Çalakvanên jin ên Siûdî di navber Îslamîstên ku dixwazin dewlet mafên bêtir bide wan de dabeş dibin. Di heman demê de soza pabendbûna xwe bi kevneşopiyên îslamî didin û lîberalên ku daxwaz dikin dewlet bi lez û bez gavên pêwîst bavêje da ku dawî li nerînên olî yên dûrxistin bîne û peymanên navneteweyî yên têkildarî mafên jinan bicîh bîne.

Cudahiya di navbera lîberal û Îslamîstan de di şîrovekirina wan a li ser kokên pirsgirêkê û çareseriyên ku ew pêşniyar dikin de ye. Lîberal Wehabîzmê wek sedema kêmbûna statuya jinan dibînin. Lê Îslamîst eşîretiyê ji ber astengkirina rizgariyê tawanbar dikin. Ew îdîa dikin ku Îslamê mafên jinan daye, lê fetwa şîrovekirinek şaş a olê ne.

Lê hejmara çalakvanên jin pir kêm e û tewra ew kesên ku xwedî ramanên jinan in jî newêrin tiştê ku di hişê wan de ye derbibirin. Civak jî ji ber gelek pereyan ji pirsgirêkên xwe yên rastîn dûr ketiye. Di salên 1970'î de, civaka Siûdî bi saya dewlemendiya petrolê di nav luksê de dijîya û pirsgirêkên mafan, taybet mafên jinan, ji bîr kiribû. Jin wek sûdmendên feydeyên ku malbatên wan distandin hatin xapandin, ku ev yek bû sedema paşguhkirina bi zanebûn û ne zanebûn ji hêla civak û dewletê ve ji bo kêmbûna perwerdehiyê û înkarkirina mafan.

Li şûna wê, jin bi kirêkirina xizmetkarên biyanî ji erkên navmalî hatin azadkirin û gotara dewlet û civakê, ku ji aliyê medyayê ve jî dihat piştgirîkirin, ew raman pêşxist ku jin cewher in û divê bi zorê neyên xebitandin. Di vê navberê de, prenses bi avakirina saziyên xêrxwazî ​​û sêwîxaneyan razî bûn. Ji perspektîfeke din ve jinên ku dahata petrolê negirtin, piştî ku mêran dev ji erkên xwe berdan, berpirsiyariya xwedîderketina malbatên xwe girtin ser xwe. Ji ber ku nikarîbûn bixebitin, ew li kêleka civakê man û bi xêrxwazî ​​û xizmetguzariya civakî debara xwe dikirin.

Riyên berxwedanê yên jinan

Bi zêdebûna karkerên biyanî li Erebistana Siûdî, tevî jinên koçber û jinên wek bijîşk, hemşîre û mamoste fetwa zêde bûne, ti mijarek piçûk an mezin bê dest nehiştine. Lê jinan rêbazên cuda yên berxwedanê dîtin, di nav de bi rêya wêjeyê jî. Wan berhemên ku rastiyê nîşan didan, hêviyên jinên Siûdî û zilma li ser wan dihat ferzkirin nîşan didan, gotarên olî yên ku alîgirê mêran bûn, ronî dikirin û aliyên neyînî yên avahiya civakî û guhertinên nazik ên di civaka Siûdî de ku ji ber herikîna karkerên biyanî çêbûne, nîqaş dikirin. Ev hemû jî bi navên xwe yê ne rast bûn.

CEDAW tenê ji bo razîkirina civaka navneteweyî ye

Îmzekirina CEDAW'ê ji aliyê Erebistana Siûdî ve di sala 2000'an de tiştek neguherand ku rewşa heyî biguhere. Erebistana Siûdî li ser hemû bendên ku bi zagona îslamî re nakok in, rezervasyonan parast. Di sala 2023'an de, destûr da ku hemwelatîbûn ji zarokên jinên Siûdî yên ku bi mêrên ne-Siûdî re zewicîne re were dayîn, lê bi gelek mercan.

Zêdetirî çaryeka sedsalekê, jinan çalakvaniya xwe li ser mafê ajotina otomobîlên xwe danîne, qedexeyek ku ji sala 1957'an vir ve hatiye ferzkirin şikandin. Ji bo vê armancê, wan çar kampanya organîze kirine, ku ji sala 1990'î dest pê kirine û ji sala 2011'an vir ve dijwartir bûne. Kampanyaya dawî di sala 2014'an de pêk hatiye. Tevî bertekên tund ên rayedaran, di 24'ê Hezîrana 2018'an de, wan ev maf bi dest xistin.

Tevgerên jinan ku medyaya civakî wek platformek bikar tînin, bi dijwarî li dijî sîstema wesayetê derketin û di Tebaxa 2019'an de biryarek derxistin ku rê dide jinên ji 21 salî mezintir ku bêyî destûra wesayetê pasaport bistînin û rêwîtiyê bikin. Guhertin her wiha mijarên rewşa medenî, di nav de qeydkirina jidayikbûnê, rûniştina zewacê, derxistina belgeyên fermî û wesayeta zarokên temen biçûk jî di nav xwe de girtin. Welat ji sala 2010'an pê ve derfetên bursê ji bo jinên ciwan ji bo xwendina li derveyî welêt ji nû ve vekiriye. Rêjeya bursên ku ji wan re hatine veqetandin ji sedî 25 bû.

Reform û rastiya wê

Li Erebistana Siûdî rêjeya tundiya navmalî zêde ye. Li gorî gelek lêkolînan, tundiya psîkolojîk yek ji cureyên tundiyê yên herî berbelav li welêt e. Ev yek bûye sedema wê ramanê ku zarokên keç ji malbatên xwe direvin û li cem hikûmetê digerin penagehê. Lê rewş pir caran li dijî wê dizivire, ku ji hêla bavê xwe ve (bi gelemperî tacîzkar) bi neguhdariyê tê tawanbarkirin û li maleke xwedîkirinê tê bicihkirin.

Nekarîna dewletê di garantîkirina ewlehiya zarokên keç ên ku ji malbatên xwe direvin de, bûye sedema diyardeyeke berbelav a keçên ku direvin welatên biyanî û penaberiyê dixwazin. Hejmara kesên ku reviyane di salên dawî de gihîştiye nêzî 3 hezar kesan.

Lê leza reforman dest pê kir zûtir bibe û malbata şahane hemû desthilat ji dezgehên olî vekişand û kontrola xwe li ser hemû aliyên jiyanê zexmtir kir. Ji bo avakirina civatek nû ya Siûdî gelek plan dan destpêkirin. Plana 2005'an ku armanc dikir derfetên nû ji bo jinan biafirîne, bernameyên perwerdehiyê ji bo jinên berdayî û bîmeyan dihewîne. Planê qada taybet teşwîq kir ku bêtir jinan bixebitîne, fetwayên bêserûber û nakok bi fermana şahane kontrol kir û şêx neçar kirin ku gotarek ji ya ku ew bi dehsalan pê re fêr bûbûn cuda belav bikin.

Biryarên ku ji bo jinan hatine derxistin

Plana Prensê Tac Muhamed Bin Selman ku di 25'ê Nîsana 2016'an de hate destpêkirin, xurtkirina hebûna jinan di civakê de, zêdekirina beşdariya jinan di bazara kar de ji sedî 22 heta 30 bo sala 2030'î û vegera bo "Îslama nerm" di nav xwe de digirt.

Di Tebaxa 2019'an de, jin bê destûra weliyê mêr dikarin rêwitiyê bikin. Guherandinên nû rêzek mafên medenî ji jinan re, wek qeydkirina peymanên zewacê, jinberdan û jidayikbûnê û wergirtina tomarên malbatê û dayîna wan di nav xwe de digirt. Her wiha mafê bûyîna welîyên zarokên xwe yên temen biçûk ji jinan re hat dayîn.

Di sala 2015'an de, jinên Siûdî mafê dengdanê di hilbijartinên şaredariyê de bi dest xistin û di sala 2013'an de 30 jin ji bo Encumena Şûrayê hatin tayînkirin. Bi Roja Navneteweyî ya Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jina a sala 2019'an rayedaran biryar dan ku malên lênêrînê bigirin, ku di eslê xwe de girtîgehên jinan in ku zarokên keç ji hêla parêzvanên wan ve têne danîn.

Di Nîsana 2019'an de, Erebistana Siûdî bû endama Lijneya Rêveber a Saziya Neteweyên Yekbûyî ji bo Wekheviya Zayendî û Hêzdarkirina Jinan (UN Women) û endama Rêxistina Geşepêdana Jinan a Rêxistina Hevkariya Îslamî.

Rastî di navbera retorîk û pratîkê de cudahiyek nîşan dide

Tevî ku dewletê di bin sîwana "Vîzyona 2030" de reforman pêş xistiye û hin maf dane jinan jî, rastî di navbera retorîk û pratîkê de cudahiyek girîng nîşan dide. Gelek çalakvanên jin di girtîgehê de dimînin, tevî raporên belgekirî yên ku binpêkirinên cidî di hundirê girtîgehan de li ser wan hatine meşandin jî, daxwazên wan ji çarçoveya mafên aştiyane derneketine jî.

Wêneyek dest pê dike ku bi tiştên li Padîşahiyê hebûn re nakok e derkeve holê. Lê pirs ev e: Ev reform çiqas cidî ne, di heman demê de gelek çalakvanên jin ji ber daxwazên xwe yên aştiyane û rewa yên ji bo pêşkeftina jinên Siûdî girtî ne, rastî binpêkirinên cidî tên? Ev nakokî pirsek rewa derdixe holê. Heta niha ev reform bêtir dişibin sererastkirinek kozmetîk ji guhertinek radîkal di avahiya pergala baviksalarî de. Di gelek aliyan de, jinên Siûdî hê jî ji beşdariya tevahî û azadiya bi bandor bêpar in, ku rêya ber bi wekheviya rastîn dirêj dike.