Porjêkirina jinan sembola sekna li hemberî bêedaletiyê ye

Porjêkirina jinan bingehek xwe yê dîrokî heye û ji bo gelek jinên Îranê tê wateya nerazîbûnên li hemberî bêedaletiya rejîma desthilatdar. Ev yek nîşan dide ku girîngî nadin pîvanên desthilatdar û civaka kevneşopî û li gorî pîvanên xwe hereket dikin.

BÊRÎVAN KEMAL

Silêmanî- Jin li Rojhilata Navîn, Ewropa, Amerîka û li seranserî cîhanê bi çalakiyên xwepêşandanan piştgiriya jinên Îranê dikin û beşek ji jinan li ber çavên gel û kamerayan porên xwe birîn, vê jî bala raya gîştî kişand.

Li gorî piraniya jinên Îranê, porbirîn nîşaneyeke ciwaniyê ye û wateya nerazîbûna li hemberî rejîma desthilatdar e ku biryar daye jin porên xwe veşêrin. Di pirtûk û çavkaniyên dîrokî de behsa wê yekê kiriye ku di dêrijiya dîrokê de weke nîşaneya nerazîbûnên li hemberî bêedaletiya desthilatdariyê jinan porê xwe birîne.

Jin ji bo nerazîbûnên li hemberî bêedaletiyê porê xwe dibirin

Jinên Îranê bi çend cureyên cuda behsa wate û mebesta porbirînê dikin. Beşek ji wan dibêjin bi porbirînê dixwazin nîşan bidin ku girîngî bi pîvanên desthilatdar û civaka paşverû nadin ku pênaseya ciwantiyê di qalib de ye û diyar dikin ku jin divê çawa bin. Ji ber vê jî bi birîna por dixwazin nîşan bidin çîqas bi hêrs in.

Sedemek din a porbirînê çanda dîrokî ye. Di edebiyata Farsî de birîna por sembola şînê ye û hinek caran jî sembola nerazîbûnê ye, jin porê xwe dibirin da ku nîşan bidin bi hêrs û nerazî ne.

Beriya hezaran salan li Îranê çanda porjêkirinê hebûye

Ev pratîka çanda dîrokî di destaneke Farsî de beriya hezar salan û di ferhengên Îranê de derketiye ku ji aliyê Firdewsî ve hatiye nivîsandin, helbesta wê ji nêzî 60 hezar tîpan pêk tê û çîrokên paşayên Farsan yek ji berhemên herî girîng ên edebiyata zimanê Farsî ye.

Yek ji nivîskar û wergervanê Îranê di tîwetekê de wiha nivîsandiye: “Porbirîna jinan kevneşopiyek kevin a Farsan e, dema ku jin ji desthilatdariyê hêrs dibûn porê xwe dibirîn. Di efsaneyan de piştî kuştina paşa Siweş ferhenga hevjînî û ew keçên alîkar, porê xwe dibirîn ji bo nerazîbûna xwe ya li hemberî bêedaletiyê diyar bikin.

Ew karekterên ku di helbestê de behs tê kirin wek sembol û nîşaneya berxwedanê tên dîtin, ev helbest nêzî hezar salan e alîkariya dariştina Îran, Afgan û Tacikan kiriye, di helbestên şaîrên din de weke Hafiz û Xaqenîşan de porbirîn heye, hemû jin bi taybetî ji bo nîşandana nerazîbûnên li hemberî bêedaletiyê ne.

Ev pratîk di çandên din ên kevin de hebû, destana Gilgamêş, helbestek 3500 salî ya mezopotamyaya kevin e ku li ser xemginî û bêhêvîtiyê ye. Di wir de birîna por ji bo îfadekirina êşê ye.  

Porbirîn di nava Kurdan de tê wateya şîngirtinê

Di nava Kurdan de porbirîn xwedî dîrokek kevne ku bandor li ser Kurd û Farsan kiriye, bi taybetî bi hevbeşî li herêmên Mezopotamya û kevana Zêrîn jiyane, bandor li ser hev dikin. Jinên Kurd ji berê ve dema kesek êşê dikşîne porê xwe dibirin. Di mînaka zindî de ger em behs bikin, jinên Êzidî li Şengalê, piştî êrîşên çeteyên DAIŞ’ê di sala 2014’an de û şehîdbûna zarokên wan di berxwedaniya ji bo parastina xaka xwe de, jin û dayik porê xwe dibirin û li ser gorên zarokên xwe datînin weke nîşaneya şînê ye. Ev mînak li Rojavayê Kurdistanê û li goristanên şehîdan jî hatiye dîtin.

Pênc sed sal berê porê kurt û wêneyê mêran yek ji wan tometên li dijî Jan Darkr, çelengên neteweya Farsî di şerê sed salên Brîtanyayê de bûn, ew jinên wêrek ji aliyê keşeyên dêrê ve dihatin dadgehkirin û şewitandin. Monsiun Anton, kooforê Faransî di sala 1909’an de sîtilek porê kurt ji bo jinan pêşkêş kir. Bû cara yekem ku ev sîtil vê modelê ya porê hat pejirandin.

Koko Şanil ku bandorek zêde li ser cîhana modeyê kiriye, yek ji wan jinan bû ku di sedsala 20’an de fikra birandina por derxist, di 60’ên sedsala borî de şêwaza porê kurt di nava nifşê ciwan û serhildêrên wê demê de bi nirx bû, sînemayê roleke girîng dayê.

Di şoreşa ku niha li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê dest pê kiriye porjêkirin careke din bû sembol

di sedsala 21’ê ya şoreşa jinan de, jinên Kurd li Rojhilatê Kurdistanê û Jinên Îranê, li Kurdistanê, Îran û cîhanê piştî qetilkirina Jîna Emînî ya 22 salî ji aliyê polîsên qaşo exlaq ên rejîma Îranê. Bi hinceta hicab baş girê nedaye, hat girtin û qetilkirin. Ev yek bû sedema destpêkirina şoreşê û nerazîbûnan bi dirûşma ‘Jin Jiyan Azadî dest bi pêngava porbirînê li dijî bêedaletiya sîstema desthilatdar a Îranê hat ji kirin û ev nerazîbûnên li dijî qetilkirina jinan ku ji ber sepandina hicaba bi zorê û veşartina porê jinan hat kirin û heta îro jî berdewam dike.