Mafê kurtajê û têkoşîna ji bo wê – 1
Mafê kurtajê ku bi têkoşîna jinan hat bidestxistin, li gelek welatan, ji aliyê rêveberiyên muhafezekar ve yan tê rakirin, an jî di zagonan de maf hatibe dayîn jî di pratîkê de destûr ji bo pêkanîna wê nayê dayîn û tê astengkirin.
Akademiya Jineolojiyê
Di serî de li Rojhilata Navîn, qedexekirina kurtajê ya li DYA’yê ku welatek serdest û emperyalîst e û teşe dide polîtîkayên li herêmê; dê bandorek çawa li cîhanê bike? Polîtîkaya zêdebûnê ya ku ji aliyê mêran ve tê birêvebirin, ji bo jinan tenê mijareke zêdebûnê ye qey? Akademiya Jineolojiyê ji bo ajansa me li ser diyardeya kurtajê ku li tevahî cîhanê li ser tê axaftin nivîsî. Bi vê nivîsa ku ji du beşan pêk tê dê qedexeya kurtajê ya ku bi biryara DYA’yê çawa veguherî polîtîkaya dewletê were vegotin.
Mafê kurtajê ku bi têkoşîna jinan hat bidestxistin, li gelek welatan, ji aliyê rêveberiyên muhafezekar ve yan tê rakirin, an jî di zagonan de maf hatibe dayîn jî di pratîkê de destûr ji bo pêkanîna wê nayê dayîn û tê astengkirin.
Mafê kurtajê li DYA’yê di sala 1973’an de bi têkoşîna mezin a jinan hatibû bidestxistin. Di rojên dawî de bi betalkirina vê biryarê ya ji aliyê dadgeha bilind a DYA’yê ve, nîqaşên der barê mafê kurtajê de careke din ketin rojevê. Xuya ye ku dê biryara DYA’yê li ser gelek welatan bi bandor be lewre DYA hêzeke serdest û emperyalîst e û di serî de Rojhilata Navîn, bandorê li ser polîtîkayên herêmê dike. Bi hatina Bîden a ser desthilatdariyê re, hem hêzên demokratîk ên herêmê hem jî yên li Emerîkayê wisa bawer kirin ku dê polîtîkayên demokratî û aştiyane bi pêş bikevin lê hem dijberî wê, li Rojhilata Navîn hem polîtîkayên şer û êrîşkariyê, hem jî pêkanînên faşîzan ên li herêmê zêdetir bûn. Ji aliyê hêzên demokratîk ên li Emerîkayê û tevgerên jinan ve jî tabloyek neyînî derket holê.
Durûtiya DYA’yê
Her çiqas betalkirina zagona kurtajê bixin stûyê dadgerên muhafezekar ên dadgeha bilind a DYA’yê jî divê rola rêveberiya Bîden a di vê warî de were dîtin. Yek ji argumanên ku Emerîkayê di êrîşên xwe yên li dijî Rojhilata Navîn de bi kar dianî azadiya jinan bû. Têkildarî azadkirina jinên Afganistanî gotinên Amerîkayê hebûn. Di nava bîst salên ku di ser de derbas bûn de, durûtiya vê polîtîkayê bi awayê zelal derket holê. Rêveberiya Bîden jî gelek jinan girt kabîneya xwe, heta di têkiliyên navneteweyî de bi gotinên femînîst, hewl da têkoşîna tevgera jinan ji bo xwe bi kar bîne. Zêdebûna jinan a di zîrveya dawî ya NATO’yê de û wêneyê ku bi nivîsa ‘NATO em in’ hatibû kişandin, nîşan dide ku pergal hewl dide azadiya jinan ji bo lîberalîzmê û polîtîkayên dagirker wekî amûr bi kar bîne.
Bi guhertina zagonê qadexekirina mafê kurtajê, tevgerên jinan ên li Amerîkayê şaşewaz man. Ve yekê jî rewşeke wisa derxist holê ku divê ji aliyê têkoşîna azadiya jinan ve were nirxandin. Bi vê yekê hat dîtin ku têkoşîna bi dewletê ve girêdayî ye û jê bendewariyan dike, nikare encamên baş bigre, li dijî nêzîkahiyên ku mijara azadiya jinan lîberalîze dikin pêdivî bi têkoşînek bihêztir heye. Fikar heye ku dê ev biryar li herêmê hêzê bide polîtîkayên dewletê yên bi serdestiya mêr tên meşandin.
Jin hêza bingehîn a muxalif in
Rastiya şerê li Rojhilata Navîn, nîşan dide ku dewlet hewl didin, zêdetir zextan li hêzên dijberî pergalê bikin. Di bîst salên dawî de jinan hem li Rojhilata Navîn hem jî li cîhanê pêşengî ji têkoşîna li dijî pergalê re kirin. Li Yemen, Tûnis, Îran, Afganistan, Tirkiye û gelek welatên din, jin hêza bingehîn a muxalefetê bûn. Ji ber vê yekê rêveberiyên faşîst û otokratîk ên dewletan, ji serê jinan li hemberî mêran bidin tewandin, polîtîkayên ku jinan teşwîqê malbat, zewac û dayikbûnê dikin bi pêş xistin. Rêveberiyên faşîst ên li Îran û Tirkiyeyê, ji ber vê yekê, di mijara kurtajê de polîtîkayên dijberî jinan dixin meriyetê. Bi vê yekê hem aliyên olî li ba xwe digrin, di vê mijarê de wan sor dikin, hem, nirxên baviksalariyê ji nû ve zindî dikin hem jî dixwazin ji jinan re bibêjin ku çiqas têbikoşin dê encam negirin û bi wê rêbazê dixwazin îradeya jinan bişkînin.
Polîtîkaya zêdebûnê hemû jiyanê dixe bin îpotekê
Li Îranê herî dawî di warê hîcab, zewaca di temenê biçûk û kurtajê de biryar hatin girtin. Li Tirkiyeyê ji ber betalkirina Peymana Stenbolê, polîtîkayên ku ceza nadin kujeran û pêşî li êrîş û qetilkirina jinan vedikin pratîkên vê rewşê ne. Îran jî di mijara hîcabê de dibêje ku lixwekirina cilên vekirî yên jinan pêşî li felaketên cîhanê vedike. Armanc bi polîtîkayên teşwîqkirina zayînê ne tenê zêdekirina hejmara anîna zarokan. Ev di esasê xwe de mijareke bi pergala desthilatdariya mêr a ku jinan di bin zextê de digre ve girêdayî ye. Li ser jinan ferzkirina zewacê, anîna zarokan, pêşî li îpoteka li ser jiyana wan vedike; îradeya wan dişkîne, nahêle ku der barê jiyana xwe de biryaran bigrin. Dibe sedem ku jin muhtacê mêr bimînin. Ev mijar di heman demê de li dijî tevgerên azadiya jinan, têkoşîna femînîst tên bikaranîn. Di tevahiya civakê de ji bo li dijî azadiya jinan û tevgerên jinan bertekek çêbibe tê bikaranîn.
Mêr rojevê diyar dikin
Jin ji bo mafê kurtajê bi salan e têdikoşin lê pêdivî pê heye ku mirov kurtajê wekî encamek binirxîne û sedemên ku vê encamê bi xwe re anîne çareser bike lewre dewletên serdest di vê mijarê de, bi polîtîkayên ku dem bi dem nerm dibin, dem bi dem qedexe dikin, rojeva jinan diyar dikin. Mafên ku hatine dayîn, ji aliyê rêveberiyek din ve paşve tên girtin. Ji ber wê jî têkoşîna bênavber a jinan çareseriyek mayînde çênake.
Jin çima kurtaj dibin?
Destpêkê divê mirov li ser sedemên kurtajê, li hincetên xwestina kurtajê bisekine. Jin der barê bedena wan xwe, di serdemên herî kevn ên dîrokê de, ji niha zêdetir xwedî zanîn û agahî bûn. Têkildarî vê gelek delîl û belge hene. Pîriktî di dîrokê de bijîjkiya jinan a herî kevn e. Her çiqas bi serdema modern re, karê pîriktiyê wekî xizmetek çîna jêr were dîtin jî di tabletên Sumer, Babîl û Misirê de behsa jinên bijîjk, nexweşxaneyên ku xizmetê ji bo jinan dane tê kirin. Her wiha jin wê demê zêdetir dikaribûne di warê têkiliya zayendî de xwedî biryar bin, der barê hejmara zarokan de çawa bixwazin wisa bikin. Desthilatdariya mêr, sazîbûyîna xwe zêdetir bi tehekuma li ser bedena jinan ava kiriye. Her ku bedena jinan, milkê mêr hatiye dîtin, têkiliya zayendî ketiye bin kontrola mêr, biryara têkildarî anîna zarokan jî ji destên jinan hatiye girtin. Yanî bedena jinan hem objeya zewqê, hem makîneya zanîna zarokan hem jî her dem ji bo xizmetê hatiye dîtin, veguheriye karkerek ku bê pere bixebite.
Sedemên kurtajê jî bi zayendperestiyê ve girêdayî ne
Dema em kurtajê, bi hemû rastiyên dîrokî re binirxînin, em ê bibînin ku sedema vê encamê ew e ku jin der barê bedena xwe de nebûne xwedî gotin. Sedemên ku pêşî li kurtaja jinan vedikin bi zayendperestiyê ve girêdayî ne. Mînak dema ku jinên ciwan der barê bedena xwe de xwedî agahî nebin, bê tedbîr û zanîn bikevin têkiliya zayendî yan jî bi zorê bikevin têkiliyê, pêşî li ducaniya ku nayê xwestin vedibe. Ji ber ku jin nizanin çawa xwe ji ducanîbûnê biparêzin an jî rêbaz û dermanên wê bi dest nexin, mêr wan ji vê yekê bêpar bihêlin ev encam çêdibe. Dema ku jin ji aliyê fizîkî, ruhî yan jî aborî ve ji bo dayiktiyê amade nebin û xwe di rewşek wiha de bimînin, ev yek hemû jiyana wan bi bandor dike. Hinek caran mêr, ji bo ducanîbûnê jinan îqna dikin yan jî ji ber ku zorê li wan dikin, jin dixwazin kurtaj bibin. Dayiktî, ji aliyê fizîkî, ruhî, terzê jiyanê ve bandorê li ser jinan dike, neçar dimînin dest ji dibistanên xwe, ji karên xwe berdin. Dibe sedema pirsgirêkên tendirustiyê yên giran.
Mafê tercîhê ji bo jinan jî heye
Dema ku jin ji barê anîna zarokan re amade nebin divê mafê wan ê redkirinê hebe. Lewre ji bo zarokên ku di mercên neyînî û nebaş de tên cîhanê jî encam nebaş dibe. Zarokên ku di nava xizanî, nexweşî, birçîbûn, şîdet, tunebûna hezkirin, perwerde û mercên nebaş de tên cîhanê bi jiyana nebaş re rûbirû dimînin. Sedemek din jî merc guncav bin jî divê jin xwedî tercîha xwestin an jî nexwestina zarokan bin. Bi rêbazên teknolojiyê ku berî zarok were cîhanê di zikê dayikê de xuya dike rewş çawa ye dema ku were dîtin zarok astengdar e, dibe sedem ku jin bixwaze kurtaj bibe lewre nikare berpirsyariyek wisa bigre ser milên xwe. Ev daxwaz û tercîh jî dibin sedema kurtajê. Civaka zayendperest dibêje qey divê hemû jin teqez bizewicin û zarokan bînin cîhanê. Dayiktî wekî îsbatkirina jinbûnê tê dîtin. Halbukî her jin ne mecbûr e bibe dayik, dibe ku vê yekê nexwaze. Gelek tecrubeyên dewlemend ên nasnameya jinan hene. Sînordarkirina vê yekê, bi dayiktiyê, ji ber bandora zayendperestiyê bi pêş ketiye.