Rêxistinên jinan ên Misrê: Sala 2025’an bi destkeftiyan derbas kirin
Sala 2025’an li Misrê ji salên din cudatir bû, rêxistinên jinan di nava şert û mercên zextker de li ser guhertinên girîng ên qanûnî xebitîn û dema çalakiyên xwe domandin, hewldan di navbera jiyan û bandorbûnê de hevsengiyê ava bikin.
ESMA FETHÎ
Qahîre – Di sala 2025’an de, rêxistinên jinan bi pêşveçûnê rola xwe lîstin, bi mîsogerkirina piştgiriya zagonî û civakî, çavdêrî û belgekirin û agahdarbûnê, gelek encamên baş bi dest xistin.
Van rolên ku li hemberî berfirehbûna ferqa di navbera qeyranên aborî yên zêde û rêziknameyên qanûnî û bicîhanîna wan de girîngtir bûn, ruxmê destkeftiyên heyî jî bi taybetî di qadên mewzûat û hişyariya civakî de, kêm man.
Komên jinan, bi astengiyên îdarî û qanûnî, kampanyayên reşkirinê û sînorkirinên li ser karên giştî re rûbirû man û vê rewşê bû sedema lêpirsîna têkiliya di navbera hikûmetê, civaka sivîl û qada tevgerê ya parêzvanên mafên mirovan de.
Ev dosya, nirxandina ajansa me ya salane ya bi çavên sê aktîvîstên jin pêşkêş dike; her yek ji aliyekî cuda ve dinêre lê pirsa hevpar ev e: Gelo rêxistinên jinan di sala borî de çi bi dest xistin û di sala 2026’an de ber bi ku ve diçin?
Hişyariya di mijara mafên jinan de êdî ne luksek teorîk an jî dirûşmeke dubare ye. Sala borî, ji bûyerên rojane yên ji giliyên tundiyê bigre heta pevçûnên li cihê kar hat ceribandin ku ev hişmendî çiqas belavî jiyana jinan bûye û ji zanîna teorîk veguheriye pratîkê.
‘Girîngî didin herêmên ku herî zêde hewcedar in’
Rêvebera Desteya Geşepêdan û Perwerdeyê ya Kayan a Misrê, Sahar Şaban, diyar kir ku rêxistinên jinan bi taybetî li bajaran qadên xwe yên xwegihandinê berfireh kirine û wiha axivî: “Ev hewldan bi riya bernameyên ku balê dikşînin ser mafên aborî, siyasî û civakî hatin bidestxistin û berfirehbûna erdnîgarî û civakî ji bo guhertina rasteqîn mîna şertek bingehîn tê dîtin. Rêxistin, ji entegrekirina jinan a ji bo aboriya ne fermî bigre heta pêşketina civakê di gelek qadan de dixebitin. Her wiha girîngî didin herêmên ku herî zêde hewcedar in. Lê belê bi pirsgirêkên çandî û civakî re jî rû bi rû dimînin.”
Sahar Şaban, da zanîn ku baweriya xwe bi rola parlamenterên jin ku vê tevgerê veguherînin siyaseta giştî ya berfirehtir tîne û destnîşan kir ku tenê guhertina rêziknameyên qanûnî têr nake.
‘Piştgiriya rêxistinên jinan veberhênanek rasterast a pêşveçûnê ye’
Sahar Şaban, di berdewamiya axaftina xwe de diyar kir ku yek ji pirsgirêka herî mezin ên rêxistinên jinan burokrasî û prosedurên Wezareta Hevgirtina Civakî ye û wiha got: “Projeyên pêşveçûnê ji ber pejirandinên derengmayî asteng dibin û derfetên rast ji dest diçin. Divê têkiliya di navbera hikûmet û civaka sivîl de li ser bingeha hevkariyê ji nû ve bê sazkirin. Her wiha piştgiriya rêxistinên jinan, veberhênanek rasterast a pêşveçûnê ye û ev rewş jiyana jinan baştir dike, bandora xebata pêşveçûnê zêde dike.”
‘Kampanyayên reşkirinê yên li dijî rêxistinên jinan didomin’
Sekretera Giştî ya Sendîkaya Serbixwe ya Telekomê ya Misrê Marwa Hemdî, di destpêka axaftina xwe de destnîşan kir ku hişmendiya li dijî tundiyê zêde bûye û jin êdî biçûkxistinê qebûl nakin. Marwa Hemdî, wiha axivî: “Xala 14’an a Qanûna Kar a 2025’an ku tundî û tacîza li cihê kar mîna sûc dihesibîne, gavekî girîng e. Lê belê tirsa ragihandinê û manîpulekirina rêveberiyê, bandora qanûnê kêmtir dike.”
Marwa Hemdî, behsa kampanyayên reşkirinê yên rêxistinên jinan hedef digrin kir û got: “Ev kampanya parêzvaniyê mîna gefek ji bo civakê pêşkêş dikin û bi taybetî di xebatên giştî û xuyabûnê de astengiyek cidî diafirînin.”
Marwa Hemdî, axaftina xwe wiha domand: “Her ku sala nû nêzîk dibe, li şûna bendewariyên mezin nirxandineke realîsttir derdikeve holê. Pirsgirêk êdî ne destpêkirina destpêşxeriyên nû ye, parastina tiştên hatine bidestxistin û pêşîgirtina şikestina hewldanên berê ye.
Marwa Hemdî, di dawiya axaftina xwe de ji bo sala 2026’an pêşbîniya xwe got û destnîşan kir ku dê xebat bi çavkaniyên heyî bidomin û ji bo başkirina hawirdora giştî nîşaneyên zelal nîn in.
‘Derketina holê ya daneyên rast ên têkildarî tundî û jiyana kar înkara civakî dişkîne’
Cîgira Rêvebera Giştî ya Enstîtuya Dafter Ahwal Vivian Magdy jî guhertinê ji perspektîfa daneyan nirxand û diyar kir ku derketina holê ya daneyên rast a têkildarî tundî û jiyana kar, înkara civakî dişkîne û nîqaşê dibe asteke cidîtir. Vivian Magdy, destnîşan kir ku dane valahiya di navbera nivîsên qanûnî û pratîkê de eşkere dikin û got: “Çavdêrî û nirxandina berdewam ne tenê veguherîna qanûnan a sembolîk e, ji bo veguherîna amûrên parastinê girîng e.”
Vivian Magdy, wiha axivî: “Pêşketin di warê edaleta civakî de kêmtir xuya dike û hêdîtir e. Serkeftina projeyên pêşketinê ne tenê bi hejmara sûdmendan, di heman demê de bi kapasîteya wan a şikandina şêwazên xizanî û marjînalîzekirinê jî tê pîvandin. Çavdêrî û dane, di qadên mîna mafên jinên gundewar û keda bêserûber de valahiyên cidî eşkere dikin û pêşveçûna qanûnî di encama zexteke dirêj de hat bidestxistin.”
Vivian Magdy, destnîşan dike ku divê ne bi riya mantiqek çavdêriyê, bi civaka sivîl re têkiliyek li ser bingeha hevkariyê bê danîn û wiha axaftina xwe wiha domand: “Ger ev yek pêk neyê dê bandorek domdar çênebe. Her çendî sala borî pêşketinên girîng ên qanûnî hebûn jî nîqaş êdî li ser derxistina qanûnan û bêhtir li ser kapasîteya wan a rastîn a parastina jinan didomin. Qanûn her çendî pêşverû xuya bikin jî di pêkanînê de tenê di asta ceribandinê dimînin.”
Vivian Magdy, da zanîn ku avakirina tora di navbera rêxistinan de mifteya domdariyê ye û hişyarî da ku hewldanên demkî bêyî afirandina bandoreke demdirêj, bi dawî dibin.
Astengî vediguherîn beşek ji jiyana rojane
Vivian Magdy, diyar kir ku nirxandina dawiya sale, bêyî liberçavgirtina astengiyan nayê destgirtin û bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: “Burokrasiya îdarî, sînorkirinên li ser karên giştî û kampanyayên reşkirina medyayê her sal qada çalakiyên rêxistinên jinan teng dikin. Hemû dijwariyên sala borî berxwedan û nûjeniya rêxistinan danîn holê û sînorên qada çalakiya wan û lêçûna berdewamiyê jî nîşan dan. Dema ku em dikevin sala 2026’an, hêvî vediguherîn hewldanên belavbûyî ji bo riyeke kolektîf û di avakirina polîtîkayan de di kapasîteya îsbatkirina rola hevpar de ye.”