Qeyrana li Rojhilata Navîn û jin: Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê

Jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi hemû pêkhateyên xwe ve, bi biryardarî û îsrareke bê hempa sala 2025’an veguherandin saleke têkoşîna piralî ya li dijî hemû cureyên tundiyê. Ev bû sedem ku hêzên cîhadîst û çete ji jinan bitirsin.

BERÇEM CÛDÎ

Kobanê – Tundiya mêr-dewletê şêweyê herî sîstematîk ê şîdetê ye ku li qadên jiyanê yên jinan belav bûye. Ev şîdet, ku bi rêya qanûnên dewletê, hêzên ewlehiyê, dadgehan û medyayê tê kirin, armanc dike ku beden, ked û dengê jinan kontrol bike. Ev serdestiya domdar a mêr-serdest, li kolanan, li malê, li kar û di girtîgehan de, mafê jiyanê yê jinan hedef digire. Jin li her derê "Jin, Jiyan, Azadî" diqîrin û jiyan, azadî û berxwedanê ji nû ve ava dikin.

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dibêje ku; jin divê li cihê ku lê winda kirine, lê bigerin. Ger mirov vê gotinê lêkolîn û şirove bike, dê bighêje koka pirsgirêkê ya sereke ku di vê wateyê de jinan çawa û li ku derê pîrozî, xwedawendî û nirxê xwe bipêş xistin û winda kirin. Divê di heman erdîngariyê de jî heqîqeta xwe vekolin.

Jinên ku di hemu serdemên dîrokê de bi her cûre tundiyê re rû bi rû man li warên ku afirînerî û heqîqeta xwe winda kirine, careke din şoreşa vejînê destpê kirin. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jinan bi şoreşeke civakî, bîrdozî û siyasî rê li ber serdemeke nû ya têkoşîna ji bo azadiya zayenda xwe vekirin. Di sala 2025’an de ji qada civakî, heyanî xweparastinê û siaysetê ev têkoşîna jinan gihîşt lutkeyê. Daneyên ku ketine ber destê me jî nîşan didin ku ji bo guhertin û veguhertina hişmendiya mêr û bi vê awayê kêmkirina rêjeya tundiyê pêdivî bi têkoşînekê bihêztir a jinan heye. 

Tundiya netew-dewlet: 43 jin hatin qetilkirin

Di serdema me ya kapîtalîst de hêzên ku hebûna xwe li ser tunekirina jinê û rastiya civakê bihêz dikin, li hember têkoşîn û serhildanên jinan her tim ketine rewşa xweparastinê û êrîşên cur be cur li hember jinan bipêş xistine. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî jin, bûn hedefa tundiya hişmendiya netew-dewlet a Tirkiyê û çeteyên wê. Dewleta Tirk di dirêjahiya salên şoreşa jinan de, ango di van 12 salên borî de bê navber jin hedef girtin. Li gor bîlançoya Meclîsa Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, hedefgirtinên jinan di sala 2025’an de wiha bû: Dewleta Tirk rasterast bi riya êrîşên xwe yên bejahî û hewayî, 43 jin qetil kir û bi dehan jin jî birîndar bûn. Li gor vê li Cizîrê 20, li Helebê 4, li Reqayê 5 û li Kobanê 14 jin hatine qetilkirin. Her wiha dewleta Tirk û çeteyên wê navendên jinan yên rêxistinî, perwerdehî, zanist, xweparastin û rêvebirinê jî bombebaran kir.

Tundiya civakî û navmalî: 75 jin rastî cureyên tundiyê hatine

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku salên dirêj e di nava şert û mercên şer de ye, bê guman şêwazên tundiyê yên cudatir jî bipêş dikevin. Ji bo vê jî, di sala 2025’an de êrîş û tundiya civakî-navmalî jî bi rengekî eşkere xwe  da der ku mirinên jinan yên bi guman, xwekuştin û qetilkirina jinan jî çêbûn. Li gor bîlançoya Rêxistina Têkoşîna Li Dijî Tundiya li Ser Jinan a Sarayê da zanîn ku di 6 mehên dawî yên 2025’an de; 17 jin hatine îşkencekirin. 15 jin hatine qetilkirin. 3 jin rastî hewildana qetilkirinê hatine. 11 bûyerên  xwekuştinê, 19 hewldanên xwekûştinê, 2 şewitandin, 2 tecawiz û 6 bandorên derûnî çêbûne. Li gor rêxistin û tevgerên jinan yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ev rewşên tundiyê ku hatin jiyîn, xwe dispêrin tundiya navmalî, aloziya aborî, zext û paşverûtiya civakî, bandora şer a psîkolojîk.

Di heman demê de, li gor bîlançoya Mala Jinê ya Kongra Star jî bi giştî 4 hezar û 477 doz hatine ber destên wan ku jê 2 hezar û 295 hatine çareserkirin û hezar û 246 di rêzê de ne. Her wiha ji bo dozên Mala Jinê ya Kombûna Jinên Zenûbiya jî, serlêdan bi hejmara hezar û 447 dozan pêk hatiye û 657 ji wan hatine çareserkirin. Bi giştî dozên li cem saziyên malên jinê yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî xwe dispêrin nakokiyên malbatî û hevjînî, berdan, îşkence û tundî, zewaca zarokan, pirjinî, şantaj, xiyanet, destdirêjî û hwd.

Koçberiya bi darê zorê û tundiya dewletê:  19 hezar û 403 jin koçber in

Dewleta Tirk ku gelek deverên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dagir kiriye, bi deh hezaran jin neçar man ku ji ber êrîşên dagirkeriyê ji cih û warên xwe koçber bibin. Bi taybetî êrişên dagirkeriyê di salên 2018-2019’an de li ser  Efrînê, Serêkanî û Girê Spî pêk hatin, bûn sedema ku bi deh hezaran koçber li kampan bicih bibin û bijîn. Li gor vê yekê anha li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi dehan kampên koçberan hene. Li gor bîlançoya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk 14 hezar û 446 jinên ji Serêkaniyê koçber in, her wiha 3 hezar û 617 jinên Girê Spî di Kampa Til El Semin ya koçberên Girê Spî de dijîn. Li aliyê din hezar û 340 jinên Efrîn û Şehbayê koçber in.

Li bajarê Minbicê ku di 8’ê Kanûna 2024’an de ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wî ve hat dagirkirin bi hezaran jin neçarî koçberiyê man. Bi ketina bajêr a çeteyên SMO ve li bajê qetilkirina jinan, revandin û tundiya li ser jinan zêdetir bû.

Ev koçberiya ku tê jiyankirin barekî din ê têkoşînê li barên jinan zêde kir. Jinên li dijî êrîşên dagirkerî û tundiya civakî têdikoşin, neçar dimînin ku li gor şert û mercên koçberiyê bijîn, her wiha ji bo debara malê, lênêrîna zarokan, bandorên deronî di nava lêgerîn û çareseriyê de be. Ji bo vê jî li dijî bargiraniya şer û koçberiyê jin têkoşîna berfireh a bê navber dimeşînin.  

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hevpeymana civakî jinan diparêze

Me li jor anî ziman ku jin di gelek waran de rastî cureyên tundiyê tên. Li dijî van bûyerên tundiyê ku tên jiyîn, li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rêxistin û tevgerên jinan mekanîzmayên qanûnî û civakî bipêş xistine ku rê li ber tundiyê bigirin û di mezinkirina têkoşîna xwe de bikar bînin. Ji bo vê jî hevpeymana civakî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi dehan madeyên di vî warî de dihewîne.

Li ser vê bingehê di destpêkê de yek ji rêgezên hevpeymanê yên sereke ku Rêveberiya Xweser a Demokratîk pergaleke ku li ba demokrasî û ekolojî, azadiya jinê weke pîvaneke sereke mîsoger dike. Her wiha di pêşxistina aboriya civakî ya jinan de û têkoşîna li dijî bikaranîn û bazirganiya li ser jinê, xwedî helwest e. Di avahiya Rêveberiya Xweser de rêbaza hevseroktiyê di warên siyasî, civakî, rêveberî û hwd ji bo mîsogerkirina konfedralîzma demokratîk a jinê, mîsogeriya maf û azadiya wê, vîna azad a di avakirina û pêşxistina jiyan û pergalê de, bikar tîne. Bi taybetî di beşa hiqûqî û mafan a hevpeymana civakî de, di madeya 50’î de, li dijî hemû cureyên tundiyê yên li ser jinan û zayendperestiya civakî, ceza û qanûnên şênber hene. Di warê rêveberî de Meclîsa Jinê ya Bakur û Rojhilê Sûriyeyê heye ku ji hemû jinên di komîn, meclîs, navçe, bajar, kanton û herêmê de berpirsyar e. Her wiha ji bo parastina jinan Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) weke heza bingehîn a jinan tê nirxandin. Di heman çarçoveyê de jî Meclîsa Edaleta Civakî ya Jinê bi riya Mala Jinê rola sereke di warê qanûnî de dilîze. Wekî din weke mekanîzmeyeke bingehîn, kotaya jinan ji sedî 50 ye û dikare bi rengekî azad nûnertiya xwe bike.

Piştgiriya perwerdehî û aborî: Jin xwe ji tundiyê diparêzin

Ji bilî makanîzmeyên qanûnî yên ku di mîsogeriya maf, parastin û rola jinan de xwedî bandor e, ji aliyê rêxistinên jinan ve jî gelek mekanîzmeyên civakî hene ku têkoşîna piralî û hevgirtî ya rêxistinên jinan berz dikin.

Di bin sîwana Rêxistina Kongra Star û Kombûna Jinan ya Zenûbiya, çalakiyên perwerdehî û aborî tên pêşxistin. Di vî warî de semîner û perwerdehiyên pêşxistin, xwenaskirin, avakirin, hişyarî, xwendin û nivîsandin, fêrbûn, xweparastin û hwd tên birêxistinkirin. Li gor komîteya perwerdeyê ya Kongra Star, di nava salekê de bi hejmar 97 dewreyên perwerdeyê hatine vekirin ku hezar û 500 jin hatine perwerdekirin.  Her wiha ji bo zilaman jî dewreyek hatiye vekirin ku 29 kes hatine perwerdekirin. Li aliyê din Kombûna Jinan ya Zenûbiya ku li kantonên Tebqa, Reqa û Dêrezorê xebatên xwe dimeşîne, 37 dewreyên perwerdeyê vekirine ku 678 jin hatine perwerdekirin.

Di warê aborî de jî, ji bo ku jin serxwebûna xwe ya aborî bi dest bixin û bi riya wê rê li ber tundûtujiya navmalî bigirin, Kongra Star û Kombûna Jinan ya Zenûbiya bi dehan koperatîf û pirojeyên aborî yên jinan bipêş xistine. Bi riya vê yekê jin di atoleyeyên çandinî, dirûtin, nanpêjiyê, pîşesaziyê, bazirganiyê, kiaforiyê, tendirustî û hwd debara xwe ya jiyanê dikin û aboriya xwe ya xweser bi rengekî komînal diafirînin. Bi giştî anha li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 37 koperatîfên aborî yên jinan hene ku zêdetirî 300 jin sûd jê werdigrin. Di gel ku li ser herêmê ambargoyek didome û ev yek herî zêde jî bandorê li jinan dike, jin bi xebatên ku pê debara xwe dikin xweseriya xwe ya aborî diparêzin û li dijî tundiya aborî têdikoşin.

Bi Jineolojî re ber bi azadiyê 

Di cîhanekê de ku jin bi sedsalan e ji zanista serdest a mêran hatine dûrxistin, ku hilberîna zanînê wekî qada taybetî ya mêran tê dîtin, jinan bi danîna bingehên Jineolojî veguherînek kûr diafirînin. Li dijî formên zanînê yên ku hişê mêran wekî "çîna jorîn" bi nav kirine, jin rêyek zanînê ava dikin ku ji hundurê jiyanê, ji rastiya civakî çêdibe. Gundên jinan ên mîna Jinwar temsîla vê zanistê ne; qadên azad ku jin ji tundûtûjiya mêran direvin û qadên xwe ava dikin, diparêzin û mezin dikin. Ev guhertin di perwerdehiyê de jî tê hîskirin. Jinwar weke yekane gundên jinan a li tevahî Rojhilata Navîn ji bo jinên ku bi her cureyên tundiyê re rû bi rû mane, ne tenê stargehek e, qada jinan a jiyanê, perwerde û rêvebirina jiyanê ye.

Bi bandora Jineolojiyê û têkoşîna jinana a di her warê de pêş dikeve bli dibistanên Rêveberiya Xweser jî nifşekî ku bi hîmên têkoşîn û azadiya jinan zana dibe, mezin dibe. Hejmara xwendekarên jin zêde dibe, ji ber ku jin niha dixwazin fêr bibin, hilberînin û azad bibin. Jinên ku li deverên xweser mezin bûne, ku rasterast tundûtûjî û wêrankirina ku ji hêla krîzên dewleta mêran ve hatî afirandin ceribandine, niha bêtir îrade, zanîn û xwe-hêzkirina xwe vedigerînin. Ew niha dizanin: cîhanek din bi hişê jinan, keda jinan û zanista jinan mimkun e.

Helwesta bi biryar: Li her derê têkoşîn

Ger em bala xwe bidin dirêjahiya salê ya jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, mirov dikare bi teqezî bêje; jinan bi baweriya parastina jiyana xwe ya ji her cûre tundûtujiyê, li dijî êrîşên netew-dewlet yên Tirkiyeyê û çeteyên cîhadîst berxwedaneke bê hempa nîşan dan. Ev sekin û helwesta jinan jî herî zêde di pêvajoya berxwedana bendava Tişrînê de xwe da der. Jinan bi felsefeya ‘Em ji mirinê mezintir in’ şoreş û destkeftiyên xwe parastin. Li dijî tundûtujiya civakî, navmalî û paşverûtiyê têkoşîn berfireh kirin û mafê xwe yê jiyankirina bi rûmet a di mal, kolan û bajaran de parastin. Li kampên koçberiyê hêviyên jiyaneke bi ewle û li ser koka xwe, ji nû ve hunandin. Jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê qetilkirina her jinekê, ji bo xwe kirin hêza pêşdeçûn û serkeftinê ku dikaribûn di 2025’an de bi hevgirtin û têkoşîna xwe bibin bersiv.